Delîla û dengê wê yê li lûtkeyên çiyan deng dide

Portreler
Tebax 24 / 2016



 
JINHA 
 
AMED –  Delîlayê ku dengê xwe ji çiyan, çeman û giran derbasî kolan, qad û malan kir, hunera xwe bi têkoşîna xwe re kir yek. Delîlayê hestên xwe derbasî mîlyonan kesî kir. Delîla 9 sal berê îro jiyana xwe ji dest da û zarokên ku hatin dinê navê wê lê hat danîn, stranên wê li ser zimanan geriya.
 
Delîla ku li lutkeyên çiya bi cil û bergên xwe yên gerîla û defa li pişta wê hat dîtin, tiştên ku gelê wê jiyabû, hestên xwe yek bi yek di stranên xwe de vegot.  Strana Sabahattîn Alî ya ‘Benim meskenim daglardir daglar’ li çiyan striya û bû ‘gerîlayeke hêviya gelê xwe.’ Got ‘Dil dixwaze here cengê’ û rêya têkoşîna azadiyê girt. Delîlayê stranên wekê ‘ Şev tarî’, ‘Sê jinên azad’ û ‘şifa istemem balindan’ jî strî û  di nav huner û têkoşîna xwe de têkiliyek xurt danî. Têkoşîna jinê di jiyana xwe de xist navendê û  xwedavend di stranên xwe de bi cih kir.  Bi dengê xwe yê zelal ‘Zîlan’ striya û di guhê hemû jinan de dengê xwe hişt.
 
Delîlaya ku li pey xwe têkoşîn, deng û stranên xwe hişt, 9 sal berê îro li Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika wê Gulsuma Guçer, keça xwe Delîla vegot û wiha got: “Şenay keça min e. Lê Delîla keça hemû gelê Kurd e.”
 
Delîla Meyaser (Şenay Guçer) ji Farqîna Amedê di 1999’an de beşdarî PKK’ê bû.  Di 24’ê Tebaxa 2007’an de li Qilabanê jiyana xwe ji dest da.   Di muzîkê de gelek jîr bû.  Di 26 saliya xwe de bi 10 hevalê xwe re di 23’ê Tebaxa 2007’an de  di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
 
'Binpêkirin qebûl nedikir’
 
Rojnameger Hasan Cemal jiyana Delîlayê di piritûka ‘Delîla. Rojnivîskên Çiya ya Gerîlayeke jin a Ciwan’ nivîsî. Dayika wê Gulsumayê got: “Delîla li zarokên min yên din neçibû. Ti car ez nerehet nekirim.  Pir bêdeng bû.  Lê piştî mezin bû gelek bi cesaret bû. Tişta ku digot dikir.  Delîlayê bindestî qebûl nedikir.”
 
Delîlaya li dibistanê gelek serkeftîbû li malê her tim strana ‘Dil dixwaze here cengê’ distirê.  Ji ber vê malbat texmin dike ku tevlî PKK’ê bibe. Delîla ji girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek bi bandor dibe û dixwaze her derê bide ber agir û çalakiyan pêk bîne.
 
Herî dawî berê xwe dide çiyan û li wir navê Şinaî digire. dema rêhevala wê jiyana xwe ji dest dide navê Delîla digire.  cenazeyê delîlayê 18 meh şunde teslîmê malbatê kirin.  Delîlayê mîrateyek mezin ji hunermend û jinan re hişt. Dayika wê rojnivîskên wê hîna vedişêre. Stranên wê hîna tên strîn. Li zarokên nû tên dinê navê Delîla tê danîn. 
 
(gc/hu)