Yasemîn û Fîdan du heval, du dost û du jinên Cizîrî bûn...

Portreler
Adar 09 / 2016


 

 
JINHA 
 
ŞIRNEX - Yasemîn Çikmaz û Fîdan Dadak herdu 16'e salî û xwendekarbûn, rêhevalê hev û du dilên ku evîndarê Cizîrê bûn. Bedena Yasemîn ji jêrzemîna wehşetê derket, lê yê Fîdana ku gelek jê hezdikir hîna ti agahî tune.
 
Cihê ku wateyê gotin û nivîs lê nemaye Cizîr, hûn li kîjan derî bidin hûnê êşê hevaltî, dostanî û komkujiyê ser rûyê mirovan bibînin. Li bajarê ku nêzî 300 kes bi aweyek komî di jêrzemîna wehşetê de hatine qetilkirin û bi êrîşa qirkirina mirovahî pêk hatiye her malek yê bajêr bûye cihê şînê. Li Taxa Cudî çîroka du zarokên keç di dilê xwe de dostaniyek mezin hewandine rastî me tê. Yasemîn Çikmaz û Fîdan Dadak herdu jî 16'e salî û xwendekarê lîseyê bûn. Ligel temenên xwe ên biçûk bi watedayînên jiyanê ên mezin dijiyan.  Ên ku wan dinasin wiha dibêjin, "Yasemîn ji xwendina pirtûkan gelek hezdikir. Fîdan jî sporvanek jîrbû."
 
Du rêhevalbûn
 
Yasemîn û Fîdan xeyalên xwe û wêneyên bi rûkenî ji Cizîrê re amenet hêştin. Ji du rêhevalên ku mal, tax û zarokên Cizîrê hezdikirin, cenazeyê Yasemîn ji aliyê malbatê ve hat teşhîs kirin, lê aqûbeta Fîdan hîna ne diyare. 
 
Hevdîtina dawî: Min meraq neke
 
Dayîka Yasemîn Esmer Çikmaz wiha qala keça xwe kir, "Ew mamosteyê min bû, temenê wê biçûk lê dilê wê mezinbû." Esmer diyar kir ku di hevdîtina dawî de Yasemîn wiha gotiye "Min meraq neke, ez ligel hevalên xwe me. Ez ê tevî wan vegerim. Esmer da zanîn ku ew gelek car xwestiye biçe gel keça xwe lê hatiye asteng kirin.
 
'Çi mafê wan heye li ber deriyê malê zarokên me qetil bikin'
 
Esmer got, "Ez tênaghêjim ka çewan benzînê bi ser bedena zarokên keç de dikin û bi hovane qetildikin. Çavê wê tune bûn û laşê wê tev heliya bû. Keça min li taxa xwe bû, kujerên ku mirovan di taxên wan de qetil dikin xizmeta kê dikin. Bi kîjan mafî tên warê me û zarokên me qetil dikin. Ez bi hêvîme ku kesên wiha kirine, ev yek were serê wan jî. Bi sedan zarokên li wir hatine qetilkirin tev zarokên mene. Em baş dizanin ji ber em Kurdin vê yekê anîn serê me. Ên ku zilmê li me dikin divê baş zanibin tevahî zarokên me di vê riyê de ne û em jî li pay wanin."
 
Sporvanek serkeftî bû
 
Fîdan Dadak li jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovane hate qetilkirin lê hîna ji aqûbeta wê ne diyare û malbat tu agahî nestandiye. Fîdana 16'e salî li Cizîr dayîkbû, mezinbû û xwendekara lîseyê bû. Fîdana ku xwedî 10 xweşk û biraye di dibistana xwede gelek jîrbû. Fîdana ku bi heval û malbata xwe ve girêdayî ji aliyê derdor ve gelek dihat heskirin û wek sporvanek bihêz dihat naskirin. Fîdana ku bi altetîzmê re mijûl dibû gelek serkeftin di qada xwede bi dest xistibû. Xweşka Fîdan Newroz got, "Xwedî hafizeyek bi hêzbû. Silav daba kê sal jî derbas bibana qet ji bîr nedikir." 
 
'Ew û Yasemîn gelek ji hev hezdikirin'
 
Piştî rêhevala Fîdan Yasemîn xweşka wê Newroz Dadak tê. Newroz wiha qala Fîdan kir, "Her tişt bi min re parve dikir. Niha ji nişkave ji destê me firî çû. Êvarê di hemêza min de radiket. Dema ku ez zewicîm serî hember min hilda û her tim digot "çima te dev ji min berda". 
 
Dayîka Fîdan Ayşe Dadak jî wiha got, "Hevalek Yasemîn a bi heman navê hebû, gelek jê hezdikir. Cenazeyê wê hat teşhîs kirin û defin kirin. Gelek bi hevre mijûldibûn û ji hev hezdikirin. Li taxê her dem demên xwe bi hevre derbas dikirin. Piştî qedexe jî bi hevre li taxê man li wir jî dev ji hev bernedan."
 
Dayê Ayşe di dawiyê de got ku biraziyê Fîdan yê nû hatî dinê navê wê kirine Aryen Fîdan û wiha domkir, "Keça min wê di vê pitikê de bijî."
 
(rc)