Peymangeha Şehîd Çiya 2'mîn dewreyê perwerdehiyê da destpêkirin

09:11

HESEKÊ- Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê ya Şehîd Çiya li Taxa Miftî bi tevlîbûna 300 şagirt ku ji pêkhateyên kurd û ereb pêk tên 2'mîn dewereya perwerdehiyê da destpêkirin.

Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê ya Şehîd Çiya li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê di îlona 2015'an de 1'emîn dewreya perwerdehiyê dabûn destpêkirin bi awayekî serkeftî bi dawî bibû. Di 1'ê mijdarê de 2'yemîn dewreya bi tevlîbûna 300 xwendekarên kurd û ereb dest pê kir. Di Peymangehê de waneyên ziman, bîrdozî, çand, felsefe, zanistên civak û dîrok tên dayîn. Armanc ji van waneyan ew e ku şagirt çand û dîroka xwe nas bikin û xwe ji zîhniyeta pergala desthilatdariyê rizgarbikin tê dayîn.

Rêvebera Peymangeha Şehîd Çiya Firyal Mihemed diyar kir ku peymangeh di Îlona 2015‘an de dest bi perwerdeya dewreya 1'mîn kiribûn û wiha pêde çû: "Dewreya yekemîn a peymangehê bi tevlîbûna 380 şagirtên kurd pêk hat. Dewre 6 meh bi aweyek serkeftî domand û bi dawî bû. Di 1'ê mijdarê de me dest bi 2'yemîn dewreya xwe kir. Me 250 xwendekarên kurd û 50 xwendekarên ereb li Peymangeha Şehîd Çiya bi cih kirin."

'Hejmara xwendekarên jin ji yên mêr zêdetir in'

Firyalê da zanîn ku piştî 4 mehan ew mehek navber didin û bi dayîna branşan perwerdehiyê xwe bi dawî dikin û wiha domand: "Di branşan de bîrkarî, zanyarî û dîrok tên dayîn, ev jî bi armanca naskirina ziman û dîroka xwe tên dayîn. Hejmara xwendekarên jin ji yên mêr zêdetir in. Gelek jin hene dayikin û tevlî perwerdehiyê dibin. Em hêvî dikin ku perwerdeya me ya duyemîn jî mîna ya yekemîn serkeftî derbas bibe.

'Ez pir kêfxweşim bi tevlîbûna perwerdehiyê'

Nisrîn Salih şagirtek ji Kobanê ye, kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna perwerdehiyê anî ziman û wiha got: "Ez pir kêfxweş im bi tevlîbûna peymangehê û dîtina perwerdehiyê. Em bi zimanê kurdî dixwînin û dinvîsin, ji bilî wê em dîroka xwe ya ku bi salan ji me hatibûn veşartin nas dikin."