Li Silêmaniyeyê teqîn: Birîndar hene

12:04


SILÊMANIYE - Li nehiya Bazyan a Silêmaniyeyê teqînek mezin rû da. Di encamê teqînê de 110 karker birîndar bûn.

Li nehiya Bazyan a Silêmaniyeyê, danê vê sibehê teqînekê rû da. Ji ber teqînê 110 karker birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Lêkolînên li cihê bûyerê dewam dikin. Li ser sedema teqînê daxuyaniyeke zelal nehat dayîn. Tê texmînkirin, ku teqîn ji ber madeyên kîmyewî yên li febrîqeyê rû daye.