Xeyala Newroz li Zagrosan dijî

Portreler
Hezîran 30 / 2016


 

 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervana YPJ'ê Newroz Zagros, her çiqas berî Çiyayên Zagrosê bibîne jiyana xwe ji dest dabe jî, stranên ku li Kobanê digot, li ser zimanê tevahî jinane. 
 
Şervanên YPJ/YPG'ê yên ku di encama pevçûna li dora Bendava Teşrînê jiyana xwe ji dest dabûn, di rojên borî de li Kobanê ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin. Yek ji wan şervanan Newroz Zagros bû. Newrozê bi boneya Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roportaja ku dabû ANF'ê de wiha gotibû, "Rojbûna rêbertî di rastiyê xwe de rojbûn û vejîna nû a gelê Kurde." Newroz vîna ku di şerê Kobanê de raber kiriye, pêşengiya jin di şoreşê de nîşan da.
 
'Ez ê herim Zagrosê'
 
Newroz Zagros, ligel her astengiya malbatê bi coşa şoreşê tevlî refên YPJ'ê dibe. Newroza ku navê wê yê rast Ruqeya Hirco ye, ligel ku qet çiyayê Zagrosan nedîtibû jî, navê xwe kiribû Newroz Zagros. Newrozê tenê di wêneyan de û televîzyonan de Çiyayên Zagrosê dîtibû.  Xeyala Newrozê piştî Şoreşa Rojava çûyîna Zagrosê bû. Newroza ku dibêje, "Piştî Kobanê heya Efrînê em ê azad bikin. Dûvre ez ê herim Zagrosê" li dora Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest dide. Hêvî û navê Newrozê bi qasî kûlîlkek ku li Zagrosan şîn hatî tezeye û hebûna xwe diparêze.
 
'Bi coşê re bibû yek'
 
Navê Newroz Zagros di heman demê de bi coşê re jî bibû yek. Newroz ligel êrîşên giran yê li ser Kobanê stranên şoreşgerî ser zimanê wê nediket. Newroza ku bi ked û heskirina hevaltî dihat nasîn, her erkê ku diket pêşiya wê bi cih tanî. Neweroz di çeperên şer de ji berxwedanê hêz digirt.
 
Newroz piştî ku hevala wê Peyman Cudî di şerê ligel çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da, girêdanê wê bi şoreşê mezintir bû û cihê xwe di tevahî gundên ku li Kobanê hatin azad kirin de girt.
 
(rc)