Ronahiya çiyayên Kurdistanê Andrea Wolf

Portreler
Cotmeh 22 / 2016


 

 
Nişmiye Güler/JINHA
 
WAN – Ronahiya çiyayên Kurdistanê a (Andrea Wolf) a ku bi gotina "Ji derveyî çiyayan ti rê ji bo me nehêlane” di binhişiyan de cihê xwe girtî bûye sembola têkoşîna entarnasyonalist. Ronahi ya ku ji bo azadiya hemû minrovahiyê têkoşiya bêdawîbû. 
 
Ronahiya çiyayên Kurdistanê (Andrea Wolf) di 15’ê çile ya sala 1965’an de li bajarê Munih ê Elmanya yê hatiye dinê. Di salên 1970-80’an dema ku Elmanya tevlîhev li gel malbata xwe gelek zoriyan dibine. Andrea ji ber welatparêziya xwe ji aliyê her kesê ve tê heskirin. Andrea hina 15 salî dikeve nava siyasetê û dibe endama Partiya Sosyalist Demokrat (SPD). Hina ciwan li gel dayika xwe û birayê xwe di nava meş û çalakiyan de cih digirin. Andrea li gel hevalên xwe rêxistina “Dema azad 81” avadike. Dema ku Andrea li gel hevalên xwe dibin manşetên rojnameyan, di heman demê de dibin hedefa polisan jî û tê girtin. Andrea ya ku bi dehan caran dikeve binçavan û tê girtin heya salên 1990’an xebatên xwe yên şoreşgerî berdewam dike.
 
'Navê Bedriye Taş li xwe dike' 
 
Andrea ya ku bi şoreşên cîhanê re eleqederdibû tevgera azadiya Kurdisanê nasdike, di sala 1996’an de li hember biriyara girtinê ya ku li Elmanya di derbarê wê de derdikeve tevlî nava refên PKK’ê dibe. Andrea navê Bedriye Taş Ronahî a ku di sala 1994’an de li hember qedexekirina pirozbahiyên Newrozê li Elmanyayê agir berdide bedena xwe li xwe dike. Andrea dibe Ronahiya çiyayên Kurdistanê û ber bi armanca xwe ya her deverê ronîkirinê ve diçe. Ronahî jiyana jinên Kurdistanê ya çiyayan YJAK’ê û mil bi milê mêran di eniya şer de cihgirtina wan nasdike. 
 
'Ez ê êdî weke şoreşgerek Elman li ser vê axê şer bikim'
 
Ronahî, di axiftinek xwe de sedema tevlîbûna nava refên PKK'ê wiha tîne ziman: “Ez naxwazim di nava qerêjiya ku niha mirov di navê de jiyan dike bijim. Heya ku hêza min hebe ezê nebim amura vê qerêjiyê. Ji vê qirêjiyê durketin ji bo min morala herî mezine. Ez ê bi sekin û kedek mezin di vê  rêyê de bimeşim. Her çendî ku ji nava çandek cuda hatime vêderê ji lê min qet biyanîbûn nekêşa. Berpirsiyariya ku li vêderê min girtiye, ji bo guherîn û veguherîna min giringe. Êdî weke şoreşgerek Elman ez ê li ser vê axê şer bikim. Bi hêza ku min ji vêderê girtî ez ê axa xwe biparêzim û hemû hêza xwe derxim holê. Bi qasi serketinê hêviya min heye.”
 
'Ji derveyî çiyayan ji bo me ti bijarte nehêlan' 
 
Ronahî di 1’ê Gulana sala 1997’an de nîşeya “Diviya bû me di makineyên şer metrepolan de xwe bêdeng kiribana, lê nebû, ji derveyî çiyayan ji bo me ti vebijêrk nehêlan” nivisiye. Ronahî di 23 yê Cotmeha sala 1998’an de li Şaxa Wanê li gel 23 hevalên xwe sax tê girtin û wê qetildikin. Qetilkirina Ronahî di nava Tirtiye û Elmanya de dibe sedema qirîzê. Ronahiya ku demdirêj mezarê wê nedihat zanîn, di sala 2011’an de hat zanîn ku cenazê wê li bejahiya gundê Dokmelitaş ê Şaxê di gorek komîdene.
 
'Ji bo azadiya mirovahiyê beşdarî nava PKK’ê bûm'
 
Agahiyên înfazkirina Ronahî hevalên wê yên sax rizgarbûn û gundiyan dan. Hevalên wê roja şerçêbû bi van gotinan anîn ziman: “Ji bo ku em teslîm bibin bi kurdi anons dikirin. Di wê navberê de ji nava hevalên jin heval Ronahî derket derve. Dema ku Ronahî derket ji leşkeran re got: ‘Ez sosyalistim, ji bo azadiya hemû mirovahiyê beşdarî nava PKK’ê bûm.’ Cerdevanan qala tiştên di nava çantê Rohanî de dikirin. Dengê wan dihat. Piştî dengê heval Ronahî bi qasî niv saetê dengê gulebaranê hat. Heya roja dinê saet 12.00’an em li benda wan man. Piştî nîvro dijmin ji nava arazî derketin. Em wê şevê derketin derve. Dijmin cenazê gelek hevalên me komkiribû. Hinek jî cudabûn. Cenazê heval Kamuran şewitandibûn. Serê heval Agirî jêkiribûn. Bi qasî 10 metran dur cenazê heval Ronahî tazî li erdêbû pêsîrên wê jêkirîbûn. Serê wê û organê wê yên zayendî gulebaran kiribûn.”
 
'Ronahiya sembola têkoşîna enternasyonalist'
 
Ji bo sembola têkoşîna enternasyonalist Ronahî û hevalên wê di sala 2011’an de Parêzvanên Mafê Mirovan “Komisyona Lêkolînê ya Bêaliya Navnetewî” avakirin. Dema ku lêkolînên komisyonê asteng dikirin di 15’ê Îlona sala 2013’an de gel ji bo Ronahî û hevalên wê “Şehîdgiha Ronahî” vekirin. Dema ku biriyara xirakirina “Şehîdgiha Ronahî” dan bi rojan jinan li wê nobt girtin. Lê di 27’ê Mijdara sala 2015’an de ji aliyê TSK yê ve bi bombabaranê xiradikin. 
  
Dayika wê Lila Wolf, di nameya berî jiyana xwe ji dest bide jêre nivisandiye wiha gotiye: “Vîna te vîna cîhanê ye.”
 
Şair Ozan Telli jî ji bo têkoşîna Ronahi ya enternasyonalist helbestek li ser wê nivisiye.
 
(zt)