Ji Zeynep heya Cizîrê dewlet hemane

Portreler
Adar 11 / 2016


 

 
Piroz Zırıg/JINHA
 
SEMSUR - Zeynep Durmaz jî weke mirovên di jerzêmîna Cizîrê de bedena wê jî li Çiyayê Nurhaqê şewitandin. Xwişka Zeynep Durmaz Hayriyê Durmaz got ku gava bedenên di jerzêmîna Cizîrê de hatin şewitandin bedena xwişka wê ya şewitî hatiye bira wê û diyar kir ku hişmendiya dewetê li hember kurda hemene.
 
Dewletê di salên 1992'an de li hember gelê kurd zilm dikir, wek Zeynep Durmaza ku tevî refên PKK'ê bûyî û li Çiyayê Nurhaqê jiyana xwe jidestayî wek ciwanên di jerzêmînên Cizîrê de şewitandin bedena wê jî şewitandin. Hayriye Durmaz di derbarê jiyana xwişka xwe Zeynep de wiha axivî: "Dema Zeynep 17 salî tevlî gerîla bû. Piştî 8 mehan li gerîla mayî şehîd ket. Ji karakola leşkeran geriyan ji bo em herin cenazeyê Zeynep bînin. Dema bavê min çu ji bo teşîskirina cenazeyê Zeynep rastî cenazeyek şewitî hat. Wê demê bavê min nasnekir got ku ev ne keça mine û vegiriya malê. Hevalê wê yên di heman şerî de sax mayin agahiya şihadeta Zeyenp dan. Paşê me bawer kir ku Zeynep şehîd ketiye. Wê demê em çun cenazeyê Zeynep li devera definkirî me anî." 
 
'Cenazeyên li Cizîrê şewitandin xwişka min anî bîra min'
 
Hayriye diyar kir ku cenazeyê Zeynep ji devera defin kirî derxistina û birine li Semsurê defin kirine û wiha berdewam kir: "Tevlîbûna Zeynep a nava gerila em şaşwazkirin, ji ber me taxmîn ne dikir. Dema em biçuk xwişka min hertim ji textika bebik ji mere çêdikir. Zeynep ji me re wek heval û dayîk bû. Cenazeyên li Cizîrê hatin şewitandin cenaze Zeynep ê ku ji aliyê dewletê ve hatî şewitan din anî bîra min. Dema wehşeta jerzêmîna Cizîrê dewletê pêk anî wek eynî roja xwişka min hatiye şewitan din û ez gelek xemgîn bûm. Tucar dewlet ne bû alîgirê çareseriya pirsgireka kurdan. Dewlet dijminatiya li hember kurdan berdewam dike. Me ev dijminatî li Cizîrê carek din dît. Wahşeta dewletê tucar xilas ne bû. Hişmendiya dewletê li hember kurdan tucar nehat guhertin."
 
(dt/zt)