Esmer Koç: Mazlumê min çeka Zîlana min li erdê nehêla

Portreler
Adar 26 / 2016


 

Zeynep Durgut/JINHA
 
COLEMÊRG - Dayîka Gulistana li Geliyê Tiyarê û Mazlumê li Kobanê di bêdawiyê de gihayîn hev Esmer Koç diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilinde û got: "Bi kimyasalê Gulistana min û hevalên wê qetilkirin. Kurê min Mazlum jî ji bo ku çeka xwişk û rêhevala wî Gulistan li erdê nemine rêya wê şopand. Mazlum rêya Gulistan û çeka wê ji bo xwe wekî mîrasek dît û çeka Gulistanê dewr girt." 
 
Zaroka çiyayên serhildêr Gulistan Koç ya li ber sînga Zagrosan çavê xwe li jiyanê vekirîbû di tevahî jiyana xwe de wê serhildêriya ji çiyayan girtî dida hîskirin. Ji bo wê jî Gulistan qet ne li gorî temenê xwe bû, wê ji temenê xwe zêdetir berpirsyarî digirt ser milê xwe. Gulistan di nava gelek saziyan de xebitî û paşê jî rêya çiyayên azad da pêşiya xwe. Gulistan di sala 2006'an de tevlî refên PKK bû. Gulistan di cotmeha sala 2011'an de li Geliyê Tiyarê li gel 34 hevalên xwe bi kimyasalê hatin qetilkirin. Piştî ku Gulistan tevlî karwanê bêdawiyê bû biyarê wê Mazlum ketpeyî şopa xwik û rêhevala xwe, heya ew jî weke wê bi bêdawiyê re bû yek. Dayika Gulistan Koç (Zîlan Colemêrg) û Mazlum Koç (Dilgeş Zîlan) Esmer Koç despêkê Gulistan û paşê jî Mazlumê di rêya Gulistanê de çuyî vegot.
 
'Divê ez ji bo gel tiştekê bikim' 
 
Esmer da zanîn ku keça wê ji biçukbûna xwe de xwediyê helwestek bihêzbûye û wiha domand: "Gulistanê tu car li hemberî hişmendiya deshilat serê xwe netewand, her tim ruhê wê zindî bû, di temenê xwe yê biçûk de rêya heqiqetê ji bo xwe esas girt. Gava ku zarok jî tevgerên wekî zarokekî nebûn zarok bû, lê tevger, nêzikbûn û sekna wê sekna şoreşgerî bû. Gulistan her tim digot; 'Divê ez ji bo gelê xwe tiştek bikim.' Dema Gulistan tevlî refên PKK nebû li bajar jî gelek xebat kiriye. Qet li malê ne sekini, her tim dixwast ji bo Kurdistanê tiştek bike. Digot; 'Divê ez layiqî  Kurdistanê bibim.' Gulistana min gelek êş kişa, lê tu car taviz nedida, bi piranî hêz dibû. Her roj hêzên dewletê li ser mala me de di girtin. Ew qas ji Gulistana min ditirsiyan. Gulistan di nav Bajêr de bû, lê her tim wekî şervanek serê çiya tevdigeriya."
 
Esmer anî ziman ku Gulistan ticarî li hember bêmafiyê serî netewandiye û wiha Domand; "Rojekî di çalakiyê de Gulistan ket nav destê polîsan, polîsekê pora wê kêşa, Gulistanê li wê jî serbilind bû teslimî zilma dewletê nebû, tifî rûyê polis kir û li berxwe da. Gulistan di her aliyên jiyanê de tekoşer bû. Gulistan hat girtin û sirgûnî girtigeha Tatwanê kirin. 6 mehan Gulistan li Girtigeha Tatwanê ma, pişti ku derketi ji neheqi tu car qebûl nekir. Di sala 2006'an de hîn 18 salî bû, tevlî nava refên PKK'ê bû. Sala 2011'an meha cotmehê  li Geliyê Teyarê ew û 34 hevalên xwe bi kimyasalê hatin şehid kirin.  Gulistanê ji bo Kurdistanê li ber xwe da, ji bo namûs û rûmeta gelê xwe tekoşiya. Ez bi tekoşina keça xwe serbilindim. Keça min û 34 hevalên wê bi kimyasalê bi hovane qetil kirin, lê bila ew bizanin ku niha hezar hezar Gulistan şîn bûne. Zarokên Kurdistanê mirasa Gulistana min dewr girti ye. "
 
"Mazlum çeka Zilanê li erdê nehêla "
 
Esmer aşkere kir ku pişti Zîlan hat qetilkirin kurê wê Mazlum Koç (Dilgeş Zîlan) ji bo ku çeka Zîlanê li erdê nemine tevlî refên PKK'ê bû û wiha berdewam kir: "Kurê min Mazlum jî ji bo ku çeka xwişk û rêhevala wî Gulistan li erdê nemine rêya wê şopand. Mazlum rêya Gulistan û çeka wê ji bo xwe wekî mîrasek dît û çeka Gulistanê dewr girt. Bi saya tekoşin û berxwedana Gulistanê Mazlum riya heqiqetê şopand. Di sala ku Gulistan şehid keti ango sala 2011'an ew tevlî bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin Mazlum bi hêrsek mezin berê xwe da Kobanê û li hemberi hovantiyê şer kir. Di sala 2014'an de Mazlum min jî gihişt şihadetê. Ez bi zarokên xwe serbilindim. Ezê tekoşîna zarokên xwe heya dawiyê berdewam bikim."
 
(zt)