Sembola rihê berxwedaniyê: Arîn Mîrkan

Portreler
Cotmeh 04 / 2016



 
Rabîa Êto-Gulan Botan/JINHA



KOBANÊ- Şervana heqîqetê û sembola berxwedaniyê Arîn Mîrkan, li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê bi çalakiya xwe yê fedayî navê xwe li dîrokê neqişand û got ku "Jina kurd hîna gotina xwe yê dawiyê negotiye. Azadî bi xwestinê tenê pêk nayê."



Wateyê jiyanê di keseyat û sekna lêgerînvana heqîqetê û sembola berxwedaniyê Arîn Mîrkan de veguherî berxwedaniya li hember dagirkeriyê. Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Arîn Mîrkan (Dilar Gencxemîs) di sala 1992'an de li gundê Mîrkan yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayik bûye. Arîn di nava malbatek welatparêz a xwedî helwestên neteweyî ye de mezin dibe û dibistana seretayî, navîn li gund dixwîne. Arîn di sala 2007'an de tevlî Tevgera azadiya Kurdistanê dibe û bi destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê re tevî 3'ê birayên xwe tevlî nava xebatên parastinê dibe.



Arîna ku xwedî taybetmendiya pêşengiyê bû, li Girê Miştenûrê bû fermandara yekîneyekê. Ew li tevahî qadên şer ji bo hevalên xwe dibû çavkaniya hêzê û di hemû şert û mercên jiyanê de mînaka hevaltiyê bû. Her dem rûyê wê li ken bû û wê hêza xwe li derdora xwe belav dikir. Li hember hemû pirsgirêk û doza gelê xwe, xwedî rihek bilind ya berpirsyariyê bû. Li Kantona Kobanê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê derdora çiyayê Miştenûrê dorpêç kirin, Arîn di 5'ê Cotmeha 2014'an de bi çalakiya xwe yê fedayî ya li hember çeteyên DAIŞ'ê di dîroka mirovahiyê de efsaneyek ya berxwedanê nivîsand. Arîn di êrîşa qirkirinê ya çeteyan de gotibû, "Jina kurd di berxwedana Kobanê de hîna gotina xwe ya dawî nekiriye. Em ji çeteyan natirsin, heya dawiyê em şer bikin. Li şûna ku em bikevin destê çeteyan de em ê canê xwe feda bikin." Arîn bi sekin û berxwedana xwe ji tevahî jinên cîhanê re bû çavkaniya hêzê û baweriyê. Bi mebesta salvegera çalakiya Arîn Mîrkanê dayik, xwişk û rêhevalên wê yên têkoşînê ji ajansa me JINHA'yê re axivîn.



'Keça min bû xelat û li tevahî cîhanê belav bû'



Dayika Arînê Wahide Xenan diyar kir ku, Arîn ji zaroktiya xwe ve meraqê wê li hember tevgera azadiyê hebû û wiha got: "Arîn her dem riyek didît û diçû gel hevalan. Gelek ji hevalan hezdikir. Dema biryarê tevlîbûnê girt jî hayê me jê nebû. Biçûk bû lê gelek jê hatî bû. Bi salan li çiya ma û bi şoreşê re derbasî Rojava bû. Em bi çalakiya Arînê serbilindin. Wek malbat em tev şopdarê riya Arînê û Rêber Apo ne." Wahîdeyê bi bîr xist ku şerê Kobanê gelek dijwar bû û Arîn qadên berxwedaniyê hilbijartiye û wiha domand: "Kurê min yê biçûk jî ji bo şer diçû Kobanê, ji ber Arîn nû çalakiya fedayî pêk anîbû ew dubare vegerandin. Arînê serê jin û gelê kurd bilind kir."



Wehîdeyê destnîşan kir ku, ew ê doza şehîdan heya dawî berdewam bikin û ev tişt got: "Em ê zilma ku Erdogan li hember gelê kurd kiriye ji bîr nekin. Tevgera azadiyê bi xwîna şehîdan mezin bû. 7 zarokên min hene, ji bo azadiya Serok Apo û gelê kurd em tev di vê oxirê de amede ne jiyana xwe ji dest bidin. Pêk anîna xayînan ji bîr nabe. Em ê li hember zilma Erdogan haya dawiyê têbikoşin û ew ê Kurdistana me ava bibe. Keça min bû xelat û li tevahî cîhanê belav bû."



'Têkîliyên wê yên hevaltî gelek gerimbû'



Xwişka Arînê Dîcle Gencxemîs anî ziman ku Arîn bi sekna xwe her kes matmayî dikir û wiha got: "Arîn 2 sal ji min biçûktire. Sekin û tevgera wê gelek balkêşbû. Girêdan û nêzîkatiya wê li hember jiyanê gelek cuda bû. Her dem rû li ken bû. Têkîliyên wê yên hevaltî jî gelek gerimbû. Xwendina pirtûkan gelek hezdikir. Hestên wê yên hevaltî li pê bû. Di dibistana xwe de jî serkeftî bû."Her wiha xwişka Arînê Zehra Cencxemîs jî wiha qala kesayeta Arînê kir: "Piranî me dem gel hev derbas dikir. Bi Arînê re rihê tolhildanê li pêş bû. Jina kurd li hember zilmê berxwedaniyek mezin dikin. Çalakiya Arînê bandorek mezin kir. Arîn serê xwe li hember tu kesî netewand. Ew bi berxwedan û çalakiya xwe navê xwe li dîrokê nivîsî." 



