Evîn bi rûkenî û wêrektiya xwe di bîra her mirovek de ma

Portreler
Cotmeh 16 / 2016


 

 
Ebîr Ehmed-Lava Sîrac/JINHA
 
HESEKÊ - Evîn Hesekê (Henadî Mihemed Hesen) her kes bi rûkeniyê ew naskiribû, ji ber bibû çavkaniya hêz û moralê di dilê hewirdora xwe de. Dayika wê Ixlas Yûsûf got: "Taybetmendiya wê ya herî balkêş cesareta wê bû. Serê min bi keça min bilinde. Ji ber ku keça min dema parastina welatê xwe dikir şehîd ket. Ev yek ji bo min rûmet û serbilindiye."
 
 
Evîn Hesekê (Henadî Mihemed Hesen) di sala 1998'an de li Taxa Kelasê ya girêdayî bajarê Heseka Kantona Cizîrê ji dayik bûye. Dayika Evînê jinek ereb ji Filîstînê ye û bavê wê erebek ji bajarê Hesekê ye. Malbata Evînê ya ku ji 3 keç û 2 mêr pêk tên, li taxa ku piranî kurd lê dijîn, jiyane. Evîn di 6 saliyê xwede li 'Dibistana Şehîd Rufeyda Islamiya' dike. Ji temena xwe ya biçûk şahidiya helwestên mamosteyên xwe yên ereb hember xwendekarên kurd dike. Evîna ku bertek nîşanî nêzîkatiyên mamosteyan dide, dibistana xwe nîvco dihêle û terk dike.  Xwişka Evînê Semmah Hesen got ku: "Her çiqas me hewil da ku Evîn bixwîne, lê me nekarî îqna kiriba. Piştî dibistana seratayî dibistana xwe terk kir."
 
 
'Ji xwişka xwe bandorbûm û tevlî YPJ'ê bûm'
 
Xwişka Evînê Semah diyar kir ku Evîn di nava jiyanê de her bi coşbû û wiha got: "Di nav civatê de atmosfêreke kêfxweşiyê çêdikir. Hertim ji me re stran digot û govend digerand. Dixwest bibe hozan. Heval û cîranên me pir pêve hatibûn girêdan. Min jî jê hêz û moralê digirt." Semahê anî ziman ku ji ber xîzaniyê wan mala xwe birine Parêzgeha Lazqiyê ya Sûriyeyê û wiha domand: "Em neçar man di kargehan de bixebitin. Du sal em li wir man. Bi destpêka pêvajoya şoreşa Rojava re, dema alozî li tevahiya Sûriyê belav dibû em vegeriyan Rojava." Semahê bi anî ziman ku Evîn gelek ji şervanên YPG/YPJ'ê bandor bibû û wiha pêl da gotina xwe: "Evîn di 2015'an de biryara tevlî hêza YPJ'ê girt. Navê xwe jî kir Evîn Hesekê. Ez jî jê bandor bûm û tevlî YPJ'ê bûm."
 
'Taybetmendiya wê ya herî balkêş wêrektiya wê bû' 
 
Dayika Evînê Ixlas Yûsûf jî hestên xwe wiha rave kir: "Di navbera me û cîranên me yên kurd de têkiliyeke xurt a hezkirin û hurmetê hebû. Me rastiya rejîma Baas û zextên li ser kurdan bi çavên xwe didît. Evîn jî di nav zarokên kurd de mezin bû. Ez bi xwedîkirina wê newestiyam. Ew di nav xwîşk û birayên xwe ya herî zane û jîr bû. Ji kesên derdora xwe pir hez dikir, herdem dev bi ken bû, tucarî kesek aciz nedikir, ji ber vê yekê cihê xwe di dilê her kesê/î de çêkir. Taybetmendiya wê ya herî balkêş wêrektiya wê bû. Tu ferdek ji vê malbatê ne bi qasî wê wêrekbû. Dema tişek jê re pêwîst bû derengê şevê ba jî wê derketiba û çareser kiriba. Ji çek jî pir hez dikir."
 
 
'Keça min dema parastina welat dikir şehîd bû'
 
Ixlasê qala pêvajoya şoreşê ya ku bi pêşengiya jinên Rojava pêş dikeve kir û ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Evîn û xwişka xwe Semah ligel hev tevlî perwerdehiya siyasî û leşkerî bûn. Bi vî aweyî ew bi tevlîbûna YPJ'ê re dest bi naskirina jiyanek nû kirin. Hevalên nû naskirin. Evîn bi rûkeniya xwe gelek heval bi xwe ve da girêdan. Bi coşek mezin tevlî perwerdê bûn. Her dem dixwast tevlî şer bibe. Tevlî Hemleya Şehîd Rûbar Qamişlo bû û li hember rejîmê şer kir. Evîn di cotmeha 2015'an de li Taxa Xiweran ya bajarê Hesekê di encama şerê ligel çeteyan jiyana xwe ji dest da. Em gelek pê bandor bûn. Merasîma veşartinê bi aweyek girseyî li Goristana Şehîd Dijwar Dawûd hat veşartin.
 
Ixlasê da zanîn ku ew bi keça xwe serbilinde û wiha dawî li gotina xwe anî: " Serê min bi keça min bilinde. Ji ber ku keça min dema parastina welatê xwe dikir şehîd ket. Ev yek ji bo min rûmet û serbilindiye."
 
(en/rc)