Gotina dawiya Nursel: Ez dixwazim di vê tekoşînê de şehîd bibim

Portreler
Sibat 29 / 2016


 

 
Handan Tufan / JINHA
 
ŞIRNEX – Nursel Dalmiş a di qatlîama Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bi nîşeya "Li şûna mirinek bi temaşekirina zilmê, şehîdbûnek bi berxwedêrî xweşik e" ya di rojnivîska xwe de nivîsandiye ve li pey xwe neteslîmbûn, berxwedan û bawerî hişt.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî ku rêveberiya cewherî hate îlan kirin dewletê wekî ku li hemberî dijminek şer bide destpê kirin ji bo vîna gel bişkîne hemû hêza xwe sewqî navçeyê kir. Li hemberî êrîşên tevkujiyê jî ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan ciwan berê xwe dan Cizîra Botan da ku parastina gel bikin. Her wiha ji Cizîrê jî bi sedan ciwan, tevî gel bajarê xwe parastin û her yek ji wan jî li dû xwe destanek berxwedanê hiştin. Yek ji wan ciwanan jî Nursel Dalmiş a 18 salî bû ku di jêrzemînên wehşetê de hate qetil kirin. Dayîka Nursel Sultan Dalmiş û hevala wê Zîn Dalmiş ew vegotin.
 
Nursel zaroka malbateke Cizîrî bû. Kekê wê Engîn Dalmiş 4 sal berê tevlî refên PKK'ê bûye. Bavê wê Haci Dalmiş, ji ber nexweşîna xwe ne di wê ferqê de ye ku keça wî hatiye qetil kirin. Cenazeyê Nursel jî ji ber dorpêç û êrîşan li Cizîrê nehat defin kirin û Silopiyê spartin axê. 
 
'Dixwest bibe şehîdê gelê xwe'
 
Birazya Nursel Dalmiş û di heman demê de hevala wê Zîn Dalmiş, behsa taybetiyên meta xwe û sekna wê ya jiyanê kir. Zîn Dalmiş anî ziman ku meta wê ji xêzkirina wêneyan û ji nivîsandinê gelek hez dikir û behsa rojnivîskên wê kir û wiha got: "Rojnivîsk dinivîsî. Dixwest ku dema di nav gelê xwe de têkoşînê dide şehîd bikeve. Wisa jî çêbû."
 
'Bi tîlîliyan oxir bikin'
 
Nursel Dalmiş di beşeke rojnivîska xwe de wiha nivisiye: "Li şûna mirinek bi temaşekirina zilmê, şehîdbûnek bi berxwedêrî xweşik e. Şehîdî nabê nesîbê herkesî. Ez naxwazim ku dema ez bimirim tu kes ji pişt min bigirî. Ez dixwazim ku bi hezaran kes bi dirûşme û tilîliyan min oxir bike."
 
Mala wan jî hatiye şewitandin 
 
Mala malbata Dalmiş a li taxa Nurê jî wekî bi sedan malên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye şewitandin. Kes nizane xêz û rojnivîska Nursel Dalmiş çi jê hatiye. Malbata Dalmiş jî hêvî dike ku qet nebe tiştên ku ji keça wan mane neşewitîbin. Malbat her wiha li benda wê rojê ye ku wekî daxwaza keça xwe, wê defin bikin û oxir bikin. 
 
'Nezewicî û tevlî têkoşînê bû' 
 
Dayika Nursel Sultan Dalmiş jî anî ziman ku ew ji têkoşîna keça xwe serbilind e û dema behsa wê dike jê re dibêje "Gewra min." Dayik Sultan got ku keçên wê yên din di 16-17 saliya xwe de zewicîne lê keça wê Nursel vê qederê guherandiye û di nav têkoşîna azadiyê de cih girtiye.
 
'Tekane daxwaza wê azadî bû'
 
Dayika Sultan anî ziman ku keça wê dema ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê dikir hatiye qetil kirin û da zanîn ku tekane daxwaza keça wê azadî bûye. Dayik Sultan balê kişand ser komkujî û hovitiya li Cizîrê û diyar kir ku berpirsyarê van pêkanînan Serokomar Tayîp Erdogan e. 
 
Dayika Sultan herî dawî jî bilêvkir ku dê gelê kurd dest ji daxwazên xwe bernede û ewê jî li pey doza keça xwe û hemû ciwanên ku hatine qetilkirin be. 
 
(zt)