10'mîn kongreya CENÎ hat lidar xistin

12:25


NAVENDA NÛÇEYAN - CENÎ kongreya xwe ya 10'mîn lidar xist. Kongre bi beşdariya gelek delegeyan û nûnerên gelek saziyên jinan pêk hat.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ), kongreya xwe ya 10'mîn li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê lidar xist. Kongreya ku nûnerên gelek saziyên jinan û endamên CENÎ lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê, peyamên Meclîsa Jinên Êzidî, Komeleya Jinên Azadîparêz ên Rojhilatê Kurdistanê, Berdevka Xebatên Jinê yên Dîe Lînke li Nordrheîn Westfalenê, Weqfa Jinê ya Rojava, Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Navenda Têkiliyan a Jinên kurd, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) hatin xwendin.

Di peymana de bal hat kişandin ser girîngiya kongreya 10'mîn û hat gotin, divê xebatên hevpar bên xurtkirin. Kongre bi xwendin û nirxandina rapora li ser karê salekê yê CENÎ dewam kir.

Delegeyan bal kişand li ser polîtîkayên dijber yên dewleta Elman û tirk ya li hember gelê kurd û hat ragihandin, dewleta Elman li pêşberî faşîzma AKP'ê bêdeng e û ji bo deşîfrekirina vê tifaqa qirêj lazim e jin giraniyê bidin ser karê lobî yê li qada dîplomasiyê.

Her wiha hat destnîşankirin, jinên Kurd ên li qada dîplomasiyê dixebitin, divê bibin dengê jinên ji aliyê dewleta AKP'ê ve li bakurê Kurdistanê hatine kuştin, jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li bazaran hatine firotin û bibin dengê Tevgera Jinên Kurd ên li dijî vê zîhniyeta faşîzan têdikoşe.

Her wiha hat diyar kirin ku CENÎ di qada dîplomasiyê de xwedî gelek tecrûbeyan e û divê xebatên xwe bi rêxistinên jinan ên enternasyonal re zêde bike û têkoşîna hevpar mezin bike.

Li dû nîqaşan, hilbijartin hat kirin û rêveberiya CENÎ ya ji 5 kesan hate hilbijartin.

Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin

Di kongreyê de hin rêzebiryar hatin girtin. Biryar hate dayîn, kampanya "Jin ji bo Rêber û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin" a Tevgera Jinên Kurd were destekkirin, ji bo şopandina doza komkujiya Parîsê ku wê di mehên Çile û Sibatê de bên dÎtin, heyetên jinan ên navneteweyî werin birêxistinkirin, tevî Meclîsa Jinên Êzidî Konferanseke Jinên Êzidî were organîzekirin, ji bo kampanya 'Xwebûn' a Tevgear Jinên Kurd bi raya giştî ya cîhanê re were nasandin panel bên lidarxistin, çalakiyên roja Çarşemê werin dewamkirin, projeyên alîkariyê ji bo Rojava bên xurtkirin, pirtûka 'Her tim şer bû jiyana min' a Sakîne Cansiz bi Ewropiyan re bê nasandin.

Kongre piştî erêkirina biryaran, qediya.