'Em ê têkoşîna Bîşeng bidin jiyandin'

Portreler
Adar 18 / 2016


 

JINHA
 
ŞIRNEX - Bîşeng Çakir (Derya Botan) navê Bîşeng Anlik yê ku di sala 1992'an de ji aliyê hêzên dewletê ve li Newroza Şirnexê hatî binçavkirin û bi îşkenceyê hatî qetilkirin hilgirtiye û tevlî refên YPJ'ê bûye. Derya rûhê berxwedanê yê jinên Botanê hilda û di berxwedana hember çeteyên DAIŞ'ê de, di 2014'an de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Bîşeng Bêrîvan Çakir jî diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Bîşeng derên û got ew navê neviyê xwe jî kiriye Bîşeng.
 
 Hêzên dewletê di sala 1992'an de êrîş biribû ser pîrozbahiya Newroza Şirnexê û gelek kesên ku girtibû binçav bi îşkenceyên giran qetilkirin. Yek ji kesên hatine binçavkirin û qetilkirin Bîşeng Anlike. Li Şirnexê gelek malbat navê Bîşeng li zarokên xwe dikin. Yek ji van malbatan, malbata Bîşeng Çakire. Bîşeng Çakir (Derya Botan) piştî mezin dibe tevlî hêzên YPJ'ê dibe û rûhê jinên Botanê bi têkoşîn û berxwedana xwe dide jiyandin. Derya di berxwedana Kobanê yê li hember çeteyên DAIŞ'ê de rolek mezin digre ser milê xwe. Derya di berxwedana Cezayê de yê li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dide. Bîşeng çîrokên azadiyê bi sekna xwe dineqişîne û di bîranînê ku li çiyayê Herekolê bi şervanên YJA-Starê re borandiye xeyalê wê veşartîne.
 
'Di qontara çiyande em bi hevre digerîn'
 
Bavê Bîşeng Xelîl Çakir qala zaroktiya keça xwe yê di qontara çiyayên Herekolê de boriye kir û got Bîşeng rengek cuda dida jiyana koçertiyê. Xelîl da zanîn ku girêdanek Bîşeng bi jiyana koçertiyê re jî gelek xurt bû û wiha got, "Her dem diçû ziyareta goristana gerîllayên HPG'ê.  Min didît ew li wir hîsên cuda dijî. Bi Bîşeng re gotûbêjên me ên cuda hene bi hevre. Ji têkiliya bav û keç zêdetir em wek hevalê hevbûn. Em her tim bi hevre li qontarê çiya digerîn. Şev jî em bi hevre radiketin. Ji dayîka xwe re digot 'ez parazvanê bavê xwe me'."
 
'Bîşenga min li çiya mezin bû'
 
Xelîl got , "Sibeyek ji xew rabûm û min dît Bîşeng ne li gel mine. Şev ji min telefon xwastibû. Sibê dema rabûm Bîşeng çûbû. Bîışeng li çiya mezinbû û bû Bîşenga çiya. Li van çiyan tev gerîm ji bo carek be jî Bîşeng hemêz bikim. Lê min nedît. Rûhê têkoşînê yê Bîşeng hebû. Eger îro Bîşeng jiyan kiriba wê li hember komkujiyên ser me pêk tê ne pejrandiba û serî hildaba."
 
'Ez ê nav û têkoşîna keça xwe bidim jiyandin'
 
Dayîka Bîşeng Bêrîvan diyar kir ku berî Bîşeng tevlî gerîla bibe jêre gotiye  'Ez ê biçim çiyê û bibim wek Delîla' û got keça wê sempatiyek mezin hember gerîlayan dida nîşandan. Bêrîvan bilêvkir ku Bîşeng tevlî tevahî mihrîcanên kul i qadên gerîla pêk dihat dibû û wiha got, "Em tev bi hevre çûn zozanên Feraşînê. Wê demê çek girt destê xwe û gele berda hewayê. Dûvre ji min pirsî 'çek l imin tê?"
 
Bêrîvan destnîşan kir ku ew navê Bîşeng Anik yê ku ji aliyê dewletê ve di sala 1992'an de bi îşkencê hatî qetilkirin li keça xwe kiriye û wiha pêde çû, "Piştî keça min Bîşeng şehîd ket min navê neviyê xwe kir Bîşeng. Em ê nav û têkoşîna Bîşeng her dem bidin jiyandin. Ez hêvî dikim gelek Bîşeng mîna keça min avabibin."
 
(rc)