Nûçe Dosya

Jinên Êzidî: Em destûr nadin fermana 74'an (7)

04/8/2015

Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Dîl Hatine Girtin, bi boneya jinên dîl hatine girtin bên azadkirin û bersûcên şer bên cezakirin ketin nava liv û tevgerê. Endama Platformê Reyhan Yalçindag, diyar kir ku ji bo jinên dîl hatine girtin û jinên travma derbas kirine azad bikin û bersûc bên darizandin pêvajo dan destpêkirin.

Jinên Êzîdî dê destûr nedin komkujiya 74'an (6)

03/8/2015

Çeteyên DAIŞ'ê salek berê êrîşî Êzîdiyên Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Piştî komkujiyê jinên Êzîdî tevlî berxwedanê bûn parastina xwe ya rewa ya YPJ-Ş ava kirin. Fermandara YPJ-Ş'ê Raperîn Engîzek, bang li jinên Êzîdî yên koç kirine kir û xwest tevlî hêza parastinê bibin û wiha got: "Werin ji bo parastina Êzidîxan û Êzidîyê em bi hevre dê ber xwe bidin. Bi revê hûn nikarin xwe ji bin vî barê giran rizgar bikin. Heta ku em dîlên xwe ji destê DAIŞ'ê rizgar nekin em nikarin azad bibin. Em dikarin bi berxwedanê bersîva 73 fermanan bidin."

Jinên Êzîdî dê destûr nedin komkujiya 74'an (5)

03/8/2015

Êzîdî piştî komkujiya li Şengalê ya bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk hat û bi komkujiyek din re rû bir û man, piştî korîdora gerîllayên HPG/YJA Starê derbasî Rojava bûn û li kampa Newrozê bi cih bûn. Hêj êş û birînên Êzidiyên li kampê bi cih bûne nû ye û janê wê zêde ye. Gelê Êzîdî hewil dide birînên xwe derman bike û jiyanek nû ava bike. Jinên Êzîdî ku li kampa Newrozê bi cih bûn, li aliyekî şerê li dijî travmayê dijî, li aliyê din hewil didin vegerin gundên xwe.

Jinên Êzîdî: Em destûr nadin komkujiya 74'an (4) - DOSYA

02/8/2015

Hemû cîhan Êzidiyan ji weneyên jinên Êzidî ya zarokên xwe yê pêxasî dabûn pişta xwe û ketibûn riya mirinê nas kirin. Piştî salekî em bi jinên Êzidiyên ku hê bandora komkujiyê dijîn axivîn. Jinên ku hevserê xwe, zarok û malbata xwe di êrîşên DAÎŞ'ê de winde kirin wiha gotin: '' Tiştên ku me jiyan kir em tû carî ji bîr nakin û heta ku em keçikên xwe ji destê DAÎŞ'ê xilas nekin jiyan ji me re heram e''

Jinên Êzîdî: Em destûr nadin komkujiya 74'an (3)

02/8/2015

Salek li ser qirkirina Şengalê re derbas bû, Şêrîn Salih wan rojan bi du hevokan tîne ziman, "Li Şengalê kesî ku wendahî ji malbatê nedaye nema". Şêrîn anî ziman ku bi despêkirina qetilamê re ew berê xwe daye çiya û bang li xizmên xwe kir ku vegerin ser axê xwe.

Rojava: Hunandina çîroka şoreşa jinê (4)

17/7/2015

Li gel şoreşa Rojava yek xebatên jinan a herî girîng jî avakirina komûnan e. li Efrînê jinan tevahî 338 komûn, li Cizirê jî 308 komûn ava kirin. Endama Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a Kantona Efrînê Şêrin Hesen û Endama Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Henîfe Muhammed, şoreşa Rojava û komûnên ku hatine ava kirin nîrxandin.

Jinên mîmarê şoreşê ne vedibêjin (3)

17/7/2015

Bi şoreşa Rojava jinên ku ji nû ve avakirina jiyanê de cîh digrin, bi avakirina Konseya Tendûristiyê, Konseya Jinê û Rêvebirina Karên Cîvakî bûn hêza çareserkirina pirsgirêkên jinan. Jinên ku di van qadan de xebatê dimeşînin anîn ziman ku pêşenga şoreşê jin e û diyar kirin ku xebatên wan dê bi heman awayî berdewam bike.

Rojava: Hunandina çîroka şoreşa jinê (1)

16/7/2015

Şoreşa Rojava ya ket sala xwe ya 3'an heq dike ku wek şoreşa jinê were bi nav kirin. Di jiyanê de jin di hemû qadan de pêşengtiya ji nû ve avakirina şoreşê dike û di serî de qadên xweparastin û dîplomasiyê de jin, bi her awayî şoreşa Rojava gihîştandin serfiraziyê û li cîhanê bûne mînak.

Ruyê din yê Xizaniya Kurdîstanê: Koçberiya demsalî (2)

23/5/2015

Oya Ocak ya di Komeleya Karkerên Çandiniya Mezopotamya de bi dilxwazî dixebite destnîşan kir ku jin di zêviyan de di şert û mercên giran de dixebitin û li vir gelek jinên dûcanî jî hene ku ji bilî wan pir jin ji ji ber kar û barên giran dibin sedema mirina zarokên xwe ku zarok ji ber wan dice. Her wiha jin pişti 11-12 seatên ku di zêviyan de dixebitîn 4-5 seat jî di karên malê de jî dixebitin lê hemberî vê xebatê, keda wan pir erzan tê dîtin, heqê wan nayê dayin.