'Xeyala herî mezin a Asyayê Kurdistana azad bû’

Portreler
Gulan 16 / 2016


 

 
JINHA
 
ŞIRNEX- Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku li Cizîrê di bodruma hovîtiyê de got ‘ez dayikim, ez nekarim zarokên xwe berdim’ û heta dawiya jiyana xwe têkoşiya û bu sembola berxwedana rêveberiya xweser a Botanê, ji aliyê jinan ve hat vegotin. Jinan diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin Kurdistana azad bûû got: “Asyayê îspat kir ku jinên Botanê pêşengiya civakê û siyasetê dike. Bi Asyayê re jinên Botanê ji şoreşê re pêşengîkir. Asyayê malbat û zarokên xwe hişt, lê hemû zarokên Kurdistanê hembêz kir.”
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel di bodroma hovitiyê de hat qetilkirin û bû sembola berxwedana rêveberiya xweser, ji aliyê hevalên wê yên jin ve hat vegotin.
 
‘Jinên Qilebanê tevlî siyasetê kir’ 
 
Hevseroka HDP’a Qilabanê Muzeyen Rustemoglu  got wê Asya di xebatê hilbijartina 2009’an de Asya Yuksel naskiriye û got bi saya wê di xebatan de cih girtiye. Muzeyenê got: “Me bi Asyayê re heta sala 2012’an bi hev re xebata siyaseta Kurd meşand. Li Qilabanê bi vebûna DEHAP’ê re di lijneya rêveberiyê de cih girt. Li Qilabanê îro gelek jin di siyasetê de cih digirin û rola hevala Asya di vir de gelek mezine. Demekê jî me bi hev re di lijneya rêveberiya BDP’ê de xebat bi hev re meşand.”
 
‘Asyayê jin li her qadê rêxistin kir’ 
 
Muzeyenê bi lêv kir ku xeyala Asyayê Kurdistana azad bû û wiha berdewam kir: “Asyayê li Qilebanê zîhniyeta jina kole hilweşand. Tenê jin tevlî dikir, rêxistin dikir.  Emê ji vir şûnde têkoşîna wê ji cihê maye berdewam bikin.”
 
‘Ezê heta dawiyê ji bo gel têbikoşim’ 
 
Şîrîn Babat jî da zanîn k udi 2008’an de bi Asya Yuksel re bi hevre çûne Amarayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji sala 2008’an de bû bi Asyayê li Botanê xebat dimeşand. Asya bi hevokan nayê vegotin.  Asya di hemû xebatan de serkeftî bû.  Di her qadê de ji me re pêşengî kir.  Jiyana xwe da ser gelê xwe. Di sohbetên xwe de digot ew wê heta dawiya jiyana xwe ji bo gelê xwe têbikoşe.”
 
‘Asyayê her tim cesaret da min’ 
 
Şîrînê bi lêv kir ku ji sala 1992’an ye têkoşînê dişopîne û got: “Min bi qasî Asyayê jinek bi cesaret nedît. Wê her tim cesaret da min.”
 
‘Ji bo zîhniyeta mêr hilweşîne têkoşiya’
 
Rêvebera HDP’a Qilebanê Sabîha Alturk jî got: “Asya ji bo me gelek bi rumet bû. Ji ber ku Asyayê nirxek mezin dida jinan. Me bi salan bi hev re xebat meşand.  Bi şev û roj ji bo hilweşandina zihniyeta mêr dixebitî. Keda wê mezin bû.
 
‘Jinên Botanê ji şoreşê re pêşengî kir’
 
Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren ku ji salên ku zewicî heta niha wê nas dike diyar kir ku Asya tevî zextên civakê sînorên jiyana koledar derbas kiriye û têkoşîna jinê meşandiye.  Zeynebê diyar kir ku çanda Kurd esas digirt. Zeynebê wiha berdewam kir: “Bi berxwedana Asyayê re îspat bû ku jinên Botanê ji civak û siyasetê re pêşengiyê dike.”
 
(hu)