Ebru Yîgît: Kujerê zarokan dewlete

09:13

ENQERE-Piştî komkujiya li yurda Aladagê, rîskên yurdên tarîkat û cemaatê yên bi salan Egîtîm Senê dianî ziman raxist ber çavan. Sekretera Jina a Egîtîm Senê Ebru Yîgît diyar kir ku komkujî li ber çavan hatiye jiyîn û dewletê beriya 15’ê Tîrmehê bi Gulen re û îro jî bi Suleyman re hevkarî kiriye. Ebruyê da zanîn ku yurdên tarîkatê ji bacê bêpar û bê kontrolin û kujerê zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dewlete.

Li Edena Aladagê di komkujiğya yurdê de 11 zarokên keç û xebatkarekê jiyana xwe ji dest da.

Yurd aydê tarîkateke bi navê ‘Suleymaniyane’. Bê kontrol xwendekar lê diman. Di heman demê de li qursê perwerdehiya quranê jî ji bo xwendekarna dihat dayîn. Di komkujiyê de zarokekî 4 salî ku li wir dima jî jiyana xwe ji dest da.

Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Ebru Yîgît têkildarî mijarê de axivî û da zanîn ku berpirsên sereke yên komkujiyê dewlet û MEB e.

Komkujî li ber çavan hat kirin

Ebruyê ji bo malbatan sersaxî xwest û got ev komkujî li ber çavan hatiye kirin û di encama polîtîkaya 14 salan a AKP’ê de ev komujî hatiye jiyîn.

Ebruyê bi lêv kir ku mafê starbûn, zanist û bêperebûna xwendekaran di bin berpirsyariya dewletê deye û AKP ya ku desthilatdariya xwe ya 14 salan de rê û TOKÎ çêkir lê ti dibistan çênekiriye. AKP ji roja hatiye perwerde veguheriye olê û perwerdehiya olî belav kiriye. Beriya 15’ê Tîrmehê bi cemaata Gulen re dikir û niha jî bi ya Suleyman re dike.

Ebruyê bi lêv kir ku ji ber polîtîkayê zarok ya li weqfên Ensar rastî îstîsmarê tên an jî di mînaka Aladagê de hatiye dîtin tên qetilkirin.