Wê bi du zarokên xwe re cara duyem bikeve girtîgehê!

09:32

NAVENDA NÛÇEYAN- F. ya k udi 11 saliya xwe de rastî îstîsmara zayendî hat ji ber mêrê sûcdar kuşt, di girtîgehê de ma. F. ya ku dîsa hewl da jiyana xwe bidomîne, bi hinceta ku cezayê xwe temam nekiriye dîsa wê bi 2 zarokên xwe re bikeve girtîgehê. F. daxwaza edeletê kir.

Jina bi navê F.M di 11 saliya xwe de li gundê ku dijiya ji aliyê mêrekî ve rastî tecawizê hat û di seranserê jiyana xwe de li dijî şîdeta mêr têkoşîn meşand. Tevî ku rastî êrîşan hat jî ji aliyê malbata wê ve nehat parastin. F ku ji ber ewlehiyê navê xwe yê rast û cihê kul ê dimîne parve nekir diyar kir ku malbata wê îstîsmara zayendî wê demê veşartiye û gundiya mêrê sûcdar bê ceza hiştine û ji aliyê doktorekî ve jî gelek caran hatiye dermankirin.

Di 13 saliya wê de hat zewicandin

F di 13 saliya xwe de hat zewicandin û di 14 saliya xwe de bû dayik. Di 17 saliya xwe de zarokê xwe yê duyem anî dinê. Mêrê kup ê re zewicî îskenceya sîstematîk lê dikir. Di 18 saliya xwede ji ber van pêkanînan întîxar kir. Lê malbata wê dîsa got ‘biçe mala te ye, hevjînê te ye’ û derî li ruyê wê girtin. F ya k udi van salan de neçar ma mêrê ku di biçûkatiyê de tecawizê wê kiriye bibîne, ew kuşt.

Bi du zarokên xwe re ket girtîgehê

F. ji ber vê rastî 40 sal ceza hat, lê bi daxistinan 11 sal û 8 meh ceza girt. F. di gelek girtîgehan de ma. Li vir xwendin û nivîsandin hîn kir. Heta lîseyê xwend. 6 salan bi zarokên xwe re di girtîgehê ma. F. di girtîgehê de pençeşêr jî derbas kir.

F wiha axivî: “6 salan zarokên min di girtîgehê de li gel min man. Piştre dan bavê wan. Min tiştekî şerm nekir. Min ew kes kuşt. Lê sedemên min hebûn. Min bi salan li girtîgehê bi karê destan li zarokên xwe nêrî. Di salên dawî yên girtîgehê de ez li girtîgehên vekirî mam.” F li girtîgehê dizewice û ducanî dimîne. Ji ber ducaniya wê bi rîsk bûye hatiye tahliyekirin. Piştî derket zaroka xwe anî dinê. Di rojên borî de ji bo F teblîgat hat û hat gotin ku divê cezayê xwe yê 2 sal maye temam bikî. F wê dîsa bi du zarokên xwe re bikeve girtîgehê.

F anî ziman ku ew dixwaze dengê xwe bi jinan bide bihistin û edeletê dixwaze.