Hayat mîna navê xwe coşa jiyanê bi herkesî re parvedikir

Portreler
Nîsan 04 / 2016


 

 
Hatîce Kaya/JINHA
 
WAN- Dayîka Endama YPS-JIN Hayat Orhan (Mizgîn Marînos) a ku di berxwedana xwerêveberiyê de li Geverê jiyana xwe ji dest dayî Gûlê Orhan diyar kir ku keça wê heya kêliyê dawî coş û kelecanê li dora xwe belav dikir. Gûlê anî ziman ku keça wê jîr û rûkenbûye û ji bo têkoşîna wê jî got "Riya serfiraziyê ye." 
 
Piştî ku li bajarên Kurdistanê xwerêveberin hat îlan kirin, ji sala 2015'an û pêve berxwedana gel yê li hember êrîşê hêzên dewletê berdewam dike. Di nav dema borî de bi hezaran ciwanên kurd ji bo parastina ax, çand, xweza û civaka xwe berê xwe dan Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê. Yek ji wan jinên ciwan a ku li Geverê di nav refên YPS-JIN de tevlî parastina bajêr bû Hayat Orhan (Mizgîn Marînos) bû ku çend roj berê li çeperên berxwedanê jiyana xwe ji dest da. Hayat Orhan (Mizgîn Marînos) di sala 1993'an de li Wanê hate dinê û di nav zarokên keç yê herî biçûk ew e. Hayat ji ber rewşa aborî yê malbatê nekarî dibistan berdewam bike. Ji ber vê dibistan terk dike û alîkarî dide malbatê. Hayat a ku di temenê biçûk de bi keda xwe tevlî jiyanê bibû, 3 heyv berê li hember êrîşên qirkirinê yê hêzê dewletê, li Geverê tevlî hêzên YPS-JIN dibe. Dayîka Orhan, Gulê Orhan serpêhatiya Hyat Orhan kir û got ku keça wê ji aliyê her kes ve dihat heskirin. 
 
'Hayat dilşad û jîr bû'
 
Gulê da zanîn ku Hayat di zarokatiya xwe de keseke dilşad û jîr bûye û got, "Çavên Heyatê her tim li ser dozê bû, lê me nedizanî dê biçe." Gulê anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî yên malbatê Hayat neçar maye ku dev ji xwendina xwe berde û alîkariya malbatê bike. Gulê roja çûyîna keça xwe jî bi van gotinan anî ziman, "Roja keça min çûyî got 'ez ê biçim dikanê' û çû êdî me Heyata xwe nedît." Gulê diyar kir ku têkiliya Hayat bi hemû endamên malbatê re gelekî baş bûye û bi gotinên "Riya serfiraziyê ye" baweriya xwe ya ji bo doza keça xwe anî ziman.
 
'Dema Hayat li gel me bû jiyan xweş derbas dibû'
 
Piştî axaftina Gulê, xwişka mezin a Hayat Koçer Orhan jî behsa xwişka xwe kir. Koçer anî ziman ku wê Hayatê mezin kiriye û wiha pê de çû: "Her roj min ew dibir dibistanê û ez tu caran ji bîr nakim. Di zarokatiya xwe de jî û dema mezin bû jî di nava civakê de dihat hezkirin." Koçer diyar kir ku di nav 6 xwişkan de qedrê ku didan Hayatê cûda bûye û wiha berdewam kir: "Dema Heyatê dest ji dibistanê berda çû Mersînê û 4 salan bi birayên xwe re xebat kir. Heyat gelek bi hêz bû. Jiyana me bi hev re derbas bû. Dema Heyat li gel me  bû jiyana me gelek xweş derbas dibû."
 
Koçer di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Hayat jin nivîsê gelek hezdikir û wiha pêde çû, "Rûpel û pênûsên Heyatê hebû û gelek qedir dida rûpêlên xwe. Tu caran nivîsên xwe bi me re parve nedikir û her tim jî stran digotin. Ew tu caran ji bîra min naçe." 
 
'Hayat mîna navê xwe bû'
 
Di dawiyê de jî dotmama Hayat, Ayşe Orhan axivî û wiha got: "Hayat li gorî navê xwe bû û bi kê re qise bikira jiyan dida hemû mirovan. Gelek kêyfxweş bû. Li gel mezinan mezin û li gel zarokan jî zarok bû. Jiyana me bi hev re derbas bû. Hemû tişt me gelek parvedikir lê tenê rûpelek û pênûsa xwe bi kesî re parve nedikir û her tim dinivîsî." Ayşe da zanîn ku roja dê Hayat biçûya êvarê çûye mala wan û heya derengê şevê bi hev re axivîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Min Hayat cara dawî wê demê dît ku heya cenazeyê wê hat." Ayşe bilêvkir ku hêz û kelecanekî mezin bi Hayatê re hebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo malbat û ciranên xwe jî gelek rêzdar bû. Ji aliyê hemû kesan ve dihat hez kirin. Ez dibêjim tu kes nikarê hêza me bişkêne û yek Hayat çû lê dê hezar Hayat li pey vê dozê biçin."
 
(rc)