Bûka Kurdistanê ya dilmezin Savuşka Adar

Portreler
Îlon 20 / 2016



 
Vildan Atmaca/JINHA



WAN - Malbata Savuşka Adar (Gulcîhan Sonmez) a ku ji çiyayan hez dikir wiha gotin: "Armanca Gulcîhan ew bû ku bibe bûka Kurdistanê û heya dawiyê ber xwe bide. Armanca xwe bicih anî."



Şervana PKK'ê Savuşka Adar (Gulcîhan Sonmez) di sala 1979'an de li Manîsayê hatiye dinê. Gulcîhan a bi xwe ji Mûşêye, li gel malbata xwe di sala 1974'an de koçberî Manîsayê bûye. Gulcîhanê dibistana seretayî li Manîsayê û dibistana amedeyî jî li Meletiyê qedandiye. Piştre derbasî Enqereyê bûne wê demê Gulcîhanê di zaningeha Gazî de dest bi beşa erdnigarî, ziman û dîrokê kiriye. Gulcîhan biryara tevlibûnê piştî tevlîbûna xwîşka xwe û girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan distîne û di sala 1999'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Gulcîhan bi bawerî û hêvîya xwe heya dawiyê têkoşîna jiyanê dide. Gulcîhan li gel 7 rêhevalên xwe di sala 2008'an de li navçeya Mutki ya Bîtlîsê jiyana xwe ji dest dide. Gulcîhan armanca rêwitiya xwe ya ber bi warên azadiyê ve bi van gotina: "Ez ê bibim bûka Kurdistanê" tîne ziman. Dayik û bavê Gulcîhanê qala jiyan û baweriya wê ya têkoşînê kir.



'Jiyan bi parvekirinê naskir'



Dayika Gulcîhanê, Kîbar Sonmez wiha qala jiyan û bîranînên keça xwe kir: "Keça min ji zarok bûna xwe heya mezin bûyî hemû kesan gelek hez dikir. Jiyan bi parvekirinê naskir. Her tiştê xwe bi gel hemû kesan parvedikir. Min her tim jê ra digot Canê. Zarokek gelek xweşikbû. Di dibistanê de zaroka herî jîr keça min bû. Evîniya wê û pirtûkan pir cuda bû. Hez kirinek cuda hebû di dilê wê de. Wan demên zor û zehmet pirtûk dixwendin. Dewletê çi kiriba ji bo Gulcîhan nedibû asteng û wê asteng nasnedikir. Her tim serkeftîbû û gihiştî armanca xwe. Roj bi roj evîniya wê ji bo Serokatî û çiyayan mezin dibû heya ku tevlî refan bûyî.



'Girtina Serokatî bandorek mezin li ser Gulcîhanê kir'



Kîbar destnîşan kir ku keça wê Gulcîhan her tim bi xwendina pirtûkên ser PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wan nasdike û hezkirina wê mezin dibe. Kîbar bilêv kir ku piştî xwîşka wê tevlî refan dibe Gulcîhan zêdetir nêzî PKK'ê dibe û wiha domand: "Keça min di zaningeha Enqerê ya Gazî de başa erdnîgarî, ziman û dîrok dixwend. Wê demê me malbatê biryar sitand û em çûn Ewrupayê. Gulcîhan ji me ra got; 'Hûn herin ez jî dê piştî betlaneya zaningehê bêm.' Girtina Serokatî jî bandorek mezin li ser Gulcîhanê kir. Ji ber wê jî çawa ku betlaneya zaningehê bû Gulcîhan tevlî refan bû û gihişt armanca xwe. Em li Ewrupayê bûn agahî hat ku Gulcîhan jiyana xwe ji dest daye. Em çûn gundê Mutkî ya Bîdlîsê, Gulcîhan bi 7 rêhavalên xwe re li wir jiyana xwe ji dest dane. Hevalên wê di xewka şîrîn de jiyana xwe ji dest didin. Keça min sê roj û sê şevan tenê li hemberî dijmin têkoşîna xwe daye. Heya dawiya guleyên xwe ber xwe dide."



'Keça min bû bûka Kurdistanê'



Bavê Gulcîhanê, Muhemmed Emîn Sonmez jî got: "Keça min di jiyanê de pir serkeftî bû. Malbata me di nav hemû zarokan de Gulcîhan hez dikir. Tu caran dilê kes ê nedihişt. Jinek bi hêz û bêdeng bû. Pirtûk hez dikir. Dema ku xwîşka Gulcîhan tevlî refan bû wê demê Gulcîhanê jî fikra xwe aşkera kir. Biryara xwe ya tevlîbûnê dibêje xwîşka xwe. Dema ku me sihbet dikirin Gulcîhan di got: 'Ez ê bibin bûka Kurdistanê.' Gotina xwe cih anî û bû bûka Kurdistanê. Her tim digot em nikarin xwe înkar bikin em hene." 



(hk/zt)