Xudawenda dildara berxwedanê Rojevin

Portreler
Nîsan 25 / 2016



Nişmiye Guler/JINHA
 
BEDLİS - Malbata Endama YPS-JIN Evindar Kiliçarslan (Rojevin Garzan) ya ku li Geverê di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe jidest dayî bi gotina wê ya 'Xudawenda dildara berxwedanê' dest bi nasandina wê kirin. Malbatê diyar kirin ku Rojevin zarokek heskiriya xwezayêbû. Malbatê da zanîn ku Rojevin li dijî mirina mirovan bû lê ji bo parastina gelê xwe çek hilgirt.
 
Endama YPS-JIN Evindar Kiliçarslan (Rojevin Garzan) ya ku li Geverê di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe jidest da. Evindar li peyî xwe ji dengê xwe yê zelal sitiranên "Cîh û warê min çiyaye" û "Lîrînek ji bo Serokatiyê, Rojevin xwedawenda dildara berxwedanê ye" hêlaye. Rojevina di nava refên berxwedanê de weke xudawendekê şer dikir di sala 1989'an de li gundê Sogutlu yê Tatwana Bedlisê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Rojevin di zarokatiya xwe de nêrîna xudawendiyê ya li xwe bi heskirina çiya û xwezayê nîşan daye, ji aliyê derdorê ve jî bi baldarbûna xwe dihat nasîn. Piştî ku zarokatiya wê bi zoriyan derbasbû li Fakulteya Wêjeyê a Zanîngeha Stenbolê Beşa Civaknasî qazanc kir. Di sala 2013'an de li gel hebûna "pêvajoya çareseriyê" jî weke gelek ciwanên kurdan ji niyetên dewletê bawer nekiriye û berê xwe daye rêya çiya. Rojevin ji bo bîrdariya Gurbet Altun (Rojevin Amed) a ku di sala 2012'an de li gel 15 hevalên xwe di şerê li bejayiya gundê Olek ê Hîzana Bedlisê derketî de jiyana xwe jidest dayî navê 'Rojevin Garzan' li xwe kiriye.
 
Malbata da zanîn ku Rojevin ji dema tevlîbûna xwe ya nava refên YPS-JIN heya niha bi moral dayîna hevalên xwe û heskirina xwe ya ji bo Delila Meyaser tê nasîn. Dayîka Rojevin Sureyya Kiliçarslan bi van gotinan keça xwe anî ziman: "Min dil nedida di malê de kar bi Rojevin bidim kirin. Min dixwest biçe dibistanê weke min nebe. Me nexwend, ji bo wê jî em dixwazin zarokên me bixwînin. Ji ber zaroka min a mezin bû min gelek nirx didayê. Bi xwiş û birayên xwe yên biçuk re şer dikir. şer dikirin lê saetek derbas nedibû cardin li hev dihatin. Wê gelek ji xwişk û birayên xwe hez dikir. Bi xwişka xwe re gelek li hev dikirin."
 
'Rojevin zarokek heskiriya xwazayêbû'
 
Sureyya destnîşan kir ku Rojevin zarokek ji jiyana gund û xwezayê gelek hez dikir û wiha domand: "Ew zarokek hesikiriya jiyana xwezayîbû. Li ber mala me girek hebû her tim diçu ser wî girî. Di zarokatiya xwe de gelek ji xwezayê û çiyayan hez dikir. Pirtûka xwe digirt destê xwe derdiket serê gir û li wê dixwend." Sureyya bilêv kir ku her dem Rojevin sitranên Delila Meyaser digot, herî zêde jî sitrana wê ya "Cîh û warê min çiyaye" digot. Sureyya anî ziman ku bêyî xebera kesê pê hebe Rojevin ji bo hevalên li girtîgehan name dişand û li wê jî baldarbûna xwe nîşandida. Sureyya derbirî ku keça wê herî zêde li hemberî temaşekirina diziyên tirkanbû, ji ber di ferqa wê debû tv yên tirkan zarokan asîmle dikin. 
 
