Tekoşîna 70 salan û sembola berxwedana Farqînê: Hayriye

Portreler
Adar 25 / 2016


 

Bêrîtan Elyakut/JINHA
 
AMED - Di 2'ê Cotmeha sala 2015'an de di qedexeya 4'an a ser Farqînê de Hayriye Hudaverdi ya 70 salî qetilkirin. Zarokên Hayriye û xizmên wê yên li peyî wê mayî diyar kirin ku dê tekoşîna wê berdewam bikin.
 
Li naveçya Farqîna Amedê di 2'ê Cotmeha sala 2015'an de 4'emîn qedexeya derketina kolanan îlan kirin û di wan rojan de gelek sivîl qetilkirin. Di nava welatiyên qetilkirî de Hayriye Hudaverdi ya 70 salî jî heye. Dema ku Hayriye ji bo girtina nan ji malê derket wesayîtên zirxî ew gulebaran kir û qetlkir. Hayriye ya ku li Taxa Konakê jiyan dikir, mala xwe neterikand, li gel hemû êrîşan jî bi vînek mezin tekoşîn kir. Hayriye weke 'dayîka bicesaret' di nava taxê de dihat zanîn. Dayîka Hayriye dibin gulebaranê de hewldaye nan bigihîne cîranên xwe. Zarokên Hayriye û zarokên xwişka wê ew vegotin.
 
'Dayîka min bû sembola Farqînê'
 
Keça Hayriye Huluke Hudaverdi diyar kir ku dayîka wê ciwanên nava YPS û YPS-JIN weke zarokên xwe didît. Huluke da zanîn ku dayîka wê her dem ji bo wan qala nêzîkatiya PKK'ê ya li jinan dikir û wiha got: "Her dem dayîka min jinek divê çawan jiyan bike vedigot. Ticarî tindî li me nekir, em ne êşandin. Dayîka min bitemenbû, lê ticarî weke jinek paşveru em mezin nekirin. Dayîka min ji hemû zarokên nava taxê pir hezdikir. Berî xwe derdora xwe difikirî. Ji kamereyên bicihkirîn de dayîka min dîtin, hedef girtin û qetilkirin. Bila kes ji bo me gotinên weke nedîtin, bi qeza gule pêket nebêjin. Dayîka min bû sembola Farqînê."
 
'Me cesareta dayîka xwe mîras girtiye'
 
Keça Hayriye ya dinê Maşallah Hudaverdi jî da zanîn ku dayîka wê Hayriye dayîka hemû Farqînê ye. Maşallah bilêv kir ku dayîka wê weke heval nêzî herkesê dibû, bi zarokan re zarok û bi ciwanan re ciwan bû û wiha domand: "Ez qet ji gel dayîka xwe neqetiyame, her dem li gel wê bûm. Her kesê ji min re digotin; 'Hevala dayîka xwe.' Bi qasî min dayîka min ji bo zarokên li vêderê di berxwedanê de jî hem heval û hem dayîka wanbû. Ez bi dayîka xwe serbilindim. Emê bibin heval û dayîkek çawan hînî me kir. Bi sekna xwe her kes dikir heyîranê xwe. Hemû jinên taxê heyîranê cesareta dayîka minbûn. Ji bo wê jî me cesareta dayîka xwe weke mîras girtiye."
 
'Em ji dayîka xwe hînî wateya parastina cewherî bûn'
 
Maşallah destnîşan kir ku dayîka wê di dema qedexeyê de bê teredut mayîna di taxê de tercîh kir û di qedexeya 3'emîn de jî wê nanpehtin berdewam dikir. Maşallah anî ziman ku ew ji dayîka xwe pêwîstiya rêveberiyên xwecihî û parastina cewherî hînbûne û wiha berdewam kir: "Dayîka min ji me re qala di dema êrîşan de derbazbûna gel a parastina cewherî dikir. Dayîka min mafdarbû. Ji ber êrîşên giran ser Farqînê hebûn. Li Farqînê mala serdenegirtî nemabû. Ji bo wê jî ciwanên taxa me derbazî parastina cewherî bûn. Dayîka min jî di nava parastina cewherî de bû dayîka wan. Ez li ser dayîka xwe digiriyam. Wêdemê dayîka min serê xwe rakir û got; 'Ji bo min negirîn. Min têra xwe jiyan kir û dît. Hun ji bo ciwanên li wê di berxwedanê de jiyana xwe jidest didin bigirîn. Weke dayîk wan biparêzin û hembêz bikin. Dayîka wan ne li gel wane, hun ji bo wan bibin dayîk."
 
'Ger mirinek hebe bila biromet û di nava gel debe'
 
Hem biraziyê Hayriye û hem zavayê wê Ramazan Hulaku jî da zanîn ku meta wî ji bo wî pêşenge û wiha dom kir: "Ez bi meta xwe serbilindim. Wê ji bo me mîrasa tekoşînê hêlaye. Meta min jinek kedkarbû û jiyana xwe bi keda xwe berdewam dike. Wê baxçê mala xwe bi keda destê xwe şînkiriye. Di dema rêveberiyên cewherî de zarokên meta min ji Stenbolê gazî wê kirin, lê neçu. Meta min ji zarokên xwe re got; 'Ez axa xwe naterikînim û nayêm. Ger mirinek hebe bila biromet û di nava gel debe. Dema ku jina ciwan a bi navê Deniz li ber derê malê gulebaran kirin meta min xwest wê rizgarbike. Paşê ji wesayîtên zirxi meta min jî gulebaran kirin, lingê wê parçekiribûn. Meta min û jina ciwan a bi navê Deniz li kêleka hev xistin. Meta min weke zarokên xwe nêzî hemû ciwanan dibû û dixwest wan biparêze. Emê li berxwedana meta min ji bo me mîras hêlayî berdewam bikin."
 
(zt)