Dayîka Asya ya YPS-JIN yî: Em gel dimirin divê em aştiyê bînin

Portreler
Adar 24 / 2016


 

 
Zeynep Akın/JINHA
 
SÊRT - Dayîka xwendekara zanîngehê Asya Taşçi (Mizgîn Nuda Koçer) a endama YPS-JIN ku li navçeya Sura Amedê jiyana xwe jidest dayî Mevlîde Taşçi got: "Emê ticarî vê hovîtiya dewleta Tirkiyê jibîrnekin. Em bûn şahidê hertiştî. Me ew hovîtî bi çavê xwedît, qetilkirin û bi kîmasalê şewitandin. Hemû cîhan bû şahid."
 
Dayîka Asya Taşçi (Mizgîn Nuda Koçer) a li navçeya Sura Amedê jiyana xwe jidest dayî Mevlude Taşçi diyar kir ku ew ji berxwedana Asya ya li nava Surê bê xeberbû. Mevlude da zanîn ku sê mehan ji bo ku agahî ji Asya bigirin di nava hewildanan debûn. Mevlude destnîşan kir ku wan nedizanî Asya li nava Surê ye, dema ku wan hewildidan ji Asya agahî bigirin ji bo tiştên li Cizîr û Surê dihatin jiyankirin digiriyan. Di nava kolanên Cizîr û Surê de mirov qetilkirin, di jêrzemînan de mirov şewitandin. Mevlude bilêv kir ku dema ew li Mêrdîn, Amed û Êlihê li keça xwe digeriya ji bo wan telefonek hatiye û diyar kirin ku di 19'ê sibatê de Asya li nava Surê qetilkirine. Mevlude anî ziman ku piştî Asya qetilkirin 21 rojan cenazê wê li Amedê hêlan. Mevlude derbirî ku piştî 21 rojan dema wan cenaze girtine û birine dê definbikin bi bombeyên gazê êrîşî wan kirine û wiha got: "Ezê di rêya tekoşîna Asya ji bo gelê xwe dayî de bimeşim û ticarî vê hovîtiya dewleta tirk ji bîr nakim."
 
'Asya ji aliyê her kesê ve pir dihat heskirin'
 
Mevlude da zanîn ku Asya di nava 8 zarokên wê de a herî mezin di sala 1993'an de li Sêrtê hatiye dinê û wiha domand: "Asya zarokek gelek xweşikbû. Asya çawan mezinbû nizanim, taxê gelek jê hezdikir. 7 salî dest bi dibistanê kir û xwendekarek gelek jîrbûye. Ji aliyê mamosta û hevalên xwe yên dibistanê ve jî pir dihat heskirin. Dema ku dibistana seretayî û navîn qedand lîseya herî baş li Sêrtê qazanc kir. Gelek bibiriyarbû, tiştek dima dixist serê xwe teqez dikir. Bi qasî dibistanê di malê de jî jîrbû. Piştî dersên xwe alîkariya min jî dikir. Xwarin çêdikir, di her tiştî de alîkarî dida. Heta ji destê wê dihat hewildida di her tiştî de alîkarî bide. Asya jinek gelek bedewbû, lê ezê wê çawan bînim ziman nizanim. Hem jî pir xweragir bû, bi rojan xwarin nexwaribana di xema wê de nebû. Hemû tiştên xweşik di wê de kombûyîbûn. Asya her dem pirtûk dixwend. Dilê Asya gelek pakbû."
 
'Ez ji bo Sura min nedizanî Asya dinavê dene digiriyam'
 
Mevlude destnîşan kir ku piştî ku Asya lîse qedand li Edirne beşa Anestezi qazanc kir û piştî salekê li Meletiya beşdarî nava refên YPS-JIN bûye û wiha berdewam kir: "3 mehan me ji Asya agahî negirt. Em çiqas geriyan û me çiqas pirsî me tiştek jê nezanî. Me ji Asya agahî nezanî, ez bi şev ranediketim. Dema ku berf dibarî û hewa sardibû ez Asya difikirîm û digiriyam. Dema ku qedexeya ser Sur û Cizîrê despêkir ez her dem digiriyam, min nedizanî Asya li wê ye, lê ji bo wî miletî digiriyam. Me gelek mereqa Asya dikir, heya ku me xebara şihadeta wê li nava Surê bihîst. Gotin; 'Asya şehîd ket.'"
 
