Îradeyek ji çelîk Hediye Kulter: Parçe parçe bikin jî…

Portreler
Gulan 27 / 2016


 

 
JINHA
 
ŞIRNEX - Hediye Kulter ya dema ji Şirnexê derdiket bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da hîna 16 salî bû.  Hediyeyê li pey xwe îradeyek ji çelîk û gotinên ‘Min soz da partiyê. Min parçe parçe jî bikin ez ji soza xwe venagerim. Ezê ligel hevalên xwe bim.’hişt.
 
Di berxwedana rêveberiyên xweser de ku di dîroka şoreşa Kurd de rupelek nû vekir, bi sedan can ketin xakê.  Kesên di berxwedana ku berdewam dike de jiyana xwe ji dest dan, îradeya ku tişt nekare vebêje, ji yên pey xwe re hiştin.  Wateya îradeya ku wan hiştiye, tê lêgerîn kirin û rastiya ku hîna piraniya wan ku nebibûn 20 salî balê dikişîne.  Yek ji van lehengên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest daye Kajîn Ferman yanî Hediye Kulter e.
 
Çîroka wê ji rêyên koçberiyê dest pê dike
 
Malbata Hediyeyê di 1996’an de ji Şirnexê koçî Edeneyê dike.  Malbat heta 2005’an li Edeneyê dijî.  Di rêyên koçberiyê de di 1999’an de Hediye tê dinê.  Malbata Hediyeyê li Edenê karkeriya demsalî dike. Ji ber vê jî zarokatiya Hediyeyê li ser erdan derbas dibe û Hediye di temenê xwe yê biçûk de dest bi kedkariyê dike.
 
Vegera welat
 
Malbat di 2005’an de vedigere Şirnexê û Hediye êdî li ser xaka xwe ne. Hediye wê demê 6 salî bû.  Ew jî wek zarokên din heman qederê parve dike, zarokatiya xwe li aliyekî dihêle. Li xaka wê şer hebû.  Di wan salan de şer fêm nake. Lê piştî demekê wek zarokên Botanê şer fêm dike.
 
‘Ligel me heval Kajîn heye’
 
Hediyeyê hêrsa dilê xwe heta berxwedana rêveberiyên xweser girt.  Aliyê xwe diyar kir. Ji bo taxa xwe biparêze derbasî alî din yê xendekê bû. dest ji hevalên xwe berneda. Hevalên wê yê qadê ji bo Hediyeyê gotin: “Hevalek wek hevala Kajîn nehatibû cem me’. Hediye bi hevalên xwe yên ku deqeyekê ew tene nêhişt re dema ji Şirnexê derdiketin û diçûn Çiyayê Bestayê di bombebaranekê de jiyana xwe ji dest da.
 
‘Parçe parçe bikin jî…’
 
Gotinên xizmên Hediyeyê îradeya wê ya ji çelîk nîşan dide: “Di demên dawî de ev tişt hatin jiyîn.  Di hişê me de çûyîna wê tinebû.  Heta roja çû li Şirnexê rewş ne baş bû.  Bi ser taxên me de digirtin. Em sibehekê rabûn Hediye tine. Piştre me ew dît. Ji  me re got;’Min soz daye partiyê, min parçe parçe jî bikin ez ji soza xwe venagerim. Ez ligel hevalên xwe bim.’  Ev gotinên wê yên dawî bûn.”
 
Lehenga bê nav
 
Ev gotin gotinên dawî yên Hediyeyê bûn.  Yên ku wê nas dikin dibêjin; Hediyeyê di jiyana xwe ya 16 salî de her tim îradeya xwe veşartiye. Ji ber ku Hediyeyê ji gerê hez nedikir. Ev rewş mirovan matmayî dihêle. Ji bo jineke di vî temenî de. Kesek bêdeng bû.”
 
Hediyeya bejn bilind, çav xweşik, li pey xwe bêdengî û îradeya xwe ya ji çelîk hişt. Bû lehenga bê nav a 16 salî ya berxwedana rêveberiyên xweser ya ku belkî bi sedsalan bê axaftin..
 
(hu)