Arjın a ku azadî di stran û stêran de didît

Portreler
Gulan 27 / 2016


 

 
Oyku Dilara Keskin / JINHA
 
STENBOL - Arjin Çem a ku azadî di çiyayan de didît digot: "Di nava gerila de herî zêde ez ji sohbetên li ber kozên agir dibiniya roniya sitêr û heyvê de bandordibim. Her tim hestek wiha bi min re çêdike; azadiya rasteqîn eve." Arjin di 28'ê Gulanê de li Tendurekê çavê xwe li jiyanê girt û tevlî sitêrkanbû. 
 
Jinên kurd ên di nava têkoşîna azadiyê de cîh girtine, bedelên azadiyê gihiştin astek hîn bilind. Ji jinên li peyî heskirina azadiyê çune, di çiyayan de dîrok nivîsandine bûyîna pêşengên jiyanê berdewam dikin. Zeynep Katar bi navê çiyayan dayê Arjin Çem yek ji jinên kurd ên bûne hêza pêşengên jiyanê. Arjin di sala 1984'an de li Bidlîsê çavên xwe li jiyanê vekiriye, paşê jî di her qadên jiyanê de cîh girtiye. Arjin li Antalya dixebitî, paşê derbazî Amedê dibe û li wê di nava xebatên ciwanan de cîh digire, di sala 2004'an de jî tevlî nava refên gerila dibe.
 
Ji bo gihiştina rastiya jiyanê Arjin çu
 
Arjin a ku giringî bi xebatên ciwanan dida berê xwe da rêya çiya û li peyî xwe ev nîşe hêla: "Ez ber bi bêdawiyê ve diçim. Ez ber bi qada şer a ku di jiyana min de her tim kêm maye ve diçim. Ez ber bi mezinkirina lêgerînê ve diçim. Di her aliyê jiyanê de ezê bigihim şînberiyê, bigihim heskirin, ked û zoriyan... Weke van têgihan ezê bigihim gelek têgihên dinê û hîsbikim, ezê bi wateyên kur jiyan bikim."
 
'Em neçarin bigihin serketinê'
 
Dema tevlî gerilabûyî di roportajek xwe de ev gotin gotibû; "Di zarokatiya min de hatina gerila ya gund hewayek efsanewî dida min. Her dem xeyalên min ên bûyîna gerila û li çiyayên Kurdistanê şerkirinê hebû. Dîmenek gerila di nava gel de dibe sedema kelecanê. Her dem min dixwest kincên min ên gerila hebin. Tenê ne tekoşîna azadiya kurdan, jiyana gerila bi xwe gelek balkêşe. Niha di aliyê moral û kelecanê de her diçe pêşketin heye. Ev jî neçariyek, ji ber pêvajo vê ji me dixwaze. Rewşa ku Rêbertî di navê dene vê ser me ferz dike. Çuyîna wêderê çiqas şert zor dibin bila bibin, rastiya gel çiqas li holêbe em neçarin xwe bigihînin serketinê. Di jiyana gerila de ez herî zêde ji sohbeta li ber kozên agir dibin roniya sitêr û heyvan de bandor dibim. Her tim bi min re hestek wiha çêdike; azadiya rasteqîn eve. Têgeh dibe ku hinek razber tê, lê ji bo min azadî sohbeta li ber agire, nîqaşkirin û sitran gotine. Wateya wê ya herî giring di nava gerila de jiyan kirine."
 
'Te azadî hilbijaritiye…'
 
Hevalên Arjin ên têkoşînê ku qet bêdawîbûna wê napejirînin ji bo wê di nivîsekê de wiha gotine; "Bêyî te bihar tamek kêm dihêle nava jiyanê. Ji wê jî ez bi bîranînê te dikevim biharê. Ez bedewiya biharê ya ku min xêzkirî bi kenê te temam bikim. Hemû bedwiyên demsalan bi kenê te wate dibin û ez biharê bi kenê te pêşewazî dikim. Bi soza hemû biharên bijîm bi bîranînên te bidim jiyan kirin."
 
Hevalên Arjin di nivîsa ji bo wê nivîsandî de wiha berdewam kirine; "Me bi te re salek, çar demsalên têr û tijî jiyan kir. Ez qet kêliya ku me nû tu dîtê ji bîr nakim. Tu wê rojê subaybû. Di nava zivistanê de em ji rêyek dur dihatin. Heta em qerisîbûn. Wê demê te em pêşewazî kirin, bi mer re eleqederbûyê, bêguman ji bo me xwarin amadekir. Te wiha em rêkirin ku me bi wan hestên te westiyana xwe jibîrkir. Germahiya te, di nava wê sermê de em jî germ kirin, ew moralê te yê bilind bû giyan dida me, sekna te ya bi kelecan em ser xwe ve anî. Paşê jî em şeş mehên perwerdê bi hev re man. Tu ji nava Tevgera Ciwanên Tirkiyê hatibû. We pêvajoya tasfiye yê ya herî bi qaos jiyan kiribûn. Lê te tercîha xwe ji bo çiyan kiribû. Te tercîha xwe ji bo refên gerilayan kiribû. Te tercîha xwe ji bo azadiyê kiribû."
 
Bi baweriya azadiyê jiyan dikir 
 
Heval Arjin di nîşeyek a ji hevalek xwe re nivîsiyî wiha azadiyê bi wate dike; "Cihê ku em têde azadî, heskirin û eşqê bibînin divê em derbazî hemû deverên dinê jî bikin. Tercîha me ya hatina van waran, xwe gihandina giyana milîtaniyê ye. Her dem gotina Heval Mazlum (Sezai Karakuş) di guhê min dene. Sînorên azadiyê nîne. tu çiqas bijî, ewqas tu dê azadiyê bibînê. Azadî nayê girtin, tê jiyan kirin. Di van hevokan de bersiva pirsa em çawan bijîn pir zelale. Tercîha te ya jiyanê bedewiya te ye, sadebûna te ye û diristbûna te ye, sîtava bawerî û hêviyên te ne." 
 
Arjin hem bi xebatên xwe yên nava ciwanan û hem jî bi tevlîbûna xwe ya nava refên gerila jiyana nû nîşanî hevalên xwe dikir. Bi baweriya têkoşîna azadiyê şer dikir. Arjin di sala 2007'an de derbazî Agiriyê dibe, 28'ê Gulana sala 2008'an de li gundê Gulîzerk ê girêdayî Tendurekê di şerekê de jiyan xwe jidest dide. Piştî Arjin gotinên ji bo wê hatine gotin yên weke; "Tu hêvî, bêdengî û hesretê. Bila Serhad ar be, jîn be, Arjîn be. Biha hemû xeyal ar bin, jîn bin, Arjîn bin" mane.
 
(zt)