'Li gel me teşhis kiribû jî 21 rojan cenazê me nedan'
 
Mevlude bilêv kir ku cenazê Asya 22 roj di hindirê morga Amedê de ma û wiha dom kir: "Me çî kir 21 rojan cenaze nedan me. Her saet em li benda testa DNA yê bû. Ji xwe êdî pêdivî bi testa DNA yê jî nema, me keça xwe naskir û teşhîskir, lê dîsan jî nedan. Piştî testa DNA yê 21 rojan cenaze nedan. Ji Farqîn, Êlih, Misric û Amedê bi hezaran welatî ji bo definkirina cenaze hatin Sêrtê. Di dema definkirina cenaze de her dem em tehîdî dikirin û digotin; 'Ger hun tiştek biçuk jî bikin emê mudaxele bikin.' Polîsên Sêrtê gelek astengî ji bo me çêkirin û gotin; 'Ger em tenê dengê diruşmeyekê jî bibihîsin emê desturê nedin definkirinê.' Me Asya bi tilîlî û diruşmeyan spart axê, bi gaza îsorê êrîş kirin."
 
'Divê kurd yekbin'
 
Mevlude bilêv kir ku Asya ya hemû gelê kurde û wiha axivî: "Ez silavan ji bo Rêber Apo, gerilayan û hemû gelê kurdê berxwedêr dişînim. Ez bang li cerdevan û ajanan dikim ku li nik gelê xwe cîh bigirin. Li cihê mirinek bi xayînî bila hun bi serbilind û romet bimirin. Dê dewlet ji bo wan bêje; 'Hun bi kêrî gelê xwe nehatin kêrî min jî nayên' tenê bihêlin. Di dema Şêx Sait de me ev dît."
 
'Emê tekoşîna Asya nehêlin'
 
Mevlude anî ziman ku dê ticarî tekoşîna Asya nehêlin û wiha pêde çu: "Ez ticarî wê jibîr nakim. Heya em hebin, emê di rêya wan de biçin. Em ticarî vê hovîtiya dewletê jibîr nakin. Em bûn şahidê her tiştî, me ew hovîtî bi çavê xwe dît, qetilkirin û bi kîmyasalê şewitandin. Hemû cîhanê şahidiya vê kir, lê tenê dewletekê jî dengê xwe nekir. Ji zaroka di zigê dayîka xwe de, heta mirovên 70 salî qetilkirin. Divê hesabê komkujiyên ser gelê kurd tên kirin, bê pirsîn. Desturê nadin zarokên me bixwînin, wan tehdîd dikin, weke Asya zarokên me vê zilmê napejirînin û derdikevin. Yên komkujiyan dikin zarokên me dişînin serê çiya. Bila dayîkên leşker û polîsan bên bi me re bibin yek û em bi hev re ji bo zarokên me nemirin dest bidin hev." 
 
'Em gel dimirin, divê em bibin yek û aştiyê bînin'
 
Mevlude bang li gelên Tirkiyê kir û got: "Hemû gelên li Tirkiyê dijîn bûn sedema mirinan. Kurd, tirk, elewî, ermenî, êzidî, polîs û leşker bûn sedema mirinan. Hemû gel ji şer bandor dibin. Temenê zarokên me kin kirine, hîna biçuk qetildikin. Çima dayîkên leşker û polîsan bi me re nabin û aştiyê naqêrin? Em dayîkên kurdan li gel ku me şehîd dane jî aştiyê dixwazin. Em êşa dil baş dizanin, dilê me şewitî bila yê kesek din neşewite. Em dixwazin li vî welatî şer biqede aştî serwerbibe. Em gel dimirin, divê em bibin yek û aştiyê bînin."
 
(zt)