Hevşaredarên Gever û Çelê hatin binçavkirin - HATE NÛKIRIN

COLEMÊRG - Polîsên tirk avêtin ser şaredariyên Gever û Çelê. Tevî Hevşaredaran gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê, polîsên tirk danê sibehê avêtin ser Şaredariyê. Tevî Hevşaredar Adîle Kozay gelek personelên Şaredariyê hatin binçavkirin. Polîs bi saetan e li avahiya şaredariyê lêgerînê dikin.

Di heman demê de li Çelê jî avêtin ser malan û Hevşaredar Hîlal Dûman û Servet Tûnç, tevî Alîkarê Hevşaredaran Hidir Demîroglû, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Cûmhûr Erdemîr, personelê şaredariyê Ferhem Akyuz, Şaredarê berê Mehmet Kanar, Nûnerê MEYA-DER a hat girtin Kazim Tekînalp û Osman Kanar û Remzî Kanat binçav kirin.

Polîsên tirk ên bi maşînên zirxî dor li avahiya şaredariyê girtine, lêgerînê dikin.