Vîldana ku hatiye qetilkirin parastina xwe ya cewherî pêk anî bû

11:59

KÛTAHYA - Vîldan Kandemîr (28) sala çûyî li hember şîdeta hevjînê xwe parastina xwe ya cewherî pêk anî bû û ew birîndar kiribû, lê piştre ji aliyê hevjînê xwe Mustafa Kandemîr ve hat qetilkirin.

Ji ber siyaseta îktîdarê li Tirkiyê gelek jinên rastî tundiyê tên nayên parastin. Vîldan Kandemîr (28) sala çûyî li pêşiyê çapemeniyê tundiya ku li hember wê pêk dihat vegot, lê ligel vê yekê tu tedbîr ji bo ewlekariya wê ne hat girtin. Vîldan di 5'ê tebaxa 2015'an de li hember tundiyê hevjînê xwe parastina xwe kiribû û hevjînê wê Mustafa Kandemîr ji sîngê xwe birîndar bibû. Vîldan ji polîsan re gotibû, ji ber hevjînê wê her dem şîdet li hember wê pêk tîne ew parastina xwe kiriye. Vîldan demek li girtîgehê ma û dûvre hat berdan.

Vîldana ku parastina xwe pêk anîbû di saet 04.00'an de li Kolana Selimiye ya Taxa Yunus Emre ji aliyê Mustafa Kandemir ve hat qetilkirin. Cenazeyê Vîldanê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Evliya çelebî.

Mustafa Kandemîr hîna ne hatî girtin.