Sabîha Uçoş hat oxirkirin

10:30

WAN - Cenazeyê xwendekara zanîngehê Sabîha Uçoş ku li Rezanê ji aliyê polîsên tirk ve hat qetilkirin, li Wanê hat veşartin

Xwendekara Zanîngeha Şirnexê Sabîha Uçoş, roja 22'ê mijdarê li kolana Karanfîl a taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê, ji aliyê polîsên tirk ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê Sabîha piştî testa DNA'yê ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat wergirtin. Malbatê cenaze nîvê şevê gihand Wanê, lê li pêşiya bajêr ji aliyê maşînên zirxî yên polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsên tirk gotin, ew ê nehêlin cenaze bi merasîmeke girseyî bê veşartin û gefa êrîşa li merasîma cenaze xwarin.

Li ser vê yekê malbatê û xizmên wan piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Sabîha li goristana taxa Yenîmahalle ya navçeya Rêya Armûşê di nava dorpêçiya maşînên zirxî yên polîsan de veşartin.