'Îşkence li ser vê erdnîgariyê her hebû'

14:36

STENBOL- Eren Keskîn di konferansa bi navê "Li Girtîgehên Tirkiyeyê Girtî" ku ji aliyê CÎSST/TCPS'ê ve hat lidarxistin de axivî got ku ew di têkoşîna xwe ya mafên mirova a 30 salan de dikar wiha bibêje" ji bo turkiyeyê gotina îşkence kêm bûye şaş e, îşkence li ser vê erdnîgariyê her hebû û berdewam dike. Îşkenceya li ser bedena tazî polîtîkaya dewletê ye û pirsgirêka pergalê ye."

Konferansa ku ji aliyê Navenda Xebatên Girtîgehan a Komeleya Pergala Înfaza Cezayê ya Civaka Sivîl ve li Zanîngeha Mîmar Sînan a Hunera Xeşik bi mijara 'Li girtîgehên Tirkiyeyê Gîrtî' li Kampusa Bomotiyê hat lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Di daneşîna duyemîn ya bi navê "Girtîgeh û lêgerîna Tazî " ku ji Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn moderatoriya wê kir, ji TODAP'ê Psk. Burcu Çolak bi sernavê "Li Girtîgehan Lêgerîna Ewlehiyê û Tendirustî", ji CÎSST-TCPS'ê Pr Ezgî Duman bi mijara "Di Çarçoveya Hiqûqî de li Girtîgehan Lêgerîna Tazî" û ji CÎSST -TCPS'ê Krînînolog Eva Tanz bi mijara "Standartên Navneteweyî û Alternatîf" tevli danaşînê bûn zanînên xwe pêşkêş kirin.

'Li Tirkiyeyê gotina îşkence tune ye şaşiyeke mezin e'

Di danaşîna yekem a Konferansê ku Eeren Keskîn Moderatoriya wê kir û bi ser navê "Girtîgeh o Lêgerîna Tazî" tevli bû de diyar kir ku lêgerîna tazî îşkence ye, tacîz e û wiha berdewam kir: "Ez piştî têkoşîna xwe ya mafên mirovan a 30 salan dikarim vê bibêjim:' li Tirkiyeyê gotina îşkence qediya ye' şaşiyeke mezin e. Li ser vê erdnîgariyê îşkence her hebû û berdewam dike. Îşkenceya di bin lêgerîna tazî de polîtîkaya dewletê û pirsgirêka pergalê ye. Divê ku em vê mijarê niqaş bikin."

'Girtîgeha ji bo tendirustiyê xeter e.'

Mijara bi sernavê "Li Girtîgehan Pêkanîna Ewlehiyê û Tendirustî" Burcu Çolak pêşkêş kir û wiha got: "Derfet hene li gel van derfetan jî astengî hene. Li hatina OHAL'ê re pêkanînên di bin navê ewlehiyê de girantir bûn. Kesê ku li girtîgehê tiştê pergal jê dixwaze pêk neyne û li dijî derkeve nikare ji girtîgehê rizgar bibe. Girtîgeh ji ber vê ji bo tendirustiya mirovan xeter e."

'Divê lêgerîna tazî bê qedxekirin'

Ezgî duman ya ku mafê axftinê girt jî wiha got: "Di vê ku lêgerîna tazî bê qedexekirin. Lêgerîna tazî îşkence û tacîz e."