'Zarokên min bêbav man bila zarokên din nemînin'

15:23

STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di binê çavan de hate windakirin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin, cara 610'an li ber Lîseya Galtasarayê li hev civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hate pirsîn, ku di 6'ê kanûna 1993'an de di binê çavan de hatibû windakirin.

Di çalakiyê de ewil ji xizmên windayan Tayîp Canan axivî. Tayîp anî ziman ku ew bi salan e li qadan aqûbeta windayan dipirsin û xwest ên ku li vî welatî sûc dikin bên darizandin. Tayîp bal kişand demborîna di dosyaya Hasan Ocak ê ku di 1995'an de hat qetilkirin û pirsa "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nabe. Nav diyar in, kiryar û edalet li kû ye?" kir. Tayîp got ku heke li welatekî edalet tunebe tu tiştên wî welatî rast nîne û destnîşan kir pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye û wiha got: "Aştî ji vî qadê derbas dibe. Aştî bi hevrûbûna rondikên dayikan pêkan e."

'Em ê lêgerîna xwe ya li windayan bidomînin'

Kurê Huseyîn Taşkaya, Şerîf Taşkaya jî anî ziman ku bavê wî ji aliyê dewletê ve hatiye binçavkirin û ji wê rojê heta niha ji bavê xwe agahî nagirin û wiha axivî: "Bavê min bi îşkence û bi lêdana bi qontaxa çekê ve hate binçavkirin." Şerîf diyar kir ku 23 sal in li edaletê digerin û wiha berdewam kir: "Dema ku bavê min hat qetilkirin demekî tarî bû. Îro dîsa em pêvajoyekî tarî dijîn."

23 sal bêbav derbas bû

Keça Huseyîn Taşkaya, Serpîl Taşkaya jî wiha axivî: "Duh rojbûna min bû. Hevjînê min desteyek kulîlk anî. Îro salvegera mirina bavê min e. Ger ev fîlmek bûya em ê hestewar bûbana û bigiriyana. Lê ne fîlm e rastî ye." Serpîlê diyar kir ku ew ê Qada Galatasarayê dewrî zarokên xwe bike.

Hevjîna Huseyîn Taşkaya, Sultan Taşkaya jî got ku 23 sal in li Qada Galatasarayê ne û hem aqûbeta hevjînê xwe hem jî yên windayên din dipirse û wiha berdewam kir: "Em ji vî dewletî zêde tiştekî naxwazin. Tenê hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min bêbav man bila zarokên din nemînin."

Metna vê hefteyê ji aliyê ji mirovên şemiyê Şehrîban Taşkaya ve hat xwendin.

'Malbata wî hat tehdîtkirin'

Şehrîban diyar kir ku 610 hefte ne yên ku dewletê bi rêve dibin maf û azadiyan tune dihesibîne. Şehrîban destnîşan kir ku di 6'ê kanûna 1993'yan de leşker û polîsan bi cerdevanên eşîra Bucak ve bi konvoyekî ji 30 wesayîtan pêk tê li taxa Baglar a navçeya Sêwereg a Rihayê bi ser mala Mehmet Taşkaya de girtine, di serdegirtina bi fermandariya Ahmet Şenturk pêk hat de Huseyîn Taşkaya hate binçavkirin." Şehrîbanê da zanîn ku dema serî li emniyet, dozgerî û walîtiyê dane bersiva "Ji Sedat Bucak bipirsin" dane wan û ev agahî parve kir: "Li ser vê malbat çûye cem serokeşîr-sercerdevan û parlamenterê DYP yê wê demê Sedat Bucak. Sedat bersiva 'ekîba me girtiye lê teslîmî dewletê kirine, ji wî wêdetir agahiya me tuneye, dewlet dizane' dide malbatê. Fatîme Taşkaya ya ku serî li Emniyeta Sêweregê daye ji emniyetê bi gotina 'careke din neyên cem me. Bi kurên xwe yên din ve vê derê biterikînin, dê ew jî winda bibin' tê tehdîdkirin."

'Bila berpirsyar bên dîtin'

Şehrîbanê anî ziman ku 23 sal in di dosyaya Huseyîn Taşkaya de tu lêpirsînekî berfireh, darizandinek nahatiye kirin, xwest berpirsyar bên darizandin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Kesên ku di windakirina Taşkaya de berpirsyariya wan heye, heta ku kiryar bên darizandin û darizandinek pêk bê ev dosya dê tu caran neyê girtin."