Leyla Fîdan: Keçên min Fatma û Halîme ji bo min rûmetin

Portreler
Adar 11 / 2016


 
 

 
JINHA
 
ŞIRNEX - Malbata Fîdan ku ji ber welatparêziya xwe ji salên 90'an heta niha rastî zordariya dewletê tê, dest ji têkoşîna xwe berna de. Ji malbatê Fatma Fîdan di sala 2013'an de tev li YPJ'ê, Helîme Fîdan jî tev li nav refên PKK'ê dibe. Dayîka du jinên têkoşer Leyla Fîdan diyar kir ku bi keçên xwe serbilind û rûmetdar e. 
 
Şervana YPJ'ê Fatma Fîdan di nav refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de tev li hemleya rizgarkirina herêma Şedadê bû. Fatma di dema berxwedana heybet a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de, di 20'ê çile de jiyana xwe ji dest da. Têkoşera Rojavayê Kurdistanê Fatma ji malbatek welatparêz a Bakûrê Kurdistanê ye. Ji ber welatparêziya xwe malbata Fîdan rastî gelek zordariyên dewleta tirk jî hatiye. Malbata Fîdan salên 90'î de ji ber ku pergala cerdevaniyê qebûl nake di encama zordariyên dewletê de bi neçarî ji bajaroka Gundik a Şirnexê koçî Cizîrê dibe. 
 
Bi tekoşîna xwe perçeyan dide hev
 
Piştî malbat ji bajaroka di nava çiyayên Cudî, Gabar û Herekolê de koçber dibe ji ber şert û mercên aborî gelek zehmetiyan dikişîne. Malbata ji 9 nifûsan pêk tê, ligel hemû zor û zehmetiyan jî li Cizîrê bi keda xwe jiyana xwe didomîne. Fatma Fîdan jî di nav van şert û mercan de di biçûkahiya xwe de girîngiya nirx û kedê nas dike. Fatma li Bakûrê Kurdistanê, Tevgera Azadiyê nas dike û tev li xebatan dibe. Piştî êrîşên çeteyan ên li ser Rojavayê Kurdistanê vê carê Fatma berê xwe dide vî perçeyê welat. 
 
Dimeşe qadên şer
 
Fatma di sala 2013'an de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û di nav hêzên YPJ'ê de cih digire. Çûyîna Fatma rastî dema êrîşên xedar ên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Rojava tê. Piştî di gelek êrîş û operasyonên li hemberî çeteyan de cih digire, Fatma berê xwe dide bajarê şehîdan Kobanê. Di hemleya paqijkirina Kobanê ya ji çeteyan de bi awayek aktîf cih digire. Fatma di gelek pêngavên rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê de jî cîh digire û bi rihê Arîn Mîrxan têdikoşe. Fatma herî dawî tev li hemwela azadkirina Şedadê dibe û di 20'ê çile de digihe şehadetê. 
 
'Hêj jî li benda keça xwe me'
 
Dayika Fatma, Leyla Fîdan bi gotina, "Xweziya min carekê rûyê keça xwe bi ditiya" dest pê vegotinê dike. Dayîka Leyla diyar dike ku keça wê rojek ji malê derketiye û êdî hew vegeriya ye. Dayîka Leyla diyar dike ku ew li bendê ye Fatma rojekê were û wiha didomîne: "Hêj jî ez li benda keça xwe me. Ez bi keça xwe serbilind im. Lê min rûyê keça xwe nedît, bila cenazeya wê ji min re bênin. Ez tiştek dîn naxwazim."
 
'Xwîşka wê jî tev li şervanan dibe' 
 
Piştî çûyîna Fatma'yê xwîşka wê Halîme jî di sala 2015'an de tev li refên PKK'ê dibe. Bi tevlêbûna Helîmê zext û zordariyên dewletê yên li ser malbata Fîdan jî zêdetir dibin. Dayîk Leyla Fîdan bi lêv kir ku keça wê Halîme dem dem ji wî re digot ku dixwaze tevlê rafên gerîla bibe. Leyla têkildarî tevlêbûna keça xwe de jî wiha dibêje: "Halîme sê çar caran ji min re got 'dayê ez dixwazim herim cem xwîşka xwe. Lê min got Halîme dest ji min bernade. Halîme jî çû. Ev ji min re rûmet e."
 
'4 zarokên min ên din jî bixwazin dê biçin'
 
Dayîka Leyla diyar dike ku 4 zarokên wê yên din jî ku bixwazin dê biçin û wiha pêde çû: "Ez çi bikim yê bixwaze dê here. Zordariyê li me dikin. 20 sal berî niha em koçber kirin. Piştî êrîşên li hemberî Cizîrê de cardin bi zorê em ji mala me derxistin. Zordariyê li ser me dimeşînin. Em tu carî vê zordariyê qebûl nakin. Ji niha pêve jî em qebûl nakin." 
 
'Nikare me xilas bike'
 
Dayika Leyla dest nîşan kir ku dewlet polîtîkayên xwe yên 30 sale li ser gelê kurd dimeşîne encam negirtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewlet nikare me xelas bike. Xwîna tê rijandin êdî bila bes biherike. Êdî bese dilê me dişewite. Ev gel ji şerê têr bûye, ji xwînê têr bûye. Gelê kurd êdî hewcehî bi aştiyê heye."
 
(kom/zt)