Konferansa Kevana Zêrîn bi nirxandinên girîng didome - HATE NÛKIRIN

KOBANÊ – Fermandara YPJ`ê Seyran Şîlan di konferansa Kevana Zêrîn de got: "Jin li her qadê li hember zihniyeta desthilatdariyê şer dike û bi ser dikeve. Divê jin çand û berhemên xwe yên dîrokê biparêzin."

1'mîn konferansa Kevana Zêrîn ku li Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê hatibû li darxistin didome. Piştî xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê çand û berhemên dîrokî yên gelê kurd, Fermandarê YPJ`ê Seyran Şîlan axivî. Seyranê da zanîn ku jina ku li dijî zihniyeta desthildariyê li her derê şer dike destkeftiyan bi dest dixe û wiha got: “Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî jin bi saya fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan destkeftiyan bi dest dixe.ʺ

Seyranê bi lêv kir ku divê jin çand û berhemên xwe yên dîrokî biparêze û wiha pêl da gotina xwe: "Ji ber ku ji destpêka şoreşa Rojava êrîşên ku li dijî şoreşê pêk tên da ku destkefiyên ku jinan bi dest xistiye têk bibin.”

Paşê nameyên ku ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, TEV-DEM û Kongreya Star ji bo konferasnê hatibûn şandin, haitn xwendin û girîngiya parastina çanda jina kurd hat vegotin.

Endama Kevana Zêrîn Ronahî Kendal rapora xebata salek xwend. Konferans bi nirxandinên li ser xebata sala derbasbûyî û plansaziya salê pêş didome.