'Ew îdola mine'

Portreler
Adar 28 / 2016


 

 
Filiz Zeyrek/JINHA
 
EDENE - Dayîka Perihan Parlak (Bêrîvan Semsur) a ku di sala 2012'an de bejahiya gundê Olek a Xîzanê li gel 15 hevalên xwe jiyana xwe jidest dayî Zeynep Parlak vegot. Zeynep ji bo keça xwe Bêrîvan dibêje; "Ew îdola mine" û wiha dibêje; "Gora Bêrîvana min bûye weke ziyaretan ewqas mirov ziyaret dikin. Bêrîvan li gund yekem jina gerilaye. Ez bi wê û tekoşîna wê serbilindim."
 
Li bejayiya gundê Olek ê navçeya Xîzana Bedlîsê di şerekê de Endama Konseya Leşkeriya YJA-Star û Fermandara Herêma Garzanê Leyla Altan (Arjin Garzan), şervanên YJA-Star Perihan Parlak (Bêrîvan Samsur), Selma Avci (Berfin Roza), Meyaser Orbay (Diljîn Cilo), Ayşe Ehmet (Silav Soran), Ozlem Atsak (Ronahî Dêrsim), Gulîstan Basutçu (Yêrivan Azadî), Asiye Gunduz, Asuman Mucel (Viyan Dîrok), Şukran İmaç (Mizgîn Garzan), Yildiz Cimo (Rojda Afrin), Gurbet Altun (Rojevin Amed), Aklime Sezer, Fatma Karayıl, Mizgîn Aratemur (Hêvi Roj) jiyana xwe jidest dan. Dayîka Perihat parlak Zeynep Parlak a ku li Edeneyê dijî ew vegot.
   
'Ew îdeola mine'
 
Zeynep got; "Ew îdeola mine" û wiha axivî; "Bêrîvan hîna 19 salî di buhara temenê xwe de çu. Heya saxbim ezê di rêya wê de biçim. Bêrîvanê di rêya bêmafiyên ser gelê kurd tên kirin de xwe feda kir. Êşa 15 jinên gerila min di kurahiya dilê xwe de hîskir, êşa ku min ji bo keça xwe kêşayî min ji bo wan her 14 hevalên wê jî heman tişt jiyankir. Ez bi tekoşîn û vîna wan serbilindim."
 
'Bi nûbûnên jiyan dikir re hîn zêdetir xweşik dibû'
 
Zeynep da zanîn ku Bêrîvan di sala 1999'an dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê biriyara tevlîbûna nava refên PKK'ê daye û wiha domand: "Bêrîvan di mijdara sala 1979'an de li Taxa Dagliogluya Seyhana Edenê çavên xwe li diniyayê vekiriye. Dibistana seretayî û navîn li wê xwendiye. Piştî 2 salên dersxanê li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Beşa Matematîkê qazanc kir. Weke her malbatê em jî bi serketinên wê yên dibistanê kêfxweşbûn û me ew şand Wanê. Di tevahî jiyana xwe ya zanîngehê de tenê 2 caran hat malê. Cara duyem dema hat malê pir hatibû guhertin û ew guhertinên wê pir mirov ferq dikir. Bi guherînan re hîn zêdetir xweşikbûyîbû."
 
Zeynep anî ziman ku hemû kêliyên wê bi Bêrîvanê re jiyan kirî hîna jibîrnekiriye û wiha berdewam kir: "Ji bo ku kesê neşikêne Bêrîvanê ticarî bertekên xwe nedianî ziman. Li hember bêmafiyan her dem hewildida bi axaftinê çareser bike. Di dibistanê de xwendekarek gelek serketîbû. Her sal ji dibistanê texdîr û belgeye digiret. Cîran û xizmên me hemûyan gelek jêhez dikir. Li taxa me malbatên kurd, tirk û ereb hene, hemû cîranên me gelek ji Bêrîvanê hezdikirin. Bêrîvan pir ruken û dihat heskirin."
 
'Bi veşartî tevlî xebatan dibû'
 
Zeynep destnîşan kir ku di salên dersxanê de Bêrîvanê tekoşîna azadiya Kurdistanê naskiriye û wihya dom kir: "Bêrîvan xwe ji me diveşart û beşdarî xebatan dibûn. Me dizanî ew diçe dersxanê. Lê ew ketibû nava xebatan me qet ferqnekir. Rojekê ji bo min got, 'Dayê ez diçim Newrozê.' Dema ku wiha got ez şaşwazmam, ez ketim telaşa dibe ku tiştek bibe ji bo wê min got 'na'. Lê ez guhdarnekirim û çu Newrozê. Beşdarî çalakiyên 1'ê Gulanê jî bû. Paşê jî li zanîngehê tekoşîna xwe berdewam kir."
 
