'Mervanek şehîd ket lê bi hezaran Mervan ketin şûnê'

Portreler
Îlon 05 / 2016


 

 
JINHA
 
AMED - Mervan Kaya (Hayrî Durmuş) ya ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest daye piştî 6 mehan ji aliyê malbatê ve hat definkirin. Ligel êşên mezin Gulîstan Kaya bi kurê xwe ser bilinde û wiha got: "Di vê oxirê de Mervanek şehit ket lê bi hezaran Mervan ketin şûnê." 
 
Li navçeya Sûra Amedê endamê YPS'ê Mervan Kaya (Hayrî Durmuş) 103'ê rojan li ber xwe da û piştî 6 mehan cenazeyê wî ji aliyê hezaran kes ve li Çinarê hat oxirkirin. Mervan yê ku di 31'ê Adarê de li Sûrê jiyana xwe ji dest dayî, cenazeyê wî rêkiribûn Meletyeyê. Ligel ku mînaka xwînê hatibû girtin, bi awayek qorsanî li goristana bêkesan hatibû definkirin. Piştî testa DNA'yê malbatê cenazeyê xwe ji goristana bêkesan wergirt û li goristana gundê Başpinara Parnakê defin kir.
 
'Bila Mervan bibe şehîdê dawî'
 
Têkîldarê serpêhatiyê Mervan Kaya dayîka wî Gulîstan Kaya axivî û diyar kir ku Mervan di 18'e saliyê xwe de tevî hevalên xwe ji Îzmirê berê xwe da çiya. Gulîstanê anî ziman ku Mervan ji zaroktiyê xwe ve zarokek jê hatî bû û wiha got: "Mervan dema biryarê xwe da û çû tu agahî neda me tenê 3'ê wêneyên xwe ji bo me şand. Mervan şehîdê me yê yekem e. 6 mehan li Sûrê ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Mervan dixwast bi navekî mezin nemir bibe û gihîşt daxwaza xwe. Mervanek şehit ket lê bi hezaran Mervan ketin şûnê. Ez dixwazim dawî li xwîn rijandinê bê. Bila Mervan bibe şehîdê dawiyê."
 
'Kiryarên dewletê ew ê tu caran ji bîra min neçe'
 
Xweşka Mervan Songul Kaya jî da zanîn ku, têkîliyê wê ligel Mervan gelek başbû û wiha berdewam kir: "Rûyê Mervan her dem li kenbû. Parvekirinên me gelek gerim bûn. Lê qet fikrê xwe di derbarê têkoşînê de bi min re parve nedikir. Ez çûm Meletiyeyê, ligel dayika xwe ez negiriyam. Birayê min gelek girsbû, ser xwe bû. Lê dewletê wî li cihek tang û bin tavê de veşartibû. Kiryarên dewletê ew ê tu caran ji bîra min neçe. Êşa ku wê bêhnê min kêşaye ez nikarim bînim ziman. Em ji bo dayikan êdî dibêjin bila aştî pêk were."
 
(mm-ra/rc)