Jina ku tirsê têk biriye û bûye strana berxwedanê ye Jiyan

Portreler
Nîsan 05 / 2016


 

 
JINHA
 
ŞIRNEX - Tuxleyê berxwedana 22 roj yê ku li Şirnexê hember êrîşên qirkirinê tê dayîn bi kedê jinan despêk hat dayîn. Gurbet Kaya (Jiyan Amara) mîrateyê ji Ekînan heya Asya dewirgirtibû û armanca wê a yekem têkbirina tirsê bû. Jiyana ku gotibû "Êdî em ne weke berê ne, me tirsa xwe têk biriye" li duv xwe hevalên ku stranên berxwedanê dibêjin hêşt.
 
Li Botanê Şirnex bajarek çiyayî ye. Şirnex feraseta ku bajar û çiya nabe yek bi heybeta xwe piştrast kir û gava ku biryarê xwerêveberinê da, êrîş despêkir. Şirnexa ku serhildanên 1990/1992'an ji bîr nekiriye, dest bi demsalek nû yê berxwedanê kir. Bartîkatên despêk yê li hember êrîşê hêzên dewletê jin bi destê xwe hûnandin. Berxwedana Şirnexê yê 22 rojan ku tev bi kedê jinan veşartiye divê mirov vebêje û binvîse.
 
'Divê ew ji vir biçin...'
 
Ji îro ber bi sibê ve çîrok ew e ku dibin 23. Fermandariya Tumena Leşkeriya Taxa Yeşilyurt a Şirnexê bi navê Ekin şervanek rêveberiyên xwecihî tuglayê despêkê didane. Yên derdora wê jêre gotin; "Li vêderê çêneke, dibin tumenê dene, dê zu bikeve ji bo wê jî li cihek dinê çêke." Ekin bersiva "Tam jî ji bo wê divê li vêderê bê çêkirin, ji yên di nava bajêr de ev tumen çêkirî re gotina herin..." 
 
Gav bi gav barîqat bi kedê jinan bilind bû
 
Piştre jî gav bi gav jin dîwarê barîqatê hûnandin. Gav bi gav bi kolana erdan lêkirina dîwaran li Taxa Yeşîlyurtê bi avakirina hêzên parastina cewherî heya taxên Cumhuriyetê, Bahçelîevler, Yenî, Gazîpaşa, Îsmetpaşa jî belav bû û bajar bi navê berxwedanê xemilî. 
 
Piştî Asya jin hîn zêdetir berxwedan hemêzkir
 
Piştî Asya, Ekîn, Berçem, Zeryam û Bêrîvan kedên mezin li qadên xwerêveberiyê hat dayîn, rêwîtiya jinan yê azadiyê her çû mezintir bû û jin hînbûn ku li cihê azadî nînbe wetayê jiyanê jî namîne. Bi bilindkirina dîwarê barîqatê re berxwedan mezinbû û di 5'ê Sibatê de Asya (Hîdayet Toptamur) jiyana xwe ji dest da. Kedê herî mezin ew dabû. Mîrate û kedê ku dabû Jiyanan dewirgirtibû û alê berxwedanê bilind kiribû...
 
Keça ku tirsê têk biribû: Jiyan
 
Li hember dorpêç û qedexeya ku 14'ê Adarê li Şirnexê hatî despêkirin serî de jin dest bi berxwedanê kirin. Di hefteyê berxwedanê yê despêkê Gurbet Kaya (Jiyan Amargî) jiyana xwe ji dest da. Di avakirina dîwarê berxwedanê de kedê Jiyan yê ber biçav hebû. Jiyan pêşengiya avabûna YPS-JIN'ê û barîqatên Taxa Dîcleyê kir. Jiyan di encamê êrîşê artêşa Tirkiyê ên bi çekê giran jiyana xwe ji dest da. Jiyan bi sekna xwe yê berxwedêr, berxwedana gelê Kurd û jinan raxist ber çavan. Jiyan Amargî ligel ku temenê wê biçûk bû jî bi zanyariyek mezin wiha digot, "Me van barîqatan li hember binpêkirina mafê gelê xwe hûnand. Êdî tirs li ser vî axî têk çûye. Yek gav jî em ê paşve nekêşin."
 
'Em êdî ne weke berê ne'
 
Jiyana ku gotiye "Em êdî ne weke berê ne" qetilkirina Hacî Lokman Bîrlîk (Siyabend) û bê rêziya ku li hember cenazeyê wî bi bîr xistibû û wiha gotibû, "Her ku diçe em berxwedana xwe mezintir dikin û gelê me jî vê yekê dibîne. Dijmin her roj konsepta şerê taybet pêk tîne. Em ê tu car li hember van êrîşan serî ne tewînin. Li her qadê em ê rêxistinbûna xwe firehtir bikin. Gelê me jî êdî ne weke berê ye û di ferqa vê yekê de ne. Ev jî bi saya rêbertî pêk hatî. Bi têkoşîn û berxwedanê em ê rêberê xwe azad bikin. Hîna çend roj berî niha me li taxan şehîd dan. Em ê van şehîdên xwe ji bîr nekin. Hevalê me Siyabend li duv panzerê hat kaşkirin nava konanan de. Em ê jî tu car ne gel ne jî ciwanên xwe ji bîr nekin. Dewlet polîtîkayên xwe ên qirêj berdewam dike û gelê me di vê zanabûnê de ye. Bi hêzê ku em ji şehîdên xwe digrin têdikoşin." 
 
Jiyan gotibû 'Riyê herî bi şeref ev rêye'
 
Jiyan qala rêxistinbûna YPS-JIN yê li Botanê kiribû û destnîşankiribû ku divê bi ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her qadê jin xwe bi rêxistin bike. Jiyan ji bo malbatên ku zarokên xwe ji bo têkoşînê asteng dikirin jî wiha bang kiribû, "Li her taxê me hêza YPS-JIN îlan kir. Divê jin tevlî bibin û li hember sîstema qirêj têbikoşin. Bi salaye ev têkoşîn berdewam dike. Dema ku rêbertî dest bi têkoşînê kir ciwanbû, lê heya niha têkoşîna xwe didomîne di astê her jor de. Tevlîbûn û rêxistinbûyîn heye lê divê zêdetir be. Hinek malbat dixwazin pêşiyê daxwazê zarokên xwe bibin asteng. Ev şaşiyek mezine. Divê gelê me tev bikeve riyê têkoşînê. Ji ber riyê herî bi şeref ev rêye."  
 
Bang ji tevahî Botan û jinên Kurd re
 
Jiyana ku gotiye "Tirs li ba me têk çûye" banga wê ji bo berxwedana vê rojê jî cih digre. Jiyan wiha bang li jinan kirbû, "Dengek herî biçûk yê ku ji taxê dertê jî dewletê ditirsîne. Pergal jin bê vîn dike. Ji roja ku jin tê dinê ev yek despêdike. Divê jin vîna xwe bigrin destê xwe. Banga min ji jinan re ew e ku divê wê jiyanê nepejrînin. Bila bên tevlî bibin. Ev rê riyê rêbertî û azadiyê ye." Mîrateyê jiyan li qadên xweseriyê ji aliyê jinan berdewam dike. 
 
(rc)