Li pey Pinara ku bi barana Gulanê re çû…

Portreler
Gulan 24 / 2016


 

 
JINHA
 
STENBOL- Pinara di şeva xwe ya dawî de got ‘bîhna guleyê xwe li bedena min pêça’ û ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, bebika biçûk Avşîn ji stranên kurdî yên dayika wê bêpar hişt.
 
"Şew tarî lê ti diçirûsî, wek heyva çarde şevî, pir şînî, pir zelalî, hevalê meyî ti Avaşîn…" Yên ev hevok xwendin, ger hun vê stranê dizanibin; bi dengekî bilind carek din bibêjin!Bila dengê we bibe yê Pinarê û bigihêje Avşîna ku ji roja dayika wê ketiye bin xakê, bîhna wê negirtiye, pêsîra wê negirtiye û dengê wê qet nebihistiye…
 
Pinar Gemsîz  yek ji jinên ku di terora dewletê de jiyana xwe ji dest daye. Di 15’ê Gulanê de roja yekşemê guleya polîsan heta salona mala wê çibû û li dilê wê xistin. Her çiqas Pinar rakirin nexweşxaneyê jî, zêde berxwe neda û wê şevê jiyana xwe ji dest da.
Bi dengê xwe yê zelal stranên Kurdî distra…
 
Pinar keçika malbateke Kurd ya Erziromê bû. Bavê wê ji bo şert û mercên aboriyê, di salên xwe yên nû zewicandî de koçî Stenbolê dike.  Pinar di sala 1983’an de li Stenbolê tê dinê.  Li Stenbolê hatiye dinê lê bi çanda Kurdî mezin dibe.  Wisaye zarokên xwe jî wisa mezin dike.  Ji wan re bi dengê xwe yên zelal stranan distirê. Avşîna xwe ya ku 2 meh û 10 rojî bû jî bi vî awayî mezin dikir.
 
Pinarê piştî dibistana seretayî, jiyana xwe ya perwerdehiyê berdewam nekir. Demekê diçe dersa Kuranê  û ew jî bendewariyên wê nadê û vediqete.  Piştre bi salan di atoleyaya konfeksiyonê de xiebite.  Di 18 saliya xwe de, tevî ku malbata wê dibêje ti biçûkî jî, bi bavê zarokên xwe Yşar re dizewice.  3 zarokên wê çêdibin. Navên Kurdî li zarokên xwe dike.Bager, Xunav û Avşîn..  
 
Cilên ku bi keda xwe didûrit li zarokên xwe dikir…
 
Pinar zarokê xwe yê yekem Bager di 20 saliya xwe de digire hembêza xwe..Bager dema tê 8 saliya xwe Xunav tê dinê.  Pêvajoya ducanîbûna Pinarê gelek zehmet derbas dibe.  Lê tevî vê jineke berxwedêre. Ji vê rewşê ti car gazincan nake. Her tim zarokên xwe û tenduristiya wan li ber çavan digire. Hemû cîhana wê dibe zarokên wê.  Hemû fikarên wê ji bo zarokên wêne. Ji bo bibe dayikek baş her tim hewl dide û wisa jî dibe.  Dersên wan nîşan didê. Cil û bergên ku bi destê xwe didûrû li wan dike. Ya herî zêde wê kêfxweş jî dike ev e.
 
Pinar bi barana gulanê re…
 
Rûkenî ji ruyê Pinarê yê bi gûl qet kêm nabe…bi henek, kêf û parvekirinên xwe yên derdorê re,  bi hezkirina xwe tê zanîn.
Pinar êdî tine! Bi barana gulanê re, ligel rondikên çavan yên zarokên wê re teslîmê xakê bû; ew bedena narîn ya ku bîhna guleyê xwe lê pêça… li pey xwe 3 zarok, hevjîn, dê, bav, 5 xwişk û bira û gelek dost û heval, hişt…
 
(hu)