Şopdar û evîndara azadiyê: Bêrîtan Cûdî

Portreler
Cotmeh 09 / 2016


 

 
Ronîda Hacî/JINHA
 
TIL TEMIR- Şervana YPJ'ê ya dilgerim û bi coşa azadiyê mezin bûyî Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) yekemîn jina ku ji bajarê Til Temirê tevlî têkoşînê bûye û di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cîhan Osman bi nasnav Bêrîtan Cûdî di sala 1995'an de li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê çavên xwe li cîhanê vekir. Ew ji bo pir-rengî û pir-çandiya gelan mayînde bike û nehêle ew dijminên çavnebar şûrên xwe yên xirabiyê li ser axa wê serwer bikin, xwe arasteyî têkoşînê kir.  Cîhan di sala 2011'an de zanîngeh dixwand û di dema xwendina xwe de tevlî xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû. Cîhan ji bajarê Til Temirê hem wek yekemîn jin cihê xwe di nava xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de girt hem jî bi giranbûna êrîşê çeteyan re wek yekem şervana jin tevlî YPJ'ê bû. Cîhan her şaneya bedena xwe, çek û rextê xwe ji bo şerê giran amade kir. Cîhana xwe cihê xwe bi kedek mezin di dilê her mirovî de da avakirin di 10'ê cotmeha 2015'an de di encamê şerê ligel çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedaniyek bê hempa jiyana xwe ji dest dide.  Rêheval û malbata Cîhanê bi boneya salvegera berxwedaniya wê ji ajansa me JINHA'yê re axivîn.
 
'Daxwaza Bêrîtan ya sereke azadî bû'
 
Dayika Cîhanê Cewher Yûnis diyar kir ku keça wê bi berxwedaniyek mezin û serbilindî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Min Bêrîtana xwe bi delalî û hezkirin mezin kir. Her kesê ku ew didît jê hez dikir. Hezkirina xwe dixiste dilê her kes. Bêrîtanê ji dibistanê, ji xwendin û hevalên xwe pir hez dikir. Dema gihîşt refa 10'an di sala 2011'an tevlî nav xebatên şoreşê bû. Daxwaza wê ya sereke azadî bû. Lewma em ji bo wê nebûn asteng. Piştî ku tevlî YPJ'ê bû ew û hevalên xwe carna dihatin malê. Hatiba gel me jî tenê rêheval û doza xwe difikirî. Bûyera herî zêde ya ku ser wê bandor dikir şehadeta rêhevalên wê bû."
 
'Bêrîtan hevalên xwe ji çeperên çeteyan rizgar kir û şehîd ket'
 
Cewherê da zanîn ku keça wê Cîhan di nava xebatê de gelek zû pêşketiye û wiha domand: "Keça min di demek kurt de bû fermandarê yekîneyek. Beriya Şehîd bibe jî hate ber malê, bê ku ji wesayîtê peya bibe silav da û çû. Ew li çiyayê Kizwana dima. Seat 2'ê şeva 10'ê cotmehê ez bi xwe hesiyam, denge çekan dihat ji aliyê çiyan ve. Seat 5'an de carek din deng hat. Ez pir tirsiyam. Min ji birayê wê Cîhad re jî got. Cîhad agahdar bibû ku Bêrîtan şehîd bûye. Paşê rêhevalên wê hatin û gotin ku Bêrîtan bi berxwedaniyeke mezin hevalên xwe ji nav dorpêça çeteyan xilas kiriye û bi serbilindî şehîd ketiye. Şehadeta Bêrîtanê bandoreke mezin li ser her kes kir. Bi navê wê dewreyek hate vekirin li Akademiya Şehîd Sadiq ya bajarê Dêrikê. Ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Ez bi şehadeta keça xwe serbilind im. Şehîd saxin, ew tucar namirin. Ez hemû malbatên şehîdan û Serok Apo jî silav dikim."
 
'Bêrîtan şopdarê azadiyê bû'
 
Rêhevala Cîhanê Gulan Emîn bi lêv kir ku Cîhan bêy ku kes nasbike jî ligel her kes dilgerimbû û wiha axivî: "Ez tevlî nav refên YPJ'ê bûm û min hevala Bêrîtan dît. Bê ku ez wê binasim, ez hembêz kirim û pir germ nêzîk min bû. Hevala Bêrîtan li ser hevaltiyê, rastiya têkoşînê û hêza jinê pir nîqaş bi min re dikir. Wê hişt ku ez ji xebata xwe hez bikim. Ez perwerde kirim û gelek car em ligel hev di çeperê de man. Bêrîtan şopdarê azadiyê bû. Her dem ji mera digot, 'ger min koletî pejrandiba, niha ez ê zewicîbama. Lê min koletî qebûl nekir. Min hezkirina xwe da axa xwe, Serokê xwe û azadiya jinê'. Bêrîtanê hertim hêz dida rêhevalên xwe. Her dem dixwest di eniya herî pêş de şer bike û li ser xeta Zîlan, Bêrîtan û Viyanan bimeşe. Bêrîtan li hember tevahî astengiyan çû Serêkaniyê û li wir tevlî şer bû. Paşê jî hate çiyayê Kizwana."
 
