Portre

Jina serhildêr û evîndara çiya

17/2/2016

Mûzeyyen Tuncel; şervanek ciwan yê jine. Mizgîn digot çiya evînê mine. Ligel ku ciwan bû, jîr, rû li ken, pozîtîfbû lê xwedî seknek serhildêr û hindek jî wek munzur... Dayîka wê wiha qala wê dike.

Yasemîn a ku di mala şevê de agir dada…

15/2/2016

Yasemîn ku ji strana “Em ê zû bimirin” hez dikir, jiyana wê jî wekî strana ku her tim guhdar dikir bû. Yasemîn Çîftçî di 9’î sibata sala 2012’an de ku dema amedekariya çalakiyê dikir, bombe zû teqiya û jiyana xwe ji dest da. Yasemîn jinek komunîst bû û ji bo jiyanek “bê sînor, bê çîn û bê mêtîngerî ava bike” derketibû rê. Yasemîn ku digot ew bi gavezî lez ji bo di mala şevê de agir pêxe derketibû rê û bi wê agirê çû.

Axîn Goyî navê xwe li têkoşîna azadiya jin neqişand

24/1/2016

Gûlperî Bîlen (Axîn Goyî) navê xwe li têkoşîna azadiya jin neqişand û hesreta jiyana gund bi tevlîbûna nava refên PKK'ê ve pêk anî. Dayîka Gûlperî Halîme Bîlen qala keça xwe kir û wiha got, "Keça min ji desthilatdariya mêran yê hember jinan gelek bi hêrs dibû û berteka xwe nîşan dida. Vîna wê her dem bi hêzbû."

Fatma Uyar, li pesarê Gabarê di dilê Botanê dene...

08/1/2016

Dayîk, xwişk û heval Endama KJA yê Fatma Uyar ew vegotin. Fatma ya ku li gundekê yê pesarê Çiyayê Gabarê hatî dinê, di temenê xwe yê biçuk de di gelek qadên tekoşînê de cîh girt û gotina "Li hemberî mêran serî netewînin" ji bo jinan gotiye.

Delila Gever: Li ser axa Kobanê çîroka jiyanek azad

03/1/2016

Dayîka Hacer Timur (Delila Gever) a YPJ yî ku li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidestdayî Fatma Timur gotina wê ya "Li deverek cehalet lê deshilat najîm" bibîrxist diyar kir ku Hacer ji bo jinan tekoşîn kir û ser axa Kobanê bêmirin bû.

Çîroka berxwedana Benazir Butto

03/12/2015

Benazir Butto dixwest weke çemekê azad biherike û bi xwe re her tiştî azad bike. Benazire di nava civaka deshilatiya mêran de serokwezîrî kir û ji bo jinên dinê jî bû çavkaniya îlhamê.

Jina komunista cihê xwe di nava tekoşînê de girtî: Keça Por Zer

30/11/2015

Berxwedêrek komunist a ku cihê xwe di nava refên berxwedana Şerê Cîhanê yê 2'emîn de girtî "Keça Por Zer" (Hannie Schaft). Hannie canê xwe di ber tekoşîna wê bawer dikir de da. Hannie li Holandayê di nava karwanê jinên bicesaret ên di tekoşîna anti-faşist cîh girtî de navê xwe kolaye.

Gula civaknasiyê: Mubeccel Kiray

01/11/2015

Gula civaknasiyê Mubeccel Belik Kiray gotiye: "Ez yekî li demboriyê dinêrim nînim. Di jiyana min de çî bûye bi hemû heyîna wê ve dipejirînim. Paşê ez bi vînê ve mijul nabim. Ji bo wê jî tiştên demboriyê li bîra min nayên."

Navê baweriya heskirinê û girêdana azadiyê ye Bêrîtan (2)

24/10/2015

Jina qehreman a ku li Kurdistan û Tirkiyê navê xwe li hezaran zarokan kirî Bêrîtan di salên zanîngehê de Muhsine Ozhan nasdike. Muhsine diyar kir ku Bêrîtan hêz daye wê. Li gel ku 23 sal li ser şihadeta Bêrîtan re derbasbûyî jî hîna li ser zimanan digere û ji bo zarokên li peyî wê hatîn dinê re bûye destana qehremaniyê. Muhsine da zanîn ku hemû kesên Bêrîtan naskirine gelek diyalogên xweşik bi hev re derbaskirine û got: "Gelel bi lez hat û çu. Lê dîsan jî bi min re şopên mezin hêlaye. Di rasiyê de Bêrîtan jinek serketî ya ku bi hemû jinan re şopên kur hêlaye."

Navê baweriya heskirinê û girêdana azadiyê ye Bêrîtan (3)

24/10/2015

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf li gel ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Ronahî Hesekê yek ji navên sembola berxwedana jinên kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) vegotin û diyar kirin ku dê jinên kurd dê ticarî teslîm nebin û ji ber çalakiya wê ya destanî îro bi hezaran jin di xeta Bêrîtanê de dimeşin.

