Jiyanda li Mînbîcê di rûyê bi ken yê jinan de dijî

Portreler
Tebax 28 / 2016


 

 
JINHA
 
WAN - Bêrîvan Cîn (Jiyanda Bîlgeş) ya YPJ'î di pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da. Berîvan ku bi hezkirinek mezin girêdayê çiya û azadiyê, li Mînbîcê di rûyê bi ken yê her jinê de dijî. 
 
Bêrîvan Cîn (Jiyanda Bîlgeş) ya YPJ'î li pey xeyalên xwe çû û di pêngava azadkirna Mînbîcê de cih girt û desta qehremaniyê nivîsî. Dayika wê Jinda wiha vegot: "Keça min tola hovîtiya li jinan hatiye kirin girt."
 
Bêrîvan yek ji lehenga jin ya di pêngava azadiyê de jiyana xwe ji dest daye bû. Di rûyê bi ken yên jinên Mînbîcê de tê jiyîn. Bêrîvan di 1989'an de li Elkê ya Şinexê li gundê Bilbesê hat dinê û li Mînbîcê nemir bû. çîroka wê ji aliyê dayika wê Perîhan Cînê ve hat vegotin. Dayik Perîhanê got: "Zaroka min ya ewil bû. Ez bi wê re wek heval bûm."
 
'Keça min evîndara çiya bû'
 
Perîhanê wiha got: "Bêrîvan di zarokatiya xwe der her tim derdiket ser lûtkeyên çiya û heta derengiyê li wir tenê dima. Keça min evîndarê çiya bû. sibehê zû radibû, diçû ser çiyan. Dema min ew didît, bizinên çiya dihat bîra min. Rojekê min ew şopand. Piştî demekê ez westiyam. Min pişta xwe da kevirekî. Dema min li jor mêze kir, derketibû lûtkeyan û xwe dirêj kiribû. wê rojê dereng hat malê. Ez pir lê xeyidîm. Wê jî got dayê çiya zirarê nadin min. Min wê demê fêm nekir, lê niha baş fêm dikim."
 
'Gelê Kurd ne azad e'
 
Perîhanê destnîşan kir ku Berîvanê gelek ji pirtûkan hez dikir û got: "Keça min her tim pirsa 'gelê Kurd çima wek gelên din ne azad e' dipirsî. Berîvan rûken bû. Em di 2006'an de ji Elkê çûn Wanê. Roja em çûn Bêrîvan pir giriya. Ji bo wê demek zor bû. Ji ber ku ji çiyayê ku evîndarê wê bû dûr ket."
 
'Keça min têkoşînê nemir bû'
 
Perîhanê nameya ku Bêrîvanê hiştî anî ziman û got: "gotinên wekê 'dayê min ji vê rêz hez kir, ez di vê rê de dimirim' nivîsandibû. Keça min li dijî feraseta ku jin qetil dikirin şer kir û nemir bû. keça min li dijî çeteyê hov DAIŞ'ê şer kir. Ez bi keça xwe serbilindim."
 
Xwişka wê Sevîn Cînê jî wiha got: "Bêrîvan di jiyana rojane de qet nediaxivî. Lê di dilê wê de gelek tişt hebûn. Xwişka min ji xwendina pirtûkan û muzîka Kurdî gelek hez dikir. Ew li pey xeyalên xwe çû. Ji ber xwişka min xeyalên xwe pêk anîn em kêfxweşin." 
 
(htk/ng/hu)