Gotina dawiya dayîkekê ji bo keça wê: Ji te re oxir be keça mina bedew

Portreler
Adar 31 / 2016


 

 
JINHA
 
ŞIRNEX - Dayîka Gerilaya YJA-STAR'ê Heybet Gungen a ku li pesarên Çiyayê Kato jiyana xwe jidest dayî Mevlude dema ku hînbûye keça wê tevlî nava refên PKK'ê bûye dibêje; "Ji te re oxir be keça mina bedew."
 
Li Botanê hatina dinê tê wateya bi çiyayên bêhna azadiyê jê bilind dibi re mezinbûn. Gelê li van çiyayan malavahî ji berxwedanên mezin re kirine. Li hemû kolanên Botanê berxwedan olan dide. Li Botanê berxwedan cewherê demboriyê û hêvênê dahatoyê ye. Zarok li Botanê bi hêvênê demboriyê mezin dibin, pişta xwe didin pergalê û berê xwe didin çiyayên azadiyê. Yek ji zarokên bi vê berxwedanê mezin bûye jî Heybet Gungen (Ruken Cudi) ye.
 
Heybet Gungen (Ruken Cudi), di 2 yê sibata sala 1994'an de li navenda Şirnexê hatiye dinê. Heybet bi durbûna xwe ya pergalê dihat nasînli gel hevalên xwe yên zarokatiyê di sala 2010'an de berê xwe dan Cudî. Heybet salekê di nava refên PKK'ê de ma. Piştî ku Çîçek Botan û 7 hevalên xwe hatin qetilkirin Heybet li gel 3 hevalên xwe di 29'ê Cotmehê  de li Çiyayê Kato bi leşkeran re ketin nava şer  û di encama berxwedanek mezin de jiyana xwe ji dest dan. 
 
'Li hember pergala dewletê helwesta wê hebû'
 
Dema ku dayîka Heybet qala wê dike ji tayîbetiyên wê kir û wiha domand: "Dema ku çu li gel temenê wê biçuk bû jî ez qet neketim telaşê ji ber min dizanî Heybeta min jîre dê zu hînbibe. Li hember pergala dewletê helwesta wê hebû. Me ew dişand dibistanê ew diçu diket nava xebatên ciwanan. Hevalek wê yê pir nêz hebû, ji xwe bi hev re çun beşdarî nava refên PKK'ê bûn. Xwarin û vexwarina wan cuda nedibû. Bi veşartî kovara ciwanan dixwend. Di dawiyê de rêya heqîqetê hilbijartin û çun."
 
'Di rêyek mezin de şehîd ket'
 
Mevlude anî ziman ku dema ku wê bihist keça wê çu got; "Ji te re oxirbe keça min a bedew" û wiha berdewam kir: "Heskirin û eleqeya wê ya li hember min pir zêdebû. Berî biçe ez birim nexweşxanê. Em roja pêşemê çun nexweşxanê û roja înê jî ew ket ser rêya çiya û çu. Ez ji dayîka hevalên wê hînbûm çuna wê. Dema ku ji min re got, min jî tenê hevokek got ew jî ev bû: 'Ji te re oxir be keça min a bedew.' Ji xwe demdirêj min ji keça xwe agahî negirt. Bi rastî min digot hîn zuye, ez lênegeriyam û neketim nava hewildanên dîtina wê de."
 
Mevulde bilêv kir ku ew piştî demekê ji bo dîtina keça xwe ketiye nava hewildanan û çuye Çiyayê Kato û wiha dom kir: "Piştî demek dirêj ez çum festîfala Çiyayê Kato. Ez hînbûm ku keça min li wê ye, min jî xwest bibînim, lê wê rojê şert ne musayîdbû û min nedît. Piştî sê mehan min agahiya şihadeta wê bihîst. Keça min a jê bêhna çiyan dihat şehîdket. Ji bo otopsiyê şandin Tiba Edliya Meletiya. Min jî ji bo dîtina keça xwe ya bêhna çiyayan jê bilind dibû berê xwe da Meletiya. Dema ez çum ser min dît ew keça min a herî dawî min 13 salî dîtî niha mezin bûye. Min herî dawî destê xwe da bedena wê ya cemidî. Serê min bilindbû ji ber herî dawiyê min ji bo wê gotibû ji te re oxirbe keça min. Rukena min di oxirek mezin de şehîd ket."
 
'Di giyana keça min de hevaltî hebû'
 
Mevlude herî dawî wiha got: "Di giyana keça min de tam hevaltî hebû. Ji xwe ji bo wê şehîd ket. Ji bo tolhildana Çîçek Botan, Rustem Cudi, Alîşêr Koçgirî û hevalên pêre şehîd ketî li gel 3 hevalên xwe ketin rê. Li pesarên Çiyayê Kato pêşiya wan pisu danîbûn. Piştî ku dem dirêj her 3 yan şer kirin û dawiyê li gel her du hevalên xwe şehîdket. Dema ku guleyên Ruken diqede ji bo ku çeka hevalê xwe bigire şehîd dikeve."
 
(zt)