Li jina koçer a ku bêhna azadiyê ji dilê wê dihat xistin

Portreler
Sibat 27 / 2016


 

 
Zehra Dogan/JINHA
 
MÊRDİN - Kurê Fehîma Akit a ku di 7'ê çileyê de li Nisêbînê ji aliyê tîmên tayîbet ve hat qetilkirin Ali Yuce got: "Hesreta dayîka mina koçer çiyayên Kurdistanê bû. Gule li aliyê çepê yê bedena dayîka min a bêhna azadiyê jêdihat xistin. Ya dikeve ser milê me zarokên wê, bîranînên dayîka xwe, berxwedana ku mîras hêlaye dayîna jiyankirin û kolanên xwe neterikandine."
 
Li her devera Kurdistanê di serhildanên gel de berxwedana jinekê veşartî heye. Di her gotinek a jinên ku serpêhatiyên xwe ji avê re dibêjin çîrokek veşartiye. Çîroka Fehîma Akit jî di nava van çîrokan de veşartiye. Li bajarê berxwedanê Nisêbîna Mêrdînê di 5'emîn qedexeya derketina kolanan de Fehima ya 56 salî li ber derê mala wê qetilkirin. Zarokên Fehima yên ku li Taxa Dicleyê dimînin, berxwedana ku dayîka wan di nîvî de hêlayî berdewam dikin. Li taxa ku mala Fehimayê lêye, ji dîwarên mala wê yên bêhna bîranînên wê tên dengê zarokên barîkatan çêdikin li gel bîranînên Fehîmayê ketiye navahev. Di her serê kolanekê teqez mirov rastî xizmekê yên Fehîmayê tên. Di taxê de me ji kê nêrîn girt, her kesê di serî de bi gotina "Emê ticarî taxên xwe neterikînin" dest bi axaftina xwe kirin. Ji ber koçberiyên sala 1990'an, li Taxa Dicleyê her kesek teqez sedemê mayîna wan a taxê heye. Sedema mayîna zarokên Fehîma jî gotina dayîka wan a "ez bimirim jî taxa xwe bernadim" û wesiyeta wê anîna cihe.
 
Dema ku tîmên tayîbet Fehîma qetilkirin, kurê wê Alî Yuce (36) jî giran birîndar kirin û ew rakirin nexweşxanê beşa lezgîn. Ali da zanîn ku zilma dewletê li ser malbata wan ne carayekê ye. Di sala 1992'an de Fehîma li gel zarokên xwe ji gundê Zerguz a Hezexê koçî Nisêbînê kirine. Ali destnîşan kir ku dema ew li gundbûne hêzên dewletê xalê wî Abdulkerim Akti û mamê dayîka wî Fehîma Ramazan Akti qetilkirin û wiha domand: "Dayîka min xwediyê malbatek ku ji aliyê faîlên diyar ve dihatin qetilkirinbû. Hemû rojên dayîka min ji êşan dagirtî derbasbûn. Di ruyê cerdevanan de her dem serê me di belayê debû. Di sala 1992'an de li gundek ê Midiyadê xalê min 22 rojan îskence kirin û qetilkirin. Tiştên me jiyan kirine bi gotinê naqedin."
 
'Dayîka min heskiriya çiyayan bû'
 
Ali bilêv kir ku dayîka wî Fehîma heskiriya çiyayanbû, şevên havînan li zozanan dibin sitêrkand de heya derengiya şevê serpêhatiyên berxwedêrên efsanewî ji bo wan digot û wiha berdewam kir: "Dayîka min jina ku heskirina çiyayan di bi xwe re digerand. Ji xwe zozanên me jî qedexe kirin. Paşê jî şewata gundan û rêya koçberiyê bû para me. Em dawiyê li navçeya Nisêbînê bicîhbûn, ji kevir û kuçikên derdorê me xaniyek biçuk ê ku em serê xwe bêxin ber avakir. Di salên 90'an de me li vêderê jî şahidiya zilma herî mezin kir. Me li hember êşên qet neqedin liber xwe da. Li jina koçer a ku bêhna azdiyê ji dilê wê dihat xistin."
 
Cihê ku Fehima lê mayî…
 
Ali anî ziman ku ew li hemberî zagonên nû hemû amadekariyên xwe kirine û wiha dom kir: "Emê her dem bîranînên dayîka xwe, bira û mamê wê bidin jiyandin. Divê her dem em ji bîranînên wan re rêzê bigirin. Nîvê temenê dayîka min bi koçeriyê derbasbûye. Ji ber êrîşan êsal neçu zozanan jî. Ew ji mala xwe derneket û nexwest kolana xwe biterikîne. Ya dikeve ser milê me zarokên wê bîranînên wê dayîna jiyankirin û neterikandina taxên xwe ye."
 
(zt)