Ozgur Ulke berî 22 sal hat bombekirin lê kiryar hêj di nav me de ne!

14:06

STENBOL - Xebatkarên çapemeniya azad, di 22'mîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de li hev civiyan û ji xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da re name xwendin.

Di ser êrîşên bombeyî yên li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê re, di heman demê de li buroya Enqereyê û avahiya navendî ya Kadirga ya Stenbolê hatin kirin, 22 sal derbas bûn. Xebatkarên çapemeniya azad, HDP'yî û xwendevan bi wesîleya salvegera êrîşan li ber avahya navendî li hev civiyan. Di çalakiya bîranînê de wêneyê xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da, hat hilgirtin.

Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Ersîn Çaksû ji beşdarên çalakiyê re qala dema bombekirina avahiyên rojnameyê kir. Ersîn bal kişand ser biryara Dadgeha Mafen Mirovan a Ewropayê (DMME) û got, "Kiryar hê di nava me de ne. Em daxwaza edaletê û darizandina kujeran dikin."

Ersîn Çaksû ji Ersîn Yildiz ê hat kuştin re name xwend: "Em hatine vê derê, ji bo te bibîr bînin. Bi vê wesîleyê em dixwazin ji te re qala rewşa welêt bikin. AKP'ê gelek pêkanînên beriya xwe rexne kir û di vê çarçoveyê de hate ser desthilatdariyê. Bavê te yê çû ser dilovaniya xwe jî, mîna gelek kesan ji AKP'ê hêvî kiribû û gotibû 'birazê, ev hinekî cuda xuya dikin, wê pirsgirêkê çareser bikin'. Mebesta wî pirsgirêka Kurd bû. Lê mixabin ev nebû. Baş e çi bû?

Dosyayên bûyerên we di dema xwe nivîsandin û kiryarên wan hê li şûna xwe ne. Hin jê hatine nixumandin, hin jî li ber demê çûne... Kiryarên hin bûyeran jî 'mafdar' hatine dîtin û payeya wan hatiye bilindkirin. Ew jî li cihê man e, karê xwe dewam dikin.

Vê carê di bin navê 'Plana Têkbirinê' de planek amade kirin. Ji MGK'ê derbas bû. Hikûmetê pejirand. Ev du sal in bi cih tê anîn. Hewl tê dayîn, tiştên berê hatine gotin werin jibîrkirin. Dest bi înkarkirina gotinên xwe kirin. Yan jî gotin, em hatin xapandin.

Hewldana darbeyê weke 'Xêra Xwedê' hat dîtin. Rewşa Awarte hate ragihandin. Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê jî têr nedîtin. Binpêkirin dewam dike. Hingî gundhatibûn valakirin. Niha jî bajaran vala dikin. Lê belê zanibe; gelê me li ber xwe dide, dest ji axa xwe bernade. Siyasetmedaran, hilbjiartiyan serî netewandin, lewma wan dixin girtîgehê.

Ahmet Altan ê ku di dema bombekirina rojnameyê de hat piştgiriya rojnameyê bike, ew jî xistin girtîgehê. Zana Kaya yê hat bîranîna te, ew jî li girtîgehê ye. Necmiye Alpay, Asli Erdogan, înan Kizilkaya li girtîgehê ne. Wekî din kî hatine girtin? Bi sedan rojnamevan, nivîskar, belavkar hatine girtin. Ewqas rojname, televîzyon û radyo jî hatin girtin. Çima? Mixabin ji ber heman sedema bombekirinê. Zîhniyet jî, pêkanîn jî naguhere. Em bawerin wê aqûbeta wan jî bi heman rengî be.

Em bi mirovên ronî yên Ulke'ya xwe, li ber xwe didin. Nikarin ser rastiyê bigirin. Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin."

Pişt re Endama Desteya Rêveberiyê ya DÎSK Basin-Îşê Ayşe Duzkan û ji xebatkarên wê demê yên rojnameyê Zekîne Turkerî axivîn.