'Arîn xwedî xeyalên mezin bû'



Rêhevala Arîn Mîrkan Penaber Leman ya ku demên dirêj ligel Arînê jiyanê parvekiriye diyar kir ku, Arîn xwedî xeyalên mezin bû û wiha got: "Arîn di jiyanê de mînak bû û armanca wê yek bû. Ne dudilbû. Gotina 'nabe' li gel wê tune bû. Arîn çalakiya fedayî ne tenê ji bo têk birina çeteyên DAIŞ'ê pêk anî, di heman demê de ji bo bihîstandina dengê jina azad û YPJ'ê bû. Arîn armanca xwe pêk anî û tevahî cîhanê bi berxwedaniya Kobanê da hesandin. Dengvedana çalakiya wê hişt ku cîhan li dora Kobanê kom bibe. Hevala Rêvana jî xwedî çalakiyeke pir mezin e. Ez bejina xwe li ber wan ditewînin. Roja ku Miştenûr azad bû, ji her derê ji me re telefon hatin û xwestin em li ser Miştenûr agir vêxin. Tiştek li ba me nebû, me agir berda tirextorê û roniya wê ya geş li herderê belav bkir. Ew roj roja serkeftina Arîn û hemû hevalên şehîd bû."



'Arîn pêşengiya berxwedana hebûn û nebûnê kir'



Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Kobanê jî diyar kir ku di şerê Kobanê de ew li gel Arînê bû û got ku di heman eniyê de şer kirine. Sorxwînê di serî de Arînê bibîr anî û wiha axivî: "Ez bejna xwe li hember tevahî şehîdên Kurdistanê ditewînim. Niha jî dema mirov berê xwe dide qadên ku berxwedan lê hatî kirin, hestên cuda dijî. Dengê zarokan û şênbûna her derê mirov kêfxweş dike. Lê li ser her dîwareke vî bajarî xwîna şehîdan heye. Hevala Arîn Mîrkan di vê rojê de pêşengtiya şoreşê kir, pêşengtiya berxwedana hebûn û nebûna gelê kurd kir. Ew li ser xeta Zîlan û Bêrîtanan meşiya. Di her demekê ku gelê Kurd bi tunebûnê re rûbirû bûye qehremanek derdikeve, darbeyê li dijmin dixîne û dijmin paş ve vedigerîne. Arîn jî yek ji van lehengan e."



'Li hember çekê giran me bi vîna xwe şer kir'



Sorxwînê wiha qala çalakiya fedayî ya Arînê kir: "Dijmin bi çekên herî modern biser me de dihat, bi çekên herî giran şer dikirin. Me jî bi vîna xwe şerê vê teknîkê dikir. Hevala Arîn bi kleşa xwe û du bombeyan çalekiya fedayî pêk anî. Çalekiya hevala Arîn pir watedar e. Ji ber çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi taybet êrîşê jinan kir û li bazara koleyan firot. Lê li Kobanê bi felsefeya Rêber Apo re jinên fedayî derketin pêş û çete têk birin. Li Kobanê berxwedanê çavkaniya xwe ji kesayeta hevalên jin girt. Di şer de her hêviyê şervanan bi ser ket. Her heveleke di berîka xwe de alek YPJ-YPG'ê rakiribû. Bi hêviya azadiyê û vedana alê şer dikirin. Xeyalên wan azadiya Kobanê bû û ev pêk hat."



'Her sal wateya çalekiyê zêdetir dibe'



Şervana YPJ'ê Çîçek Dolî jî bi lêv kir ku çalakiya Arînê gelek pîroze û wiha domand: "Her salê wateya vê çalekiyê zêdetir dibe. Di van kolanên Kobanê de çeteyan bi hemû hêza xwe, bi çekên herî giran êrîşê me dikirin. Dewleta Tirkiyeyê jî piştgirî dida çeteyan. Di wê kêliyê de hêviyên gelek kesan ketibû, digotin 'Kobanê dê bikeve'. Arîn bi çalakiya xwe vê gotinê vala derxist û berxwedana dîrokî pêk anî. Xeyala Arînê dubare vegera gelê Kobanê bû. Arînê koçberî û xizaniya gel ji ber çeteyan bi çavê xwe dît. Ew ji vê rewşê gelek êşiya bû û nedipejrand. Tenê dixwest careke din gelê Kobanê vegere li ser axa xwe. Ji bo vê jî canê xwe feda kir. Çalakiya Arîn ji bo tevahî jinan bû mîrateya rûmetê. Gelek jin piştî çalakiya Arînê ji cîhanê tevlî YPJ'ê bûn. Her wiha çalekiya Arînê ji bo jinên Kobanê jî guhertineke mezin çêkir. Li vir zihniyeta desthilatdariyê mêr serwerbû. Piştî çalakiya Arînêî gel vegerî, qonaxeke nû destpêkir û ev ronî ji hêla hevala Arîn û jinên qehreman ên li vir şehîd bûn hat vêxistin."



(fr/en/rc)