Xwişkên li Madimakê hatin qetilkirin: Asuman û Yasemîn

Portreler
Tîrmeh 01 / 2016


 

 
Habibe Eren / JINHA
 
ENQERE - Dayika Asuman û Yasemîna ku 23 sal berê li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin, Yeter Sivrî axivî û got: “Ew dikarin kelepçê li destê me bixin lê ti car nekarin li zimanê me bixin. Heta dawiya jiyana xwe ezê têkoşîna zarokên xwe bimeşînim.  Di dîroka me de şewitandina mirovan tine. Bedenên 23 sal berê li Sêwasê şewitandin îro li bodromên Cizîrê zêde dikin.
 
Xwişkên hev Asuman û Yasemîn Sîvrî 23 sal berê li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin. Her du xwişk wê rojê ji bo bîranîna Pîr Sultan Abdal çûn  Sêwasê. Bi kêfxweşî çû û Sêwas ji wan re bû gor. Ji wê rojê û şûnde ne êşa wan qedya û ne jî bedenên wan yên şewitî.
 
Du xwişkên hev yên ligel hev çûn mirinê
 
Dayika wan Yeter Sîvrî tevî ku di navberê de 23 sal debas bûye jî hesabê Madimaqê dipirse û keçên xwe yên ku yek 16 û ya din 19 salî bû vedibêje.  Malbat Elewiyên ji Çorumê ne.  Di 1970’î de koçî Enqereyê dikin.  Yasemîn di 21’ê Gulan a1974’an de tê dinê.  Yasemîn dema mezin dibe ji dayika xwe re dibêj dayê te çima ez roja salveger amirina Îbrahîm Kaypakkaya de neanîme dinê.  Asuman jî di 8’ê Adarê de tê dinê. Her du xwişk dibistana seretayî li Mamakê dixwînin.
 
Asuman çawa semahê dibîne mereq dike
 
Xwendekara pola  3’emîn ya beşa felsefeya Zanîngeha Hacettepeyê, di heman demê de diçû kursa Elmanî.  Asuman jî di pola 2’emîn de dixwîne.  Li Komeleya Pîr Sultan Abdal xebatan dimeşîne.  Yeter diyar dike ku keçên wê li dibistanê gelek jîr bûne û wiha got: “Asumanê pir pirtûk dixwend. Di daweteke xizmê me de ekîba semahê hat. Asumanê gelek mereq kir.  Piştre çû komeleyê û bajar bi bajar geriyan.”
 
‘Min bi şev gore dikir lingê wan’
 
Yeterê got: “Du salan çûn Sêwasê. Di sala sêyemîn de zarokên min qetilkirin. Min ew bi kedek mezin xwedî kirin. Bi şev min digot belkî sarbe, min gore dikir lingê wan. Lê kujerên Sêwasê zarokên min kuştin.  Xistin xakê. “
 
‘Minê lingê Asûmanê maçî bikira lê min şerm kir’
 
Yeterê wiha berdewam kir: “Beriya biçin Sêwasê ji xwe re pêlavên havînê girtin. Asumanê pêlavên xwe dikir lingê xwe cînara me jî li di derî da bû.  Pêlavê Asûmanê pir li lingê wê hat. Min got ez maçî bikim lê min ji cînara xwe şerm kir.”
 
‘Ez ji zarokên xwe têr nebûm’
 
Yeterê diyar kir ku hezkirina wê ya ji keçên wê gelek mezin bûye û got her roj dema zarokên wê ji hundir derdiketin li pey wan mêze dikir û got: “Ez ji zarokên xwe têr nebûm.” Yeter piştî komkujiyê dadgeh bi dadgeh li edeletê digere.  Di vê navberê de gelek caran nerehet dibe û 6 caran emelyat dibe.
 
‘Wê rojê gelek kêfxweş bûn’ 
 
Yasemîn û Asuman  wê biçûna Sêwasê semah bigeranda.  Xwendekara Xizmetên Civakî ya Hollandayê Carîna Cuanna Thuîjs jî ev kelecan bi wan re parve dikir. Carîna ji bo kurdê Elewî û Kurd lêkolîn bike hatibû. Li mala apê Asuman û Yasemînê dima.  Carîna hevala Asuman û Yasemînê bû.”
Dayika wan Yeterê destnîşan kir li ber komeleyê ew xistine otobusê û got dema ew çûne Carînayê destê xwe ji wan re lekandiye û got: “Asûmanê di telefonê de got we belgeya min ya takdîrê girtiye an na? Keça min belgeya xwe nedît.
 
‘Pêşî Yasemîn dawî Asuman’ 
 
Yeterê got: “Roja bûyerê em li mala cîranan bûn.  Di televîzyonê de nûçe derket. Ez qêriyam.  Mi got zarokên min li wirin.  Ez çûm malê, mala min wek mahşerê bû. Her kes li wir bû. Mirina wan ji min re negotin.  Du rojan ez wisa mijul kirim. Piştre destpêkê gotin Yasemîn û piştre jî Asuman.”
 
‘Ezê ji xwe re zarokek keç bigirim’
 
Yeterê wiha got: “Xeyalên wan hebûn.  Yasemînê dixwest perwerda felsefe û psîkolojiyê bigire. Yasemînê digot ez nazewicim, ezê ji xwe re ji yurdê zarokek keç bigirim. Digot 5 salan ti lê binêre piştre ez digirim cem xwe.  Asumanê jî digot ezê bibim mamosteya îngîlîzî.”
 
Yeterê di dawiya axaftina xwe de got hesabê vê komkujiyê neyê pirsîn wê zilm zêde bibe û got: “Ew dikarin kelepçê li destê me bixin lê nekarin li zimanê me bixin. Kengê me jî wek Pir Sultan, Denîz bibin sêdarê emê bêdeng bin. Ezê heta dawiya jiyana xwe têkoşîna zarokên xwe bidomînin.”
 
(hu)