Got 'mirovahî bi erdê re tê kaşkirin' û ket rê

Portreler
Cotmeh 09 / 2016


 
                      
 
JINHA
 
STENBOL- Şîrîn Kiliçalp ya di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da got 'Evqas êş tê kişandin, mirovahî bi erdê re tê kaşkirin, ji ber vê ez diçim mîtînga aştiyê' û  ketibû rê. Xwişka Şîrînê, Seldayê got: "Tiştên li Haci Lokman Bîrlîk hatibû kirin bandorek mezin lê kiribû. ji ber vê biryara çûyînê da bû." 
 
Şîrîn Kiliçalp di komkujiya 10'ê cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da. Şîrîn di 1982'an de li gundê Helîkan a Kuluya Konyayê, yek ji çar zarokên malbatê ya herî biçûk hat dinê.  Dibistana seretayî û navîn li Kuluyê xwend. Zanîngeh li Enqereyê qedand.  Mamostetiya Tirkî li Zanîngeha Gaziyê qedand û du salan mamostetiya heqdest kir.  Li Stenbolê mamostetiya kadroyî kir. Herî dawî li Dibistana Haci Ethem Uktem mamostetî kir.
 
'Ji hewlbetê gelek hez dikir'
 
Xwişka wê Selda Kiliçalpê têkildarî xwişka xwe Şîrînê de wiha got: "Xwişka me ya biçûk bû. me gelek jê hez dikir. Me di şert û mercên zehmet de xwend.  Dayika min her tim piştgirî da me. Niha ew tine em piştgiriyê didin dayika xwe. Bi me li ser piyan disekine.  Şîrînê ti carî dayika me neşikand. Gelek ji zarokan hez dikir. Her tim ji xwendekarên xwe re diyariyên biçûk digirt. Her tim pirtûk ji xwendekarên xwe re digirt.  Ji helbestan gelek hez dikir.  Şano mereq dikir.  Bi saya Egîtîm Senê  li sahneya jinan xebatên xwe didoman."
 
'Evîndarê Kurdî bû'
 
Seldayê bi lêv kir ku hevalên wê gelek Şîrînê hez dikir û wiha pê de çû: "Hevalên wê gelek jê hez dikir.  Wê gelek nirx dida hevalên xwe. Gelek dostên wê hebûn.  Gelek ji Kurdî hez dikir. Evîndarê Kurdî bû.  diçû qursa ziman. Armanca wê ne mamostetiya Kurdî bû. armanca wê baş zimanê Kurdî hîn bike. Şîrîn belkî kûrt jiya lê bi qasî kesekî 70 salî her tişt kir.  Xeyalek wê hebûya teqez dikir."
 
'Gelek di bin bandora Haci Lokman de ma'
 
Seldayê têkildarî 10'ê cotmehê de jî wiha got: "Fikra wê ya çûyîna Enqereyê tinebû. Ji ber westandî bû.  xwe wê demê westandî hîs dikir. Lê piştre hat got 'evqas êş tê kişandin, mirovahî li erdê tê kaşkirin, ezê biçim mîtînga aştiyê.' Gelek di bin bandora Haci Lokman Bîrlîk de ma. Şîrînê em çawa hiştin û çû? Cihê agir pê ket dişewite.  Ez her deqe difikirim. Êşa me her roj mezintir dibe.  Li ser derê şopa wê heye." 
 
(bk/hu)