Peyva Guler ya herî bi nirx 'Berxwedan' bû

Portreler
Adar 27 / 2016


 

 
Habîbe Eren/ JINHA
 
ENQERE - Hevala xwendekara zanîngeha Hacettepe Gûler Eroglu ya ku di jêrzemîna weheşeta Cizîrê hatî qetilkirin Şehrîban Zugurli qala wê kir û diyar kir ku bêdengbûn li hember kiryarên ser Kurdan tê wateya zilma herî mezine û got, "Ji Gûler peyva ku di hişê min de hêştî 'berxwedane'. Gûler her dem digot, 'berxwedan çarenûsa gelekî diyar dike'."  
 
Gelek welatî bin navê qedexeyan de li Cizîrê ji aliyên hêzên dewletê ve li jêrzemînên wehşetan de hatin qetilkirin. Yek ji wan kesên ku li yekemîn jêrzemîna wehşetê de hatibû qetilkirin xwendekarê Zanîngeha Hacettepeyê Guler Eroglu bû. Guler li Êlihê hatibû dinê û di zanîngeha Hacettepe beşa Arkeolojiyê dixwend. Guler dema lîseyê de rastiya Kurdistanê nas dike û têkoşîna xwe li zanîngehê jî didomîne. Hevala wê ya zanîngehê Şehrîban Zugurli derbarê Guler de axivî û diyar kir ku Guler her tim digot 'xerabiya herî mezin li kurdan, li hemberî zilmê bêdeng mayîn e û wiha got: "Peyva wê ya herî bi wate ku ji wê ji min re ma 'berxwedan' bû. Guler her tim digot 'berxwedan çarenûsa gelekî diyar dike'."
 
'Têkoşîna min ji bo Kurdistanê ye'
 
Şehrîban da zanîn ku Guler kesekî li gorî baweriya xwe dijiya û ji ber nikaribûye li hemberî qetliamên ku dewletê li Kurdistanê pêk tîne bimîne çûye Cizîrê û got ku keça Hacettepeya asî, emrê xwe yê kin Cizîrê li dîrokê nivîsandiye. Şehrîban diyar kir ku Guler têkoşîna azadiya kurd ku li Êlihê naskiribû, aniye Zanîngeha Hacettepeyê û wiha got: "Guler mirovek rû bi ken bû. Ji roja ku hatiye Hacettepe bênavber xebata xwe ya têkoşînê domandiye. Û ji me re her tim digot 'Ez di vê jiyanê de evîndarê yek tiştekî me, ev jî têkoşîna ku ji bo Kurdistanê didim e. Min peyva westiyayî  di nava vê têkoşînê de ji bîr kir, bû."
 
'Li hemberî herkesî berpirsyariya wê hebû'
 
Şehrîban bi lêv kir ku Guler rêzdarî û hezkirinek mezin nîşanî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dida û her tim analîzên Abdullah Ocalan ku der barê jinan de nivîsandiye li ser lê hûr bûye û ev tişt anî ziman: "Kengî me derbarê jinên Kurdistanê de biaxiviyan Guler digot 'ger ev tevger tunebûyana, jina kurd dê jina pergalê bûna. Ji ber vê yekê em di serî de li hember Rêbertî û hemû kesên têkoşer berpirsyarin."
 
'Divê em ji bo dayikek din jî negirî têbikoşin'
 
Şehrîban anî ziman ku Guler her tim xwestiye di nava têkoşîna kurd de cih bigire û wiha got: "Me her tim jê re digot 'Guler tu yek keça dayika xwe yî, dibe dayika te çûndûna te raneke' lê Guler ev bertekên me bê wate didît û qebûl nedikir. Ji me re digot 'Ez girêdayê malbata xwe me, belkî ji bo wan zor be lê divê em ji bo dayikên din jî negirîn şer bikin. Mebesta min ne xemgîn kirina dayika min e, ji bo neviyê dayika xwe amadekirina jiyanek azad e. Û ji bo gelê kurd jiyaneke bi hêviye'."
 
'Bêdengiyê zilma herî mezin didît'
 
Şehrîban daxuya kirin ku Guler li hemberî êrîşên dewletê hêrs dibû û li hemberî tiştên ku dihat jiyîn bi hestiyar bû û wiha dewam kir: "Guler her tim digot 'dewlet ji dîrokê heta roja me ya îro xwestiye gelê min bi êş û xemginiyan bigire bin kontrola xwe, lê divê  ji bo tiştek wisa dîsa neyê jiyîn em destûrê nedin divê em têbikoşin'." Şehrîban bertekên Guler a li hemberî dewletê bi van gotinan tîne ziman: "Ew bêdengiya li hemberî zilmê wekî zilma herî mezin dinirxand. Û di her kêliyê de digot 'li hemberî şerên ku dewlet li dijî kurdan daye destpêkirin divê bi heman şeklî bersiv bê dayîn." Şehrîban dest nîşan kir ku Guler mirovek dilnizm bûye, her tim çareserkirina pirsgirêkên mirovan ji xwe re wekî erkeke dîtiye. Şehrîban bi lêv kir ku bi saetan bi pirsgirê mirovan re mijûl dibû û guhdar dikir.
 
'Peyva wê ya ku herî bi nirx ji min re mayî 'berxwedan' e'
 
Şehrîban bi lêv kir ku ji aliyê hevalên xwe ve wekî pirtûxaneyeke zindî dihat nasîn û wiha dirêjî da axiftina xwe: " Min di jiyana xwe de kesek wekî Guler dema xwe bi pirtûkan re derbas bike nedît. Ez bûm şahîdê xwendina wê ya pirtûka Jineolojiyê di demek kin de. Hemû tiştên ku hîn dibû bi hevalên xwe re parve dikir. Çentê xwe ne bi kincan bi pirtûkan tije dikir. Piştê xebatên ders her kes radiket lê Guler pirtûk dixwend. Di nava me de pirtûk herî zêde ew dixwend. Ji me re her tim digot 'bixwînin'. Peyva wê ya herî bi nirx ya ku ji min re mayî peyva 'berxwedan' e. Guler her tim digot 'berxwedan çarenûsa gelekî diyar dike."
 
'Bûkanî li xwe kirin îxanette'
 
Şehrîban da zanîn ku Guler her tim gotî, ez nikarim li hemberî qetlîaman bê deng bimînin û wiha axivî: "Beriya ku şehîd bikeve peyva wê ya herî dawî wiha bû 'dema gelê min bin zilmê de be, li xwe kirina cilê bûkantî îxanette' bû. Guler pêşengtiya berxwedana Cizîrê kir û dû xwe ken û baweriya xwe hişt û çû."
 
(ea/rc)