Gûler Eroglu: Roja ku min kuştin min biryarê hatina Cizîrê da

Portreler
Adar 12 / 2016


 

Zeynep Akin/JINHA
 
ÊLIH - Gûler Eroglu berî ku tevlî berxwedana Cizîrê bibe û di jêrzemîna hovîtiyê de bê qetilkirin vîdeoyek de armanc û hestên xwe yê tevlîbûnê anîbû ziman.
 
Mizgîn û Gûler qet hev nasnakin lê di navber wan de mesafeyê nîv saetek heye û di heman demê de tên dinê. Gûler Eroglu li Êlihê û Mizgîn Koçyîgît jî li Ferqînê di salên 90'an de çavê xwe li dinê vedikin û rastî polîtîkayê tundî û zilmê tên. Herdu jî di nava rastiyek wiha de mezin dibin û dijîn. Mîzgîn Koçyîgît (Rûken Amed) di 2’ê Kanûna 2015’an li Qada Şêx Saîd a Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hate qetilkirin. Di encama tespîtek şaş de Mizgîn li şûna Gûler Eroglu li gundê Derekoyê Êlihê hatibû defnkirine. Di dema bûyerê de ji ber tespîta ne rast a cenazeyê, hatibû diyarkirin ku cenaze aîdî Guler Eroglû ye, li ser vê malbata Guler cenaze wergirtibû û li gundê Derekoy ê girêdayî Êlihê defin kiribû.  Malbata Mizgîn pîştî agahî girt ket tevgerê, serlêdan kir û mînakên xwînê dan. Li ser lihevkirina xwînê, malbata Mizgîn cenazeyê li gundê Derekoy ê Êlihê hatibû defnkirin girtin û anîn gundê Şêrelî yê Farqînê.
 
'Ez ji malbata Mizgîn gelek bi bandor bûm'
 
Hat hînbûn ku Gûler dijî û tevlî berxwedana Cizîrê bûye. Gûler piştî 3'ê heyvan di jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê de tê qetilkirin dûvre li Êlihê tê defin kirin. li gundê Derekoy ê Êlihê hatibû defnkirin. Gûler berî ku bê qetilkirin li Cizîrê vîdeoyek kişandibû. Gûler di vîdeoyê de armanca çûyana xwe yê Cizîrê ku ji malbata Mizgîn bandor bûye vedibêje. Gûler wiha got, "Wek jinek Kurdistanî divê em ji vê rewşê re bêjin êdî bese. Ji ber vê piştî min bihîst ku ez hatime kuştin roja piştî wê min berê xwe da Cizîrê."
 
'Dibe ku yê li wir mirî ne ez bûm lê...'
 
Gûler di vîdeoyê de wiha dibêje, "Di 2'ê Kanûnê de hevala min Rûken a li Derê Çiyê şehîd ketî... Hevalên min gotin 'eger tu li wir şehîd ketibe çi karê li vir heye'. Lê di rastiyê de ez li wir şehîd ketibûm. Wê rojê hevalek qet wê nasnakim û min nedîtibû ser navê min şehîd ketibû. Dayîka min cenazeyê wê hilda, bavê min digrî. Ew roj gel ji bo min daketin kolanan. Erê dibe ku yê li wir mirî ne ez bûm, ne bedena min bû, lê hevalek jin ji bo min şehîd ketibû, ew hevalek bû.
 
'Dev ji jiyanê hêlandin hestek çewaye cara yekem min wê demê hîskir' 
 
Dema ku min ew cenaze û vîdeo temaşe kir min xwe dît û cara yekem min xwe hîskir. Ji bo yek din mirin dev ji jiyanê hêlandin hestek çewane cara yekem min wê rojê jiyan kir. Min qet nasnedikir, lê ji bo ku ziman û çandê xwe azad bijîm şehîd ket. Wê rojê tenê ji ber ku kongre hatibû betal kirin, difikirîm biçim Enqerê. Piştî rastî rewşa ku min dîtî, lêpirsînek kur min jiyan kir. Cara yekem heqeretên ku li hember min dihat kirin min ji nêz ve hîskir. Berê li ser facebookê û twîtterê min gelek dixwand lê ji min re êdî ji rêzê dihat, wê rojê min rastî hîskir. Dibe ku yê li wir ne ez bûm lê belê li hember min ew pêk anîn hatibû kirin. Rewşek gelkî giran bû a rastî.
 
'Roja ku min kuştin min biryarê hatina Cizîrê da'
 
Roja ku min kuştin min biryarê hatina Cizîrê da. Bi malbata xwe jî hizirîm. Gelek zehmetî kêşa, girî, gotin qey ezim tabûtê hemêz dikirin. Lê malbatên din; ên ku nizanin cenazeyê zarokên wan li kurin. Dema ku van rastiyan dihizirim gelek diqehirim. Ji bo min gelek zehmet bû vê rastiyê vebêjim. Li aliyê din jinên Kurdistanî... Min vê rastiyê jiyan kir hevala min Rûken jî vê yekê jiyan kir, lê mafê me nîne zarokên din jî vê êşê bijîn. Wek jinek Kurdistanî divê em ji vê rewşê re bêjin êdî bese. Ji ber vê piştî min bihîst ku ez hatime kuştin roja piştî wê min berê xwe da Cizîrê."
 
(rc)