'Em hînbûn ku bûye rojnamegerek serketî'
 
Zeynep bilêv kir ku berî tevlî bibe li malê geriya û wiha pêde çu: "Berî Bêrîvan biçe rojekê li malê geriya û got; 'Li xwe û tenduristiya xwe baş binêrin.' Demdirêj em lêgeriyan, tenê em hînbûn ku rewşa wê başe. Ew 13 sal li çiyayan ma. Li gelek herêman peyîwirgirt û demdirêj rojnamegerî kir. Em hînbûn ku bûye rojnamegerek baş. Bêrîvanê ji fermandarê xwe re got, 'Ez bi vî awayî nikarin, wijdana min qebûlnake, divê ez jî li gel hevalên xwe di endiyê debim. Ez jî dixwazim tevlî şer bibim.' Bêrîvan demdirêj di eniyê de şer kir û paşê li gel 14 hevalên xwe tevlî karwanê şehîdan bû."
 
'Bêrîva di nava gund de yekem jina gerilabû'
 
Zeynep diyar kir ku wan agahiya windakirina Bêrîvanê ji televiziyonê bihistiye û wiha axivî: "Dema ku pêşkêşvanê televizyonê got 15 gerilayên jin li Xîzana wanê jiyana xwe jidest dan weke ku xencerek nava dilê minkeve. Her ku çu zêdetir canê min şewitî. Dema ku bavê wê hat malê min wê nûçeyê ji bo wî jî got. Em du roj li benda diyarbûna nasnama wan man. Min Roj TV vekir wêdemê nasname dixwend. Dema ku min navê Bêrîvanê bihîst ez di nava reşbîniyê de windabûm. Min êdî nekarî nefesbigirim, weke ku ez dixeniqîm. Min xwest derkevim şaneşînê lê min carekê ser li erdê dirêjkirî dît. Min hemû hêza xwe kom kir û derketim şaneşînê, lê min nedikarî ji bo kesê tiştekê bêjim devê min kilîtbû. Min dilnedida li Bêrîvana xwe binêrim, celadan çawan dilda wê ji min bigirin. Bi fikira hevpar me ew anî gund veşart. Gora Bêrîvana min weke ziyaretan bûye, herkes tên ser ziyaret dikin. Bêrîvan gerilaya jin a despêkê bû li gund. Ez bi wê û tekoşîna wê serbilindim."
 
'Bi komkujiyan nikarin kurdan biqedînin'
 
Zeynep da zanîn ku ji ber polîtîkayên şerê AKP'ê wê hem birayê xwe windakiriye û wiha got: "Bila êdî AKP polîtîkayên tinekirinê yên ser gelê kurd dide meşandin dawî bike. Ev 40 sale bi hema rêbazê ser mede tên çî bidestxistin. Bese bila êdî dayîk negirîn. Min keça xwe û birayê xwe di vî şerî de windakir. Ez naxwazim neviyên xwe jî di vî şerî de windabikim. Hun nikarin bi komkujiyan kurdan biqedînin. Hîna rê nêz vegerin ji vî şerê qirêj."
 
Perihan Parlak (Bêrîvan Samsur) berî tevlî nava refên PKK'ê bibe nameya ku ji bo malbata xwe hêlayî wihaye;
 
"Malbata nin a hêja dibe ku ez we xemgîn bikim, lê ev rastiyeke hunê bi min serbilind bibin. Ev tercîha mine, weke jinek kurd ez dixwazim peyîwira dikeve ser milê xwe bînim cîh. Ez ji jiyana li peyî xwe dihêlim qet ne poşmanim, pir ji we hez dikim. Ez serbilindim ku zaroka malbatek weke we bicesaretim. Ji ber soza min dayî birayê xwe Gokhan jî ji ber min ne aniye cîh xemgînim. Min soza ku dê jê re ji Wanê goga plastîk biribana dabû, bila min bibexşîne. Dibe ku min gogek pêşkêşî wî nekir, lê ez soza pêşerojek azad pêşkêşî wî bikim didim.
 
'Ez neçarim deyînê Rêber Apo bidimê'
 
Malbata min a hêja; bi komployek navnetewî girtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pir bi kurahî ez êşandim, bandor kirim û ew qas jî bi cesaret kirim. Ji bo wê jî weke jinek kurd ez neçarim deyînê Rêber Apo yê ku ji bo azadiya jinê xebatek mezin kirî bidim. Heya aştî neyê vî welatî dê tekoşîna min berdewam bike, emê pêşerojek bedew û azad pêşkêşî hemû zarokan bikin. Ezê bi hêviya li gel we malbata min a hêja di rojên welatê azad û bedew de bi hev re derbaskirinê bijîm. Ez dixwazim xwişk û birayên min jî xwe pêşbixin, tenê ne di dibistanê de di her aliyê jiyanê de bi piralî xwe pêşdebibin. Di demek a zanîn mafdariyê nîşan dide de ez dixwazim ew baş bixwînin û baş têgihiştî bibin. Ez dubare dibêjim ji ber ku min hun xemgîn kirine xemgînim, lê ji ber ku min hun serbilind kirine ew qas jî şanazim. Bi hêviya rojên azad xatirê we."
 
(zt)