'Hestên xwe bi helbestan dianî ziman'
 
Gulanê bi lêv kir ku, Cîhan hestên xwe bi helbestan danî ziman û wiha pêde çû: "Piranî helbestên Bêrîtanê li ser şehîdan û Serokatî  bûn. Ji ber pir ji wan hez dikir. Her ku hevalek şehîd bibûya, Bêrîtanê soza xwe nû dikir. Bêrîtan rojek beriya şehîd bibe hate gel min û ji min re got ku ew gelek bêriya birayê min Rojdemê ku di şer de şehîd bibû kiriye. Roja din ez li telefona Bêrîtanê geriyam, min dît ku ketiye destê çeteyan û min zanî ew jî şehîd ketiye."
 
'Em bi Bêrîtana xwe serbilind in'
 
Bavê Cîhanê Elî Osman jî da zanîn ku yekemîn jina ku ji Til Temirê tevlî YPJ'ê bûye Cîhan bû û wiha got: "Li şerê Serêkaniyê û herwiha li gundên Aşûriyan ya Til Temir şer kir. Beriya biçe Serêkaniyê min jê re got 'Ez tenê tiştekê ji te dixwazim, tucar serê xwe ji dijmin re netewîne û li paş venegere.' Bêrîtan jî li çiyayê Kizwana li dijî çeteyan şer kir. Bi berxwedanî hevalên xwe xilas kir û pişta xwe neda dijmin, heya ku gihîşt şahadetê. Bêrîtan û her du birayên xwe Qehreman û Cîhad Osman bi hev re tevlî bûn, hertim ji birayên xwe re digot 'Şehadet bila bibe para min. Welat bê şehîd nabe.' Em bi Bêrîtana xwe serbilind in û em ê şopdarê rêya wê bin."
 
'Dîrok di kesayeta Bêrîtanê de dubare zindî bû'
 
Birayê Cîhanê Cîhad Osman jî anî ziman ku ew ligel xwişka xwe di heman çeperê de şer kiriye û wiha berdewam kir: "Bêrîtan li ser felsefeya Rêber Apo meşiya. Bêrîtanê ji bo jiyaneke azad û Kurdistaneke azad rahişt çek û got 'Ez amade me ku şer bikim û canê xwe feda bikim.' Ew li beramberî zihniyeta civakê ya ku jinê biçûk dibîne jî têkoşîn kir. Wê li dijî sîstema desthilatdar a li ser gelê kurd şer kir. Piştî Bêrîtanê  hevala Arjîn tevlî bû, paşê Viyan, Qendîl û Şîlan tevlî bûn û şehîd bûn."Cîhad destnîşan kir ku dîrok di kesayeta Bêrîtanê de dubare zindî bû û pêl da gotina xwe: "Dîrok herdem xwe dubare dike. Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) di cotmeha 1992'an li dijî dagirkeran şer kir û şehîd bû, ew teslîmê xiyanetê nebû. Bêrîtan Cûdî jî dubare ev dîrok di meha cotmehê de zindî kir û bû sembola berxwedanê."
 
'Divê Bêrîtan bê naskirin'
 
Cîhad bi bîr xist ku, Cîhan berî ku tevlî xebatê bibe ligel kurê apê xwe dezgirtî bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di şoreşê de bi sedan rêhevalên YPJ'ê rola pêşengtiyê hilgirtin. Bêrîtanê hertim digot ew dê nebe jinek civakê ya klasîk. Ji bo vê jî ligel ku beriya şoreşê dezgirtî bû, bi destpêkirina şer re, riyê têkoşîn hilbijart. Ew bi kurê apê min re dezgirtî bû, ji wî re jî gotibû 'Min soza xwe bi welatê xwe re nû kir. Ger tu bixwaze dikarî li kêleka min bisekinî û em destpêkê welatê xwe azad bikin. Em ê ne kole bin. Ji ber hezkirina rast azadî ye'. Li ser van gotinan kur apê wê jî tevlî bû û têkoşîn kir. Bêrîtan divê were naskirin. Ew jina afirîner ya azad bû. Yên ku Bêrîtanê binasin dê azad bijîn. Bav dê bihêle ku keça wî  azad be, bira dê xwîşka xwe wek Bêrîtanê pêş bixîne."
 
(en/rc)