Peyama dawiyê a Guler a li Cizîrê hat qetilkirin: Yekem car evqas azadim

Portreler
Sibat 28 / 2016


 

 
Zeynep Akın/JINHA
 
ÊLIH - Ji sedan kesên li Cizîrê qetilkirin yek jê jî xwendekara zanîngehê Guler Erogluye. Berî bê qetilkirin bi dengê xwe tiştên dihatin jiyankirin qeyîdkir û ji bo malbata xwe şandî wiha gotiye: 'Yekem care ez xwe evqas azad hîs dikim.'
 
Di sê jêrzemînên cuda yên Cizîra Şirnexê de gelek mirov ji ber êrîşên hêzên dewletê hatin qetilkirin. Di navê de jin, zarok, xwendekar û ciwan heyî, nêzî 200 kesên birîndar xwe di jêrzemînan de sitarkiribûn, bi rojan bê av û xwarin hêlan. Gelek ji wan birîndaran ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest dan, gelek ji wan jî bi bombeyan hatin şewitandin. Yek ji wan mirovên di jêrzemîna yekem de hatî qetilkirin jî Xwendekara Pola 2'emîn a Beşa Arkeolojiya Zanîngeha Hacettepe Guler Eroglu ya 20 sali ye. Berçem Ekinci ya ku hem mirovê Guler û hem jî hevala wê ya herî nêze ew vegot.
 
'Emê ticarî li hember bêmafiyan serî neçemînin'
 
Berçem da zanîn ku Guler hem pir narîn û hem jî xwediyê sazumaniyek gelek bihêzbû. Berçem destnîşan kir ku li peyî Guler tenê wêneyên wê yên ken mane û wiha domand: "Di hemû wêneyan de Guler dikene. Dema ku me wêne dikêşa, ji bo me digot; 'Rawestin ez bikenim paşê.' Di bîra min de dengê kenê Guler maye. Di hemû wêneyan de dikeniya, tanê wêneyê dawiyê ji Cizîrê şandî de nedikeniya. Ji Cizîrê ji bo me qeyîda dengê xwe şand gotibû; 'Cara yekeme ez xwe evqas azad hîs dikim.'"
 
'Her dem digot bixînin'
 
Berçem bilêv kir ku Guler pir sosyalîst û mirovîbûye û wiha berdewam kir; "Ticarî pir kincên Guler çênedibûn, ji ber tiştên xwe her dem didan kesên pêdiviya wan pêheye. Dikarî mehekê heman kincan li xwe bike. Dema ku li zanîngehê bû, perê malbata wê jêre dişand li kesên pêdiviya wan pê heyî belav dikir. Dema ku me dipirsî tu çima kinc û pereyê xwe belav dikê digot; 'Pêdiviya wan pê heye, li gel min jî zêde heye, ji bo wê ez belavdikim.' Ji me jî gelek hêrs dibû û digot; 'Ev çiye dolabên we tejî ji kincanin. Hemûyê kombikin bidin min ezê bibim belav bikim. Dema ku kêm bibe dê serê we jî rehet bibe, hun nafikirin kîjanî wergirin.' Li her devera firsat didît pirtûk dixwend. Em bi hev re diçun komkirina findiqan, wê demê jî li cihê kincan çentê xwe tejî pirtûk dikir. Piştî xebatê her kes radiketin, Guler jî pirtûk dixwend. Di nava me de ya herî pirtûk dixwend ew bû. Her dem ji bo me jî digot bixînin."
 
'Şehîd bi henayê û tilîliyan hatin pêşewazîkirin'
 
Berçem anî ziman ku di jêrzemîna hovîtiyê de gelek beden parçe kirin û şewitandin û wiha dom kir: "Mirov çawan dikarin evqas hov û wehşîbibin. Parçekirin û şewitandina mirovan hovîtiyek herî mezine. Ez li posterên li dîwaran xistine dinêrim, ez cardin ruyê Guler ê ken dibînim weke ku dê ji wê derkeve bi wî kenî bê gel min. Ez dima ku li wêneyê wê dinêrim nagirîm, weke wê dikenim. Ez nagirîm, difikirim ji yên li Cizîrê şehîdketine 3 ji vê taxê ne. Ev şehîd bi henayê û tilîliyan hatin pêşewazîkirin."
 
'Dê ev hovîtî neyê jibîrkirin'
 
Berçem da zanîn ku ne jêrzemîna hovîtiyê ne jî yên li wê hatin qetilkirin nayên jibîrkirin û wiha pêde çu: "Li Roboskî, Pirsus, Enqere û Amedê jî komkujî kirin, me wan jibîr nekir, dê piştî me jî neyê jibîrkirin. Komkujiya Cizîrê ji hemûyan zêdetir giranbû, mirovên tên, birçî û birîndar şewitandin û parçe kirin."
 
'Me gora Ruken kola Guler xist hindirê wê'
 
Meta Guler Yildiz Eroglu jî diyar kir ku Guler keça malê ya tenê bû ji bo kongreya DEM-GENÇ'ê çu Amedê û venegeriya û wiha dom kir: "Despêkê cenazeyê dayîme bi şaştî bû, paşê bi testên DNA yê cenazeyê Guler dan me. Piştî 3 mehan Guler jî weke Ruken gihişt şihadetê. Me gora Ruken kola û li cihê wê Guler xistê. Dê qatîlên ku Guler û hevalên wê bi xwînxarî qetilkirin çawan hesabê wê bidin.?"
 
(zt)