Fermandara YPJ Sorxwîn Kobanê:Viyan xwedî hêz û vînek mezinbû

Portreler
Nîsan 07 / 2016


 

 
Zehîda Ehmed/JINHA
 
KOBANÊ - Bi boneya 1. salvegera şervana YPJ'ê Viyan Peyman yê ku di berxwedana Serêkaniyê a li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayî, Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Kobanê nirxandin kir. Sorxwîn diyar kir ku Viyan di berxwedana Kobanê de bi çek û dengbêjiya xwe berxwedana jinan ji tevahî cîhanê re daye raghandin.
 
Şervana YPJ'ê û dengbêja Kurd Viyan Peyman (Gulîstan Talî Cinganlo) di berxwedana Kobanê de ligel têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ'ê bi stran û awazên xwe coş dida hevalên xwe. Viyan Peyman di encamê pevçûnên ligel çeteyên DAIŞ'ê di 6'ê Nîsana 2015'an de li bajarê Serêkaniyê a Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Bi wesîleyê salvegera Viyan, Fermandara YPJ'ê Kobanê Sorxwîn Kobanê yê ku ji zaroktiyê ve hevalên hevin nirxandin kir û hestên xwe bi ajansa mere parvekir. 
 
'Viyan xwedî hêz û vînek mezinbû'
 
Sorxwîn diyar kir ku Viyan bi sekna xwe hevalên dora xwe bandor dikir û wiha got, "Şehîd Viyan Peyman jinek têkoşerbû û bi ruhê hevaltiyê di nava berxwedanê de hatiye naskirin. Şehîd Viyan ji bo parastina hevalên xwe û rizgarkirina wan ji dorpêça çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê şehîd bû. Dema ku xwest biçe hevalên xwe rizgar bike erebeya wê ji aliyê çeteyan ve hate teqandin." Sorxwîn da zanîn ku ew û Viyan hevalê hev ên zaroktiyê ne û wiha domkir, "Ez çiqas qala Viyan û têkoşîna wê bikim dê kêm bimîne. Viyan xwedî hêz û vînek mezinbû. Bi dengbêjî û awazên xwe tevahî cîhan bi têkoşîna Kobanê da nasîn."
 
'Me bi hevre li hember çeteyan şerkir'
 
Sorxwîn anî ziman ku ew tevî Viyan di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîn dane meşandin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Me bi hev re li Kantona Kobanê şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ'ê daye meşandin. Viyan di nava ewqas şer û zehmetiyan de bi ruhê xwe yê geş moralên hevalên xwe bilind dikir û bi stranên xwe rûhê berxwedanê zindî dikir. Li ser fikir û felsefeya Apo têkoşîneke bêhempa li dijî dijmin daye meşandin û bûye mînaka jina leheng û qehremaniyê."
 
'Viyan hem bi çeka xwe hem jî bi dengê xwe şer dikir'
 
Sorxwîn bilêv kir ku tevahî hevalên Viyan li derdora wê kom dibûn û pê re hemû xemên xwe jibîr dikirin û wiha pê de çû: "Viyan li dijî hişmendiya desthilatdar şer dikir û şerê xwe wekî parçeyekî bingehîn ji şerê li dijî dijmin didît. Viyan hem bi çeka xwe hem jî bi dengê xwe şer dikir. Dengê xwe derbasî dilê her kesê ku lê guhdar kiriye, dikir. Şehîd Viyan ji bo ku gelê Kobanê êş û zehmetiyên xwe jibîr bike û kêfxweşiyê derbasî dilê wan bike sê rojan li ser lingê xwe li taxên Kobanê geriyaye û stranên bi dengê xwe diyarî wan kir." Sorxwîn di dawiyê de wiha got, "Şehadeta Viyan bandorek mezin li ser me kir. Me têkoşîn û berxwedana Viyan dewir girt û bi vê rûhê heya dawî em ê doza xwe bidomînin."
 
(hs/rc)