'Di dibistana navîn de tekelê wesayîta mudur şewitandibû'
 
Sureyya diyar kiyar kir ku Rojevin di zarokatiya xwe de li hember pergalê bûye û wiha berdewam kir: "Hîna li dibistana navîn pêşengî ji hevalên xwe re kir û telekê ewsayîta mudur şewitandibûn. Ji ber wê mamostayên wê hatin ji me re gotin; 'Em çî bikin keça we di cihê xwe de nasekine.' Ji xwe di zarokatiyê de ew jiyan xistibû serê xwe." Sureyya destnîşan kir ku berî keça wê biçe xwestiye bi telefonê li gel bipeyîve lê ji ber li gundbûye şebeke nekêşaye ji bo wê jî nepeyîviye. Sureyya wiha qala dema agahiya li Geverê keça wê jiyana xwe jidest dayî bihîstî kir: "Dema ku ji bo girtina cenazeyê wê em çun Erziromê me gelek zorî dît. Ji bo teşhisê tenê bavê wê girtin hindirê morgê. Nehêlan em li cenaze jî binêrin, em derxistin derve." Herî dawî Sureyya da zanîn ku ew naxwazin êdî ciwan jiyana xwe jidest bidin.
 
'Ji zarokatiya xwe ve xwediyê kesayetek jîr bû'
 
Bavê Rojevin İkram Kılıçarslan jî bilêv kir ku di zarokatiya xwe Rojevin xwediyê kesayetek serhildêr û serketîbû û wiha dest bi vegotina wê kir: "Dema ku em li gundbûn bi pergala cerdevaniyê re ru bi ru hatin. Ji ber ku me nepejirand em koçberî metrepolên tirkan bûn. Ez demekê li girtîgehê mam. Rojevin dema dihat hevdîtina min bi gardiyanan re şer dikir. Wê demê li gel zarok bû jî bêmafî nedipejirand. Hîna li dibistana seretayî mamostayên wê digotin ku ewê çawan pêre îdar bikin, tirkî nizanin. Lê dema ku Rojevin naskirin pir jê heskirin û jîrbûna wê dîtin."
 
'Li hemberî zarokan gelek hesasbû'
 
Îkram da zanîn ku mamostayên wê gotinên weke; "Keça we zarokbûna xwe najî, ev zarokek gihiştiye. Pirsên ji temenê xwe mezintir dipirse. Zarokek we ya gelek serketî heye" digotin. Îkram wêha qala jiyana Rojevin kir: "Li Tatwanê rojekê çu nexweşxanê. Ji ber ku rewşa me ya madî nebaşbû me tenê perê xwarin û rêya wê dayê. Wê rojê jî pere li gel hebû, dema ku ji nexweşxanê derdikeve dibîne du zarok li dikana duruman dinêre, diçe destê her du zarokan digire dibe lokantê bi perê xwe yê dawiyê ji bo wan gotşt digire. Dema êvarî hat malê got; 'Min dermanên xwe negirtine, ji ber pere bi min nema, min ji zarokan re xwarin girt.' Di xwarina me ya êvarî de jî goşt hebû. Li me vegeriya û got; 'Binêrin li ser sofra me goşt heye, kî dizane wan zarokan ji kengê ve goşt nedîtiye.' Rojevîn zarokek wiha cudabû." 
 
Îkram destnîşan kir ku tiştên keça wan li zanîngehê jiyayî gelek bandorkiribû û jêre digot; "Baba ji bo ku em neçin dibistanê çî ji destê wan tê dikin." Îkram bilêv kir ku di sala 2013'an de li gel hebûna "pêvajoya çareseriyê" jî Rojevîn weke gelek ciwanên kurd ji samimyeta dewletê bawernekir û berê xwe da çiya û wiha pêde çu: "Rojevin dema mirina polîs û leşkeran jî didît xemgîn dibû. Ew li hemberî mirina mirov û hemû zindiyanbû. Goşt nedixwar vejeteriyanbû. Her tim digot; 'zindiyek çawan dikare goştê zindiyek din bixwe.' Di van mijaran de gelek hesasbû. Ew li hember kuştinêbû. Kesê ji me texmîn nedikir ku dê çekê bide destê xwe. Keça min ji mirin û şidetê durbû. Lê tiştên dîtî û jiyan kirî çek da destê wê."
 
(zt)