Navê baweriya heskirinê û girêdana azadiyê ye Bêrîtan (1)

23/10/2015

Li ser axa heskirinê jina bûyî qehereman Bêrîtan... Heskirina jiyanê û nasnameya rometê bir serê lutkeyên Lêlikanê. Eşqa ku ketiyî nava dilê wê vegerand eşqa welat û bû navê eşqa rastî Bêrîtan. Eşq û azadiya wê li ber esmanê Xaxurkê mîna çivîkan difiriya... Li Xaxurkê Bêrîtan ji teslîmyetê re got na û berxwedan nîşan da. Hevalên Bêrîtan gotin: Te xwe ji zinaran avêt, te bi hezaran ji zinaran afirand.

Sosyalîst û aştîparêz Behice Boran 28 salin tê bibîranîn

09/10/2015

Siyasetmedar, aştîparêz û sosyalîsta jin Behîce Boran 28 sal berê di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Lê têkoşîna wê û doza wê ya aştî, demokrasiyê hêj di dilê hezaran de zindî ye. Şopdarên wê her sal li doza wê û rêça wê xwedî derdikevin.

Li Kobanê weke navê xwe bê mirin bû Yuhanus…

07/10/2015

Di salvegera şihadeta Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekinci (Gulan Çekdar) de dayîka wê Muhterem Ekinci got: "Gulê ji çiyayên Kurdistanê hat xwar û weke xezalan ket ser rêya Kobanê. Heya di tabutê de jî ewqas bedew raketibû, navê gotin. Ew şehîda Kurdistanê û serhildana Êlihê ye."

Fermandara çepemeniyê ya ji lêvên wê ken diherikî nava jiyanê; Gurbetelli Ersoz (1)

06/10/2015

Gurbetelli Ersoz... Jina ku dilê xwe bi çiyayan neqişandiye... Hevalên wê bi wê bi kenê wê bibîrtînin. Gurbetelli di yekem rawestgeha xwe ya meşa azadiyê de berê xwe da çiyan û got: "Bawerî û înada min heye. Ezê tiştên biçuk nexim serê xwe û xwe paşde nehêlim."

Fermandara çepemeniyê ya ji lêvên wê ken diherikî nava jiyanê; Gurbetelli Ersoz (2)

06/10/2015

Dayîka Gurbetelli Ersoz Fatma Ersoz bi gotinên; "Ew dost heval û sirdaşa min bû" qala keça xwe kir. Farma da zanîn ku keça wê xwediyê kesayetek bi cesaret û serketîbûye. Fatma anî ziman ku weke gel wan gelek êş kişandiye, şer ji derveyî êşê tiştekê nade kesê û êdî ew dixwaze aştî bê avakirin.

Wesiyeta Amara a dawî: 'Bi min ser bilind bin'

15/8/2015

Xeyala şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Agît) a ku di encama pêvçûnên li gundê Sîrîl a Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, azadiya jin û gelê Kurd bû. Ceylana ku bi vê armancê berê xwe da çiya di nameya ku li şûna xwe hîştibû de wiha dibêje, "Eger ez şehît bikevim ji bo min xemgîn nebe, negrî. Ev yek divê serê te bilind bike."

'Dayik bila werin, em vî şerî bidin sekinandin'

14/8/2015

Dayîka Zeynep Tekin (Evindar Botan) ya ku li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de şer kirî û jiyana xwe ji dest da, cenazeya wê li gel 23 hevalên wê ya şervanên YPJ/YPG'ê li Deriyê Sînorê Murşitpinarê tê sekinandin Narin Tekin bertekên xwe wiha anî ziman: "Ev dewlet ji cenazê me jî ditirsin. Ev tiştên tên kirin ne hiquq ne jî Îslam napejirîne. Dê tû carî çeteyên AKP'ê bi ser nekevin. Dê zarokên me heya dawiyê şer bikin, Evîndarek min çu dê bi hezaran Evîndarên min bên, bila ev bi vî rengî bê zanîn."

Zagros Jîn: Ket avê û ber bi welat ve herikî

09/8/2015

Malbatê anî ziman ku tenê xeyalê gerîllaya YJA Star Gûlcan Îşnas (Zagros Jîn) bibe cengawarek çelenkbû. Dayika Gûlcan Muhteber Îşnas qala keça xwe kir û got: "Keça min dixwest bibe cengawar. Di dibistanê de her çiqas mamoste ji keça min re gotibin keç nabin cengawer dibin polîs jî keça min got; 'na ezê bibim cengawer."

Hina Deniz li kolanên Maxmurê li peyî nûçeyan digere...

08/8/2015

Rojnameger Deniz Firat (Leyla Yildiztan) dixwet êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Kampa Penaberên Mexmurê ji hemû cîhanê re ragihîne. Birayê Deniz Cuma Yildiztan diyar kir ku hîna Deniz di kolanên Mexmurê de li peyî nûçeyan digere, ew buye zimanê jin û zarokan.

'Çiyayê ku Şîlan pir jê hez dikir Şîlan hembêz kir'

08/8/2015

Dayika gerîlaya YJA-STAR'ê Şilan Ergun (Ruken Zilan) Hatice Ergun, çûroka keça xwe ya di sala 2011'an de li Geliyê Tiyarê ji aliyê balafirên şer ê TSK'ê ve hat qetilkirin vegot. Hatice wiha got: "Sîmgeya azadiyê û çiyê bû. Keça min li çiyayê ku pir jê hez dikir çavê xwe girt."