Ji Pênûsa Jinan

Çareseriya li Suriyê divê ne navendî be

20/5/2015

Niha em li rewşa heyî ya Sûriyeyê dinêrin hêzên muxalefetê nikarin bibin dengê şoreşa gelê Sûriyeyê. Aloziya li Sûriyeyê ne mumkin e bêyî gelê kurd bê çareserkirin. Muxalefeta Sûriyeyê tu hêzê li ser erdê nagire, nikare pêşeroja Sûriyeyê destnîşan bike. Ne mumkun e aloziya Sûriyeyê bê pergaleke demokratîk a ne navendî ku mafê hemû pêkhateyan bipararêze, pêk were. Li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê geşedanên girîng diqewimin. Ev geşedan dê pêşeroja welatekî ne navendî û demokratîk ava bike.

Serkeftin

18/5/2015

Tesadufek hêja ye ku em di heyva şehîdên gulanê de nêzî serkeftina hilbijartinê dibin. Nêzîkbûna li ‘tiştek’ an jî ‘armancek’ bi qasî heyecan lezgînî û metirsî hesta derengbûyînê jî bi xwe re tîne, dem her ku derbas dibe xwe li canê mirov û gerdûnê dike bizmareke zengarî. Gotin tên ser ziman û hişê mirov lê di navbera her tîpekê de bi qasê firehiya baskên qulingan dûrahî heye.

Rêbaza polîtîk a destletê ji rastiya jinan bê pare

17/5/2015

Rûyê modernîteya kapîtalîst ê li Rojhilata Navîn dixwaze berxwedana jinan tune bike. Dîsa dewleta Îranê û başûrê Kurdistanê bi êrîşên li hemberî jinan ket rojeva cîhanê.

Evîn tê kuştin

15/5/2015

Ez dixwazim vê nivîsa xwe bi gotineke melayê Cizîrî dest pê bikim. Melayê Cizîrî dibêje: “Çar rexên min ava jiyanê be jî ez bi jehra ji destên yarê qayîl im.” Gelo ev çi nakokî ye? Li aliyekî jin wekî çavkaniya jiyanê, navenda evînê tê dîtin li aliyê din jî dibe navenda êrîşên dijwar.

Hilbijartin û şoreşa gelan

08/5/2015

Kêmtir ji mehekê maye ji bo nûkirina Parlametoya Tirkiyeyê ya rastir ji bo avakirina Parlamentoya nip û nûh, kû di qanaxa berê nehatiye dîtin. Ev hilbijartin weke her hilbijartinê nîne, ku li welatên cîhanê tê kirin.

Navê mîladek û tenê Kobanê azad nebû bi YPJ'ê re

22/4/2015

jinên YPJ'ê li Kobanê li hemberî DAÎŞ'ê berxwadanekî bêhempa dan bêgûman. pir caran tilîliyên wan ji çekan zêdetir bandor kir li ser dagirkeran. jinan bi hêza ku ji birdoziya rizgarkirina jinê girtin xwe pêş ve birin û niha bûn hêviya hemû jînên cîhanê. jinên YPJ'ê bi vê baweriyê û berxwedana xwe ya li hember feraseta nêrtî û dagîrkeranan wiha pênase dîkîn ku di vî şerî de ne tenê Kobanê jin jî azad bûn.