Navek wenda ya dîrokê, Lubnaya Kurbayî

Portreler
Tebax 28 / 2016


 

 
JINHA 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Lubnaya Kurtubayî tenê ye ji jinên ku dîroka wan ji aliyê mêran ve hatiye nivîsîn û cih nedaye serkeftinên wan e. Ew zanyareke ku pirtûkxaneya herî mezin a cîhanê vekiriye, matematîkvan, helbestkar û wergergervane.
 
Lubnaya Kurtubayî di sedsala 10’emîn de di dema Emewiyên Endulus te jiyaye û yek ji alimên jin ya musliman bû. Di dema 3’emîn Xalîfeyê Emewiyên Endulust  Abdurahman de li qesrê mezin bû û destpêkê kolebû piştre ji ber jîrbûna xwe derket pêş. Piştî kurê Abdurrahman, 2’emîn Hakem Ibn Abdur-Rahman bû xalîfe  Lubna şêwirmendiya wî dike.
 
 Alima Endulus
 
Lubna helbestkar, katîp, wergervan û pirtûkane vekiribû. Di heman demê de matematîkvan bû.  xebatên Oklîd û Arşîmet û gelekên din wergerî Erebî kir û bi rêya Endulusê li Ewpayê belav kir. Dema bû seroka Pirtûkxaneya Kraliyeta Endulus, li bajarê Kahîre, Bexda û Şamê geriya û ji bo pirtûkxaneyê alavên akademîr berhev kir.  Hejmara pirtûkan derxist 500.000’î. Bi vî awayî yek ji pirtûkxaneyên herî mezin ya cîhanê ava kir.
 
‘Mirovek taybet bû’
 
Her wiha Lubnayê gelek ji matematîkê hez dikir û zanyariya wê pir mezin bû.  her tim li kolanên Endulus digeriya û rêgezên matematîkê nîşanê zarokan dida.
 
Her wiha çavkaniyên bi nirx jî werger kir û xwendin û nîsandin fêrî ji 170’yî zêdetir jinî kiriye. Lubna li gorî lêkolînerên îroyîn, mirovek pir taybete. 
 
Lubna her wiha xwedî gelek helbeste jî.  Dîroknas Ibn Bashkaval dema Lubnayê dide nasîn wiha dibêje: “Di wêje, helbestê de hosteye.  Qesra Emewî yek wek wê nedîtiye.”
 
(rt/hu)