Heval Semaya Cizîra Botanê: Li hember komkujiyan bêdeng namînim

Portreler
Adar 22 / 2016


 

JINHA
 
ŞIRNEX - "Heval Semaya" kolanên Cizîra Botan Bişeng Kolanç, di temenê xwe yê biçuk de berxwedanek mezin jiyan kir. Bîşeng berê li Rojava û paşê jî li Cizîrê beşdarî berxwedana mezin bû. Malbata Bîşengê diyar kir ku wan Bîşeng bi çîroka navê wê mezin kirine. Gotinên Bîşengê yên li peyî wê mayîn wihane; "Komkujiyek mezin heye. Ez li hemberî van komkujiyan bêdeng namînim. Hun jî bêdeng nemînin. Li wê sucê mirovahiyê tê kirin."
 
Bîşeng Kolanç li kolanên Cizîra Botanê di berxwedana mirovahiyê de bêdawîbû. Temenê Bîşeng ê biçuk cewherê berxwedana Kurdistanê ye. Bîşenga li Cizîra Botanê hatî dinê, bi çîrokên berxwedanê mezinbû, li Cizîrê di nava ciwanan de cîh girt. Bîşengê li Rojava di çeperên pêş ên berxwedana mirovahiyê de cîh girt, paşê jî vegeriya axa ku li ser hatî dinê û li wê jî tevlî berxwedana mezinbû. Berxwedana 'Heval Semaya' kolanên Cizîrê Bîşeng bavê wê Reşit vegot.
 
'Bîşeng bi çîroka navê xwe mezinbû'
 
Reşit bi dayîkbûna Bîşengê di 04'ê Nîsana sala 1994'an de dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Bîşen di roja rojbûna Serok de hat dinê. Ji bo wê jî di rojabûna xwe de gelek diket kelecanê. Ji pîrozbahiyan hez nedikir lê rojbûna xwe pîroz dikir. Dema ku pifî muman dikir tenê daxwazek wê hebû ew jî azadiya Rêbertiyêbû. Di rastiyê de xeta jiyana wê ji roja hatî dinê despêkir. Di 04'ê Nîsanê de hat dinê û mamê wê navê Bîşeng lêkir. Li Cizîrê ji ber tekoşîna Bîşeng Anik dayî navê Bîşeng pirin. Birayê min jî navê keça min kire Bîşeng. Bîşeng jî bi çîroka navê xwe mezinbû."
 
'Zarokan nesîbê xwe gelek ji heskirina Bîşengê girtin'
 
Reşit da zanîn ku Bîşeng dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Cizîrê xwende û wiha domand: "Di dibistanê de gelek serkeftîbû. Di aliyê tenduristiyê de jî xwe pêşdebiribû. Di nava hevalan de gelek dihat heskirin. Hemû ciwanên bajêr ew nasdikir. Tayîbetî jî zarokan ji heskirina Bîşengê nesîbê xwe gelek girtin. Di nava malbatê de jî ew gelek dihat heskirin. Li gel min jî weke hevalekêbû. Ew heskiriyê kurdîbû. Dixwest hemû zarok bi kurdî bipeyîvin. Waneya kurdî dida zarokan."
 
'Ew sekna wê ya serbilind gelek bandor li min dikir'
 
Reşit wiha berdewam kir: "Dema ku keça min mezin bû tiştên layêqî navê xwe kir. Bîşeng ji komkujiyên ser Kurdistanê dihatin kirin pir bandor dibû. Berxwedana Rojava jî ew gelek kelecanî dikir. Wê li nava Cizîrê organîzeya çalakiyên ji bo Rojava dikir. Paşê jî di derbarê wê de lêpirsîn vekirin. Ez û ew bi hev re çun îfadê. Ji wê pirsa 'Tu çima pêşengiya çalakiyan dikê' kirin. Wê jî bersiva; 'Komkujî heye, ez li hemberî wê komkujiyê bêdeng namînim, hun jî nemînin. Li wê sucê mirovahiyê tê kirin. Ji bo wê jî ez bi keça xwe gelek serbilindbûm. Ew sekna wê ya serbilind gelek bandor li min kir."
 
'Di şevekê de çu...'
 
Reşit destnîşan kir ku Bîşeng ji komkujiyên DAIŞ'ê li Rojava û Şengalê kirî gelek bandorbû û wiha dom kir: "Dema ku li Şengalê komkujî kirin di heman odê de me televizyon temaşe dikir. Dema ku ew hovîtî dît biriyara tiştina bike da. Dema ku me televizyon temaşedikir ez giriyam. Paşê ew jî girî. Wê salê li Enqerê zanîngeh qazanc kir. Ji min pirsa 'Enqere cihek çawaye' pirsî. Her dem digot; 'Dema ez biçim Enqerê ezê li wê jî tekoşîna xwe berdewam bikim.' Rojekê got ezê biçim festîfalê. Piştî ku ji festîfalê vegeriya êdî li bajêr nema. Di şevekê de çu..."
 
'Serê me jî bibirin emê dest ji vê tekoşînê bernedim'
 
Reşit êrîşên giran ên ser Cizîrê bibîrxist û wiha pêde çu: "Yên baweriya wan ne tam Cizîrê tênagihin. Bi salane Cizîr dibin van êrîşande. Gundê me şewitandin. Em neçar man du car gundê xwe biguherin. Ji ber êrîşên dewletê em her dem dibin tehdîdan debûn. Em neçar man koçî Cizîrê bikin. Dema ku em li Taxa Cudiya Cizîrê bicîhbûn jî dewletê êrîşî me dikir. Hêzên dewletê ciwan qetildikirin. Ger hevdîtin berdewam kiribana wiha nedibû. Her dem dewletê mirovên li vêderê weke yêndinê didîtin. Nahêlin em li vêderê nefes bigirin. Berê jî di oxira vê tekoşînê de me bedel dan. Emê paşde nemînin. Emê tekoşîna keça xwe û hemû hevalên wê berdewam bikin. Ew serê me jî jêbikin em dest ji vê tekoşînê bernadin."  
